Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê parêzgeha Nînowayê otobuseke geştyaran qulibî.
Di qezayê de 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Serokê Komeleya Otel û Motelan Îhsan Şêx Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku qeza 30 kîlometre berî xala kontrolê ya Hemam Elîlê ya li sînorê parêzgeha Nînowayê çêbûye.
Îhsan Şêx Îsa diyar kir ku di qulibîna otobusê de 5 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Şêx Îsa got ku geştyar ji parêzgeha Babilê ber bi Dihokê ve diçûn û di rê de rastî vê qezayê hatine.
Wî her wiha da zanîn ku beşek ji birîndaran birine nexweşxaneya Şirqatê û beşek jî birine nexweşxaneyên Mûsilê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, wan geştyaran ji bo mayînê li Dihokê li Otela Hariyê ji xwe re jûr girtibûne.
#VÎDEO - Li parêzgeha Nînowayê ya Îraqê otobuseke geştyaran qulibî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 15, 2026
🔴 Di qezayê de 5 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/zxjMdbJzcg


