کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Heyder Ebûdî: Ti kes nikare budceya Herêma Kurdistanê bibire

RÛDAW

RÛDAW

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn
ÎRAQ27-11-2026

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin
ÎRAQ27-11-2026

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir
ÎRAQ26-11-2026

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî da zanîn ku ew 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an li benda hatina serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ne da ku beşdarî destpêşxeriya diyaloga niştimanî bibin.

Ebûdî her wiha anî zimên ku desthilata ti aliyî nîne para Herêma Kurdistanê ya di budceya sala 2027an de rawestîne.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî li Bexdayê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê Şiko Omer bersivandin.

Ebûdî di vê hevpeyvînê de pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê, mijara qaçaxçîtiya petrolê û budceya sala 2027an nirxandin.

Heyder Ebûdî tekez kir ku ti nîşan ji bo hebûna krîzê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de nîne û got:

"Pêwendiya di navbera her du aliyan de destûrî ye. Ji 2005an ve li gorî destûr û zagonên eşkere û zelal hatiye diyarkirin. Di navbera Bexda, parêzgehan û Herêma Kurdistanê de di birêvebirina dewletê de erk, heq û desthilatên temamker hene."

Hevpeyvîna bi Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî re wiha ye.

Rûdaw: Gelo di vê demê de di pêwendiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ti krîz hene? Bipêşketinên dawî yên li ser destpêşxeriya diyaloga niştimanî û serdana serkirdeyên Herêmê ya ji bo Bexdayê gihîştine kû derê?

Heyder Ebûdî: Ti nîşan ji bo hebûna krîzê di pêwendiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de nîne. Pêwendiya di navbera wan de pêwendiyeke destûrî ye ku ji sala 2005an ve li gorî destûr û zagoneke eşkere û zelal hatiye diyarkirin. Di birêvebirina dewletê de di navbera Bexda, parêzgehan û Herêma Kurdistanê de erk, maf û desthilatên temamker hene.

Tişta ku vê dawiyê eşkere bû û hat îsbatkirin, qaçaxçîtiya petrolê ya li hinek deverên bakurê dewleta Îraqê bû. Ev qaçaxçîtî zererê dide serweriya dewletê û samanên wê.

Em li benda 1ê Kanûna Pêşîn in ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê bên Bexdayê da ku beşdarî destpêşxeriya diyaloga niştimanî bibin a ku ji aliyê Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ve hatiye ragihandin.

Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dê beşeke sereke û diyar a vê diyalogê be. Ji ber ku parastina samanên gelê Îraqê berpirsiyariyeke li ser milê wî ye, wekî ku di destûra Îraqê de hatiye diyarkirin ku divê serwerî ji bo zagonê be.

Pêdiviya me bi vê diyalogê û bi vê lihevtêgihiştinê heye da ku reşnivîsa zagona budceyê derbas bibe û dawî li dosyeya qaçaxçîtiya petrolê were, da ku gelê li Kurdistanê û tevahiya gelên Îraqê ji van samanên niştimanî sûdê wergirin.

Rûdaw: Ew biryarên ku hatine derxistin pişta xwe didin kîjan bingeha yasayî?

Heyder Ebûdî: Beriya her tiştî, biryarên ku hatine derxistin pişta xwe didin biryarên Dadgeha Bilind a Federal ku cihê pêbendbûnê ne ji bo hemû aliyan. Destûra Îraqê dibêje: Eger di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de nakokiyek hebe, ji bo şîrovekirina metnên destûrî û diyarkirina desthilatan serî li Dadgeha Federal tê xistin û ya qewimî jî her ev bû.

Heke armanca ji hevahengiyê misogerkirina berjewendiya gelê Îraqê û parastina samanên wî be, ev yek heye. Ez bawer nakim li ser wê yekê nakokiyek hebe ku dema hikûmet li pey qaçaxçiyên petrolê dikeve û rê li ber têkçûna samanan digire, ev pêşanî û berpirsiyariyeke niştimanî ye.

Rûdaw: Hikûmeta Îraqê ji bo rawestandina qaçaxçîtiya petrolê ya li Herêma Kurdistanê çi rêkarên pratîkî girtine ber xwe?

Heyder Ebûdî: Ji bo rawestandin û girtina wan deriyên li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 23 deriyên nefermî ne, planeke rêkaran a bihêz dest pê kiriye. Her wiha ji bo çareserkirina her xemsarî û bipaşveçûnekê ye ku di performansa wezîfedarî û zagonî de hebe û rê li ber vê hederdanê bigire.

Serokwezîr li ser bingeha pêşniyarên komîteya lêkolînê çend biryar derxistin ku biryarên ewlehî û îdarî bûn. Her wiha hinek ji wan pêşniyaran ji bo temamkirina lêkolînan ji bo Desteya Paqijiyê hatin şandin.

Rûdaw: Gelo ti metirsiy heye ku para Herêma Kurdistanê ya di budceya sala 2027an de bê birîn?

Heyder Ebûdî: Desthilata ti aliyî nîne ku para Herêma Kurdistanê ya di budceya sala 2027an de rawestîne. Çimkî ev par dirêjahiya samanên gelê Îraqê yên petrol û gazê ye ku di destûrê de hatiye destnîşankirin ku milkê hemû gelê Îraqê ye.

Belê, îro asta zelalbûn û rastbêjiya Hikûmeta Îraqê ji hikûmetên berê cuda ye. Ji ber ku di demeke kurt de ku şeş meh derbas nekirine, destê xwe avêtiye çend dosyeyên hestiyar ku bê rîsk nînin. Ew jî dosyeyên qaçaxçîtiya petrolê û jinavbirina gendeliyê ne. Her wiha vekirina gelek ji wan dosyeyên ku hatibûn girtin e.

Li vir nîşanên nû û cuda hene ku ronahiyeke eşkere xistin ser van xalan. Bi giştî, hemû kesên ku di dosyeyên hederdana samanên Îraqê, dizîna pereyên gelê Îraqê û destdirêjiya ser milkê giştî de cih girtine, Hikûmeta Îraqê ji bo wan li kemînê ye.


Nûçeyên Têkildar

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn
ÎRAQ27-11-2026

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin
ÎRAQ27-11-2026

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir
ÎRAQ26-11-2026

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

Pirsên