Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand, Îraq ji bo qonaxeke nû ya aramî û vejîna aboriyê dixebite û amaje bi wê yekê jî kir ku divê "biryara şer û aştiyê û kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de be."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di Civata Giştî ya 81ê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de, nêrîna hikûmeta welatê xwe ya ji bo paşerojê, herêmê û cîhanê eşkere kir.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand:
"Nêrîna me ji îradeya me ya niştimanî çavkaniyê werdigire ji bo vegerandina rûmeta qanûnê û bihêzkirina saziyên dewletê."
Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku yek ji karên sereke yên hikûmeta wî ew e ku dewlet di mijara şer û aştiyê de xwedî biryar be û got:
"Divê çek û amûrên hêzê tenê di destê saziyên destûrî yên dewletê de bimînin.
Her wiha rêkarên me yên bicihanînê ji bo avakirina dewleta sazûmanî û parastina serweriya axa Îraqê li ser bingeha qanûnê û berjewendiya niştimanî ne.”
Zeydî li ser pêwendiyên navneteweyî da zanîn:
"Bi bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê, em pêwendiya xwe ya bi hevparên xwe yên stratejîk re ji hevkariya leşkerî vediguhêzin hevkariya aborî û bipêşketinê."
Wî her wiha ji welatan xwest ku çavdêriya sînoran bikin û rê li ber jîngeha mezinbûna tundiyê bigirin.
Serokwezîrê Îraqê di beşeke din a gotara xwe de bal kişand ser rewşa aboriyê û eşkere kir ku şerê li dijî gendeliyê û parastina xelkê berdewam dike.
Zeydî anî zimên ku armanca wan kêmkirina pişbestina bi aboriya petrolê ye û li ser sektora enerjiyê jî ragihand:
"Planên me hene ji bo zêdekirina berhemanîna petrola xav, bipêşxistina qadên gazê û curbicurkirina xetên hinardekirinê ku Îraqê bi welatên Tirkiye, Urdin û Sûriyeyê ve girê didin."
Zeydî behsa "Projeya Rêya Bipêşketinê" kir û anî ziman:
"Ev proje nêrîna giştî ya Îraqê ye ji bo aramiya herêmê ku wekî korîdoreke stratejîk a ji bo bazirganî û enerjiyê, Rojhilat bi Rojava ve girê dide."
Wî her wiha tekez kir ku deriyê wan ji bo hemû cîran û dostên wan vekiriye da ku beşdarî vê projeyê bibin, ji ber ku "berjewendiyên aborî yên hevbeş bipêşketin û aramiyê çêdikin."
Banga veberhênanê
Serokwezîrê Îraqê peyamek da welatan û got:
"Em ji cîhanê re dibêjin, li Îraqê veberhênanê bikin, ji ber ku welatê me ji bo avakirina aboriyeke nû xwediyê çavkanî, bazar, pêgeha erdnîgarî û vînê ye."
Serokwezîrê Îraqê di beşeke din a peyama xwe de qala aloziyên li Rojhilata Navîn kir û got:
"Îro lawaz tên çewisandin, çimkî qanûna bihêzan serdest e, ne hêza qanûnê.
Bêyî dîtina çareseriyeke dadperwerane ji bo pirsgirêka Filistînê aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê."
Wî di heman demê de tekezî li ser gihandina bilez a alîkariyên mirovî ya Xezeyê û xelkê Filistînê kir.
Serokwezîrê Îraqê li ser metirsiyên jîngehî, hişyarî da li ser bandorên guherîna avhewayê, çolbûn û kêmaviyê ku rasterast gefê li ewlehiya xwirekan a Îraqê dixwin û da zanîn:
"Em pêbendî mafên xwe yên rewa yên avê ne û em li gorî qanûnên navneteweyî birêvebirina hevbeş a çavkaniyên avê dixwazin."



