Hewlêr (Rûdaw) - Merasîmên cenazeyê Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî berdewam dikin.
Termê Elî Xamineyî dê sibe veguzên bajarê Necefê yê Îraqê.
Şandeyeke payebilind ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezaşkian jî di nav de ye, dê sibê ji bo merasîma cenazeyê ya ku dê serdana cihên pîroz ên li Îraqê bike, biçe Necefê.
Şêwirmendê Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî, Mihemed Muxbir got ku ew nikarin bifikirin ku kujerên Xamineyî bi saxî li ser rûyê erdê bigerin û tekez kir ku dê tola wî were hildan.
Mihemed Muxbir ragihand ku kujerên Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî "bi awayekî xwezayî namirin û em dê tola xwîna wî hilînin."
Merasîma xatirxwestina li Tehranê
Îro roja sêyemîn û dawî ya merasîma xatirxwestina ji termê Elî Xamineyî li Tehranê hat lidarxistin.
Serokê Komîteya Birêvebirina Merasîma Xatirxwestin û Veşartina Termê Xamineyî, Hesen Hesenzade ragihand ku îro termê Elî Xamineyî li ber Zanîngeha Tehranê di nav qelebalixiyeke mezin de ber bi Meydana Azadiyê ve hat birin.
Sibe termê wî dibin Qumê
Li gorî bernameya ku ji aliyê Komîteya Taybet a Xatirxwestin û Veşartina Termê Elî Xamineyî ve hatiye belavkirin, 7ê Tîrmeha 2026an dê termê Elî Xamineyî bibin bajarê Qumê.
Sekreterê Komîteya Taybet, Elî Ekber Pûrcemşîdiyan ragihand ku Mizgefta Cemkeran a li bajarê Qumê ji bo pêşwazîkirina li termê Elî Xamineyî hatiye amadekirin.
Li gorî gotina Pûrcemşîdiyan, roja Sêşemê berî nimêja sibehê, termê wî dê bigihîje Mizgefta Cemkeran û ji wir jî ji bo Mezarê Fatimeya Meisûmeyê were veguhastin.
Sekreterê komîteya taybet her wiha da zanîn ku êvara sêşemê, termê wî dê bi balafirê bigihîje bajarê Necefê yê Îraqê.
Roja çarşemê jî dê termê wî bibin Mezarê Îmam Elî yê li Necefê û pişt re jî bibin Mezarê Îmam Husên ê li Kerbelayê.
Pizişkiyan û berpirsên Îranê diçin Îraqê
Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim Al-î Sadiq ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan li gel şandeyeke bilind ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî tê de ye, ji bo beşdarbûna merasîma xatirxwestin û birina termê Elî Xamineyî û çar endamên malbata wî dê serdana Îraqê bikin.
Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Mehrê jî belav kir ku ji bilî Pizişkiyan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û kurê mezin ê Elî Xamineyî Mistefa Xamineyî jî ji bo beşdarbûna merasîmên li Necef û Kerbelayê dê herin Îraqê.
Li gorî bernameya komîteya taybet, 9ê Tîrmehê dê termê Rêberê berê yê Îranê veguhêzin Îranê û di merasîmekê de li bajarê Meşhedê were veşartin.
Bernameya hefteyekê ya şînê
Rayedarên Îranê bernameyeke hefteyekê ji bo "xatirxwestin, veguhastin û veşartina" termê Elî Xamineyî amade kiriye û pêşbînî dikin ku milyonan kes beşdarî merasîman bibin.
Berbanga 3yê Tîrmeha 2026an termê Elî Xamineyî biribûn Mizgefta Mezin a Tehranê (Muselaya Tehranê) û şandeyên biyanî beşdarî merasîmê bûbûn.
Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, gelek şandeyên dîplomatîk ji 100 welatên cîhanê beşdarî merasîmê bûne.
Birêvebirê Birêvebiriya Otobusên Tehranê Mehdî Elîzade îro ragihand ku wan zêdetirî 3 hezar û 400 otobus li bajarê Tehranê ji bo veguhastina xelkê û gihandina wan a cihê merasîman veqetandine.
Mehdî Elîzade got ku di du rojên borî de wan nêzîkî 5 milyon kesan li Tehranê belaş veguhastine, ku rojane bi awayekî navînî dike nêzîkî 2 milyon û 500 hezar kes.
Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî, 28ê Sibata 2026an di roja ewil a destpêkirina şerê Îranê de, di encama êrişên asmanî yên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin.



