Şampiyonê Kurd ê Hunerên Şer ên Tevlîhev (MMA) Namo Fazil di hevpeyvîneke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê de bû mêvan.
Namo Fazil (Neviyê Selahedîn) perde li ser gelek aliyên veşartî yên destpêka kariyera xwe rakir û qala astengiyên gihîştina qada cîhanî yên bi alaya Kurdistanê kir.
Namo Fazil di hevpeyvînê de destnîşan kir ku ew Kurd e û anî ziman:
"Ez Kurd im û hemû xewna min ew e ku ez bi alaya Kurdistanê di şampiyoniyên cîhanî de bilîzim û bi vî awayî wekî Kurdekî biçim UFCyê."
Namo Fazil her wiha bangî stêrkê Rûs Îslam Makhachev kir ku bi hev re şer bikin.
Hevpeyvîna Namo Fazil a bi Rûdaw Sportsê re:
Rûdaw: Ez bi şampiyonekî re diaxivim ku di rojên borî de bi alaya Kurdistanê li cîhanê bû deng û rengê hemû Kurdan. Di maça MMAyê de Namo Fazil ew şampiyonê Kurd e ku dengê Kurdan gihand hemû cîhanê. Namo bi xêr hatî Rûdawê.
Namo Fazil: Gelekî spas ji bo vê derfetê, ez ji bo piştgiriya we gelekî memnûn im.
Rûdaw: Ez gelekî geriyam ku zanibim Namo Fazil kî ye lê zanyarî kêm in, em tenê dizanin ku tu li Fînlandayê ji dayîk bûyî û li Floridaya Amerîkayê dijî. Ji min re bêje Namo Fazil kî ye û çawa gihîşt vê astê?
Namo Fazil: Namo Fazil mirovekî pir asayî û sade ye, ti cudahiya wî bi tu Kurdekî din re nîne. Lê armanceke min di jiyana min de hebû, ew jî nasandina Kurdan a bi cîhanê bû. Ji ber ku ez ji zarokatiya xwe ve li Fînlandayê bûm, rû û rengê min ne wekî Fînlandiyan bû, jiyan hinekî dijwar bû lê şikur ji Xwedê re niha ez baş im.
Rûdaw: Koka te ji kû ye? Hinek dibêjin ji Germiyanê ye, hinek dibêjin ji Kelarê ye?
Namo Fazil: Em di eslê xwe de ji Silêmaniyê ne, ji taxa Serşeqamê. Lê ji bo min ferq nake, Kurdperwerî ji bo min girîng e, çi ji Silêmaniyê be, yan ji Hewlêr, Dihok yan jî Helebceyê be, hemû ji bo min yek in.
Rûdaw: Tiştekî balkêş e, Kurdiya te gelekî baş e. Tu çawa fêr bûyî di demekê de ku tu li derve mezin bûyî?
Namo Fazil: Bi rastî ez li taxê fêr bûm, ez gelekî li taxa Rizgariyê mam. Ez ciwan bûm, tevgera min zêde bû, xebata û rahênana min pir bû. Her çi qasî ji ber kar û jiyanê ez gelekî li Kurdistanê nemabim jî lê min pêwîst dît ku zimanê dayîkê baş bizanibim, çimkî di encamê de ez Kurd im.
Rûdaw: Te çawa biryar da ku tu vê lîstikê hilbijêrî? Te çawa dest pê kir?
Namo Fazil: Min bi kîkboksê dest pê kir, min û birayê xwe Şehbaz ji zarokatiyê ve bi hev re dest pê kir, temenê min 15-16 sal bû. Min zêdetir li Ewropayê dilîst û wî zêdetir li Asyayê. Paşê di temenê 25 saliyê de ez derbasî MMAyê bûm di rêxistineke bi navê CFLyê de. Wê demê lîstikvanên me li Kurdistanê pir nebûn, ez jî ciwanekî hinekî şeranî bûm û enerjiya min zêde bû, ji ber vê ez ketim wê lîstikê.
Rûdaw: Gelo qet di bîra te de hebû ku tu bigihêjî vê asta bilind a cîhanî?
Namo Fazil: Belê, min ji roja yekem ve got armanca min kemera UFCyê ye. Destpêkê xelkê pir bawer nedikir, digotin ev xort xeyalperest e, çimkî ev lîstik pere û westabûneke mezin dixwaze, gelek kes tên şikandin û êşê dikişînin lê ez sor bûm.
Rûdaw: Ev sorbûna te ya li ser Kurdbûnê û lîstika bi alaya Kurdistanê ji kû tê?
Namo Fazil: Çimkî ez Kurd im û ez dixwazim ji bo neteweya xwe şer bikim. Dema ez li derve bûm, bi taybetî li Fînlanda û Almanyayê, min hest dikir ku mala min nîne.
Carekê ez li Almanyayê bûm, xortekî Libnanî pirsî ka ez ji kû me? Min got Kurdistan. Wî got "Ah, you are just people" (Hûn tenê xelk in). Ev axaftin wekî kêrê li dilê min ket. Her ji wê demê ve min biryar da ku ez alaya Kurdistanê bilind bikim.
Rûdaw: Gelo qet rê li ber te hatiye girtin ku tu alaya Kurdistanê bilind bikî?
Namo Fazil: Belê, sed salî. Heta carekê li Almanyayê di lîstika kîkboksê de, gotin ev alaya terorîstan e û nabe tu bînî hundir, ala min jê standin û avêtin.
Wê demê ez pir xembar bûm û bi wê êşê mam. Yek ji armancên min ên mezin ew bû ku ez nîşan bidim ku em neteweyek in ku dîroka me ji ya hemûyan kevntir e.
Rûdaw: Eger rojekê tu mecbûr bimînî ku di lîstikeke mezin de tenê bi alaya Îraqê bilîzî, tu yê amade bî?
Namo Fazil: Na, ti carî. Li One Championshipê daxwaz ji min kirin ku ez bi alaya Îraqê bilîzim, min got na, ez dê bi alaya Fînlandayê bilîzim lê ez dê bi alaya Îraqê nelîzim. Ez ne Îraqî me, ez Kurd im. Ez rêzê li her kesî digirim lê ew al têkildarî min nîne.
Rûdaw: Piştgiriya zêde ya Kurdistanê li ser hemû astên cihêreng, îro te Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dît, berê Serokwezîr pêşwazî li te kir, Serok Barzanî pîrozbahî li te kir, ev yek ji bo te tê çi wateyê?
Namo Fazil: Ji bo min serbilindiyek e, ji bo min şer xweş e ku ez qezenc bikim lê ti tişt ne wekî wê bû ku piştgirî li min kirin. Ev ji bo min cihê şanaziyê ye, ev ji bo min ji her tiştî mezintir e.
Dema ku min cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî dît an jî piştgiriyên din, min gelek şanazî pê kir. Ne girîng e Namo kî ye, ya girîng ew e ku nifşê nû sibe û dusibe bibîne ku pişta me tê girtin an min li Çeçenekî xist, min li Koreyiyekî xist, min li Amerîkiyekî xist, em bibêjin welatê me ser ket, lewma di encamê de rû ne girîng e, ya girîng ew e ku welatê te derkeve pêş.
Rûdaw: Wêneyê te bi Serok Nêçîrvan Barzanî re, hûn her du jî bi hêz xuya dikin, wî çi ji te re got?
Namo Fazil: Gelek destxweşî li min kir. Cara yekem ku ez çûm hundir, wî got "Pirsgirêka me heye?" (bi qerf). Min got "Weleh bi te re qet pirsgirêka min nîne û ez bi te re şer nakim" (dikene).
Ji bo min serfiraziyeke mezin bû, ez dikarim bibêjim ku ez ji bo gelê xwe û bi taybetî ji bo Serokê me serê xwe datînim. Ez tim dibêjim, çi qas bejna te dirêj be û milê te fireh be û pereyê te hebin û tu kurê fîlan kes bî jî, tiştê herî baş ew e ku em qenciyê bikin. Xerabî pir e û qencî kêm e lewma em qenciyê bikin. Yekî din qiseyek din kir, bila em guh nedinê.
"Armanca min UFC ye"
Rûdaw: Gava te ya din dê çi be, te li gelek kesan xist, yê dawî Jake Bovian bû, piştî vê yekê tu dixwazî bigihîjî kîjan astê?
Namo Fazil: Şikir ji Xwedê re, beriya vî şerî min di yek ji mezintirîn şeran de lîstiye, One Championship li Asyayê. Niha ez li MVP dixebitim ku mezintirîn rêxistina cîhanî ye û hevrikiya UFCyê dike.
Armanca min UFC ye û piştî wê ez dê li wir bilîzim, yekemîn Kurd im ku ez dê bi alaya Kurdistanê herim wir û ez dê her wilo herim. Tiştekî din jî kes nikare rêgiriyê li min bike, çimkî gava tu çûyî nava qadê em bi hev re ne ka tu dê çi bikî, gava min pir li te xist tu dê çi bikî.
Rûdaw: Tu dixwazî li UFCyê hevrikiya kê bikî?
Namo Fazil: Weleh bavê min jî be ji bo min pirsgirêk nîne û ez dê pê re bikim. Her kî be, armanca min ew e ku ez kemerê bibim, her kî be nayê xeyala min.
Rûdaw: Di jiyanê de her tim mirov hez dike ku hevrikiyekî wî hebe, xelk zêde qala Nurmagomedov dikin, xelk Îslam nas dikin, Khamzat nas dikin, yên ku dibêjin şagirtên Nurmagomedov?
Namo Fazil: Pêşî min hez dikir ez bi Khamzat re bilîzim lê rewşa wî xirab e û şikestiye. Ez hez dikim ez bi Îslam re bilîzim, ew di kêşa min de ye û kemer di destê wî de ye û ez amade me.
Heta heman birêvebirê me heye ku Ali Abdelaziz e, şikir ji Xwedê re tîma min a herî baş e ku hevjîna min û hevalên min ên din in. Ji bilî wê jî piştgiriya Kurdan ji bo min pir girîng e.
"Xwedî li kemera xwe derkeve"
Rûdaw: Eger ez ji te re bibêjim ku tu bi Îngilîzî bangî Îslam bikî?
Namo Fazil: Birayê min Îslam, di demeke nêzîk de ez dê bêm cem te û ji te re bibêjim hay ji kemera xwe hebe, wê hişk bigire, ez soz didim te ez dê ji nava destê te derxînim.
Rûdaw: Em werin ser jiyana te ya taybet, min vîdeoyek dît tu mijûlî çêkirina goşt î, şêwaza jiyana te çawa ye? Tu çi dixwî? Tu çi vedixwî bi taybetî di rojên lîstikê de?
Namo Fazil: Hevjîna min di çêkirina xwarinê de pir alîkar e. Armanca min yek tişt e û ez hevjîna xwe bi ti tiştî naguherim.
Armanca min ew e ku ez her şer bikim, min tim gotiye û daxwaza min ew e ku gelê min bi pêş bikeve. Ez mecbûr im tenê xwarinên tendurist bixwim lê dema ez vedigerim mamosteyên min ji min re gotin hinekî bijî, ne hewce ye tu min dîn bikî, ez bi xwe dîn im lê bi giştî masî, mirîşk, birincê bê rûn û goşt.
Ez naxwazim şîrîniyan bixwim, hevjîna min alîkariya min dike û haya wê ji xwarinên min heye.
Rûdaw: Te qala hevjîna xwe kir, ez dibînim ew bi te re ye, vîdeoyan digire, wêneyan digire, alîkariya te dike, ew kî ye, ji kû derê ye û te çawa ew nas kir?
Namo Fazil: Ew ji Şeqlaweyê ye, navê wê Zîbende ye. Bi rêya hevalekî me hev nas kir, em 6 mehan bi telefonê diaxivîn, malbata wê hinekî eşayîrî ne, digotin bi kêr nayê.
Me pêvajo zû bi cih anî, çimkî wê demê ez li Taylandayê bûm û ew li Amerîkayê bû. Pişt re em vegeriyan bajarê dayîkê Hewlêrê, me hev dît û ji nêzîk ve em bi hev re bûn, me mar birî û ez vegeriyam Taylandayê.
Rûdaw: Razîkirina wê ne zehmet bû? Zehmetî çi bû?
Namo Fazil: Razîkirin pir zehmet bû lê bavê wê pir têgihîştî bû û ji roja yekem ve piştgiriya min kir. Zehmetî ew bû ku malbata wê zehmet bûn, çimkî digotin "Ev lawik deq li ser wî hene û şerkerek e û metirsîdar e". Lê paşê têgihîştin ku ez li derveyî lîstikê mirovekî pir aram im.
Rûdaw: Hevjîna te got di roja lîstikê de tu pir acizker î, sedem stress e, westan e, an çi?
Namo Fazil: Hêrs min digire, çimkî di mêjiyê min de ez dibim du kesayet. Ez ji zarokatiyê ve wilo bûm, ew kesê ku dihat şkencekirin digot pirsgirêk nîne, ew kesekî dilpak e lê kesekî din di min de heye ku ew qebûl nake, dibêje qebûl meke, çêran li xwe dike.
Dema ku ez nêzîkî şer dibim, ew kes şiyar e, ji min re dibêje "Ew kesê ku li hemberî te peyman çêkiriye ku rûmeta te bişikîne, te têk bibe, gelê te li erdê bixe, hevjîna min jî ji min re dibêje dilê min tu pir bihêrs î û ez jê re dibêjim welleh tu rast dibêjî. Evîneke min a taybet ji bo hevjîna min heye, çimkî beriya ku hevjîna min be ew hevala min e".
"Mebesta min heqaret nebû"
Rûdaw: Di lîstika te ya dawî de pirsgirêkek di navbera te û Arman de qewimî, bi hêrs tu çûyî ser wî û te got tu dê wî bikujî lê paşê te peyamek belav kir ku pirsgirêk neyê mezinkirin, ev yek çawa bû?
Namo Fazil: Em di salonekê de ne. Wî qiseyek ji Qereçan re gotibû, min jî jê re got were li rûyê min de bibêje ne ji pişt min. Paşê wî lêborîn xwest û got mebesta min heqaret nebû, gava ku yek ji min re bibêje 'Bibore' êdî pirsgirêka min namîne.
Rûdaw: Pêwendiya te bi olê re çawa ye? Me dît tu nimêja sibehê dikî.
Namo Fazil: 5 sal in ez pir nêzîkî Xwedê bûme. Ez her sibe ji bo nimêja sibehê radibim, ew yek aramiyeke mezin dide min. Ez her tim ji her kesî re dibêjim 5 xulekan ji bo Xwedê terxan bikin, jiyana we dê biguhere.
Rûdaw: Tu ji futbolê hez dikî? Kupaya Cîhanê nêzîk e.
Namo Fazil: Bi rastî ez zêde jê nizanim û tênagihêjim. Ez di hefteyekê de 16 caran rahênanê dikim, bala min tenê li ser şer û rahênanê ye.
Rûdaw: Namo Fazil, pir spas ji bo vê demê, ez hêvî dikim di demeke nêzîk de em te li UFCyê û bi kemera şampiyoniyê bibînin.
Namo Fazil: Gelekî spas, demeke xweş.