Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman got ku ew dilgiran e ku piştî vekişîna artêşa Amerîkayê û hêzên din ên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê, êrişên hinek hêzan ên li ser Herêma Kurdistanê bidomin.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman beşdarî bultena Rûdawê bû ku ji aliyê Cefer Mubeşirniya ve dihat pêşkêşkirin.
Silliman li ser metirsiyên heyî got, "Ez ji berdewamiya êrişên bi mûşekan ên Îranê yên li ser hinek neyarên wan ên Kurd dilgiran im ku eger baregehên wan jî nebin, herî kêm li beşeke Herêma Kurdistanê dijîn. Her wiha ez dilgiran im ku ew milîsên Îraqî yên ku berê êrişî Kurdistanê kiriye, dibe ku êrişên xwe bidomînin."
Silliman diyar kir ku ev milîs dê êrişan zêdetir bi armanca çêkirina zexta siyasî ya li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û qelskirina pêgeha bihêz a Kurdan a li hikûmeta Bexdayê bikin.
Balyozê berê yê Amerîkayê li ser rola Bexdayê jî ev tişt anîn zimên:
"Dê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng be ku bi Bexdayê re û bi taybetî bi Serokwezîr Zeydî re bixebite. Ev yek ji bo wê ye ku em piştrast bibin ku hikûmeta Îraqê zexteke siyasî ya bihêz li ser van koman dike. Em hemû dizanin ev kom kî ne. Divê hikûmet zextê li wan bike da ku çekên xwe li dijî beşên Îraqê û cîranên Îraqê bi kar neynin, wekî ku di şeş mehên borî de kirin."
Hevpeyvîna bi Douglas Silliman wiha ne:
Rûdaw: Gelo Amerîka piştrast e ku hêzên Îraqî piştî vekişîna wê dikarin ewlehiya bejahî û asmanî ya welêt biparêzin?
Douglas Silliman: Bi baweriya min ev pirseke gelekî girîng e û ez dizanim ku li Kurdistanê gelek pirs li ser derketina hêzên şerker ên Amerîkayê yên ji Herêma Kurdistanê hene. Xelk dipirse ka dê Îraq çawa Kurdistanê û tevahiya Îraqê li hemberî destdirêjiya derve yan jî destdirêjiya hinek milîsên alîgirên Îranê yên li Îraqê biparêze?
Rastî ev e ku hinek metirsî hene ku divê artêşa Îraqê û Pêşmerge karibin li hemberî wan tevbigerin, heta bêyî hebûna hêzên Amerîkayê jî.
Bê guman operasyonên dijî DAIŞê yên ku ji aliyê Pêşmerge, artêşa Îraqê û Dezgeha Dijeterorê ve hatin kirin gelekî pîşedarane bûn. Loma ez wisa difikirim ku her çend metirsiya çalakiyên tundrew ên DAIŞê mabe jî, ev ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê metirsiyeke kêmtir e.
Tişta ku ez jê dilgiran im û ez wisa difikirim ku gelek Kurd jî jê dilgiran in, ew rastî ye ku bi rastî şiyaneke baş a parastina asmanî ya artêşa Îraqê tune. Wateya vê jî ew e ku dê Kurdistan û beşên din ên Îraqê li ber metirsiya êrişên mûşekên balîstîk yan dronên Îranê bimînin.
Her wiha dê li ber êrişên dron û mûşekên milîsên alîgirên Îranê yên li navxweya Îraqê bimînin. Ev ew qad e ku ez herî zêde jê dilgiran im û ez pêşbînî dikim ku Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî jê dilgiran bin.
Rûdaw: Îro êvarê, berpirsê Şaneya Ragihandinê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê, ti hinceta Îranê nîne ku êrişî Herêma Kurdistanê bike. Tu wisa difikirî ku gotinên vî berpirsê Îraqî dê di pratîkê de jî pêk bên?
Douglas Silliman: Di wê daxuyaniyê de rastiyek heye çimkî çûyîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê, wê hincetê ji destê Îranê û aliyên ser bi Îranê ve yên li navxweya Îraqê distîne ku çekên xwe bihêlin. Bi wateyeke din, ew êdî nikarin bibêjin ku pêwîst e em şiyanên xwe yên mûşekî û dronî bihêlin da ku em rê li ber zererdana Amerîkayê ya li Îraqê bigirin.
Ev hincet ji sibe û pê ve êdî derbas nabe. Lê te berê daxuyaniyên giştî yên hinek milîsan ên li ser dilgiraniya wan a ji hebûna hêzên Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê dîtine. Loma ez wisa difikirim ku ew dê li hinceteke siyasî ya din bigerin da ku çekên xwe di destê xwe de bihêlin.
Rastî ev e ku heta niha, hikûmeta Îraqê ya li Bexdayê ne xwedî bandoreke siyasî yan hêzeke leşkerî ya wisa ye ku karibe Kurdistanê biparêze, qadên petrolê yên başûr biparêze, yan jî Kuweyt, Siûdiye, Îmarat û welatên din ên cîranên Îraqê ji wan êrişan biparêze ku ji aliyê van milîsan ve ji navxweya Îraqê tên kirin.
Loma belê, ev yek wê hinceta siyasî kêm dike ku di destê koman de ye ji bo rakirina çekan. Lê di demeke kurt de şiyana wan a ji bo bikaranîna wan çekan naguherîne. Dibe ku baca siyasî ya bikaranîna wan çekan biguhere lê wekî min got, bikaranîna çekan li wan zehmet nake.
Rûdaw: Tu wisa difikirî ku ev vekişîna hêzan tenê bi dilê Îraqê ye û ne bi dilê Amerîkayê ye? Tu wisa difikirî ku Amerîka bi xwesteka xwe ji Îraqê venakişe?
Douglas Silliman: Ev pirseke zehmet e, ji ber ku li Amerîkayê kesên cihêreng xwedî nêrînên cihêreng bûn li ser vê mijarê. Ez dizanim ku ji bo gelek Îraqiyan, gelek Kurd, Xirîstiyan, Sunî û Êzidiyan, di mayîna berdewam a hêzên Amerîkayê de ya li herêmê cureyek ji dilniyabûnê hebû.
Ez bi temamî piştrast im ku Amerîka dê ji balyozxaneya me ya li Bexdayê û ji konsulxaneya me ya li Hewlêrê piştgirî û alîkariya Pêşmergeyan û wan hêzên Îraqî bidome ku di bin kontrola rasteqîn a hikûmeta Îraqê de ne. Wate piştgirî û alîkariya Amerîkayê dê bidome, tenê hêzên leşkerî li ser erdê namînin.
Lê rastî ev e, piraniya karê ku hêzên Amerîkayê dikir, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, piştgirîkirina hêzên Amerîkayê yên li rojhilatê Sûriyeyê bû. Niha ku Beşar Esed rûxiya ye û li rojhilatê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi karkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re kiriye, pêwîstiyeke kêmtir bi hêzên Amerîkayê heye li rojhilatê Sûriyeyê. Naxwe pêwîstiyeke kêmtir bi piştgiriya lojîstîk a hêzên Amerîkayê ya li navxweya Îraqê dimîne.
Ez ducare dikim, ez wisa difikirim ku Serok Trump dixwaze hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji wan cihan vekişîne ku ti sûda wan a taybet lê nemaye. Tişta tenê ku hêzên Amerîkayê van demên dawiyê dikarîbû li Herêma Kurdistanê bikin, dabînkirina cureyek ji parastina asmanî ya li dijî êrişên milîsên Îraqî yan Îranê yên li ser navçeyê bû.
Ez wisa difikirim ku li Amerîkayê gelek kes hebûn ku dixwestin beşek ji hêzan li Îraqê bimînin. Lê bi eşkereyî Koşka Spî û Pentagonê biryar da ku eger ji hikûmetê were xwestin ku van milîsan kontrol bike, destkeftên siyasî yên vê yekê ji wan destkeftên meydanî zêdetir in ku di mayîna şiyaneke sînordar a parastina asmanî ya li welêt de hene. Loma ev ji bo Washingtonê ne biryareke zehmet bû û di rastiyê de biryara vekişîna hêzên Amerîkayê du sal berê hatibû dayîn.
Rûdaw: Piştî vekişîna Amerîkayê, tu wisa difikirî ku ewlehiya asmanî ya Îraqê dê bikeve destê kê?
Douglas Silliman: Di rastiyê de asmanê Îraqê ti carî bi temamî di bin kontrola Amerîkayê de nebûye. Her çend me ew sazî diparastin ku nêzîkî wan cihan bûn ku hêzên me lê bicihbûyî bûn.
Îraqê şiyaneke pêşketî ya parastina asmanî bi pêş nexistiye. Di du mehên borî de di navbera hikûmeta Îraqê, Wezareta Parastinê û hêzên leşkerî de ji bo kirîna hinek pergalan dan û standin hebûn. Ew dixwazin pergalan bikirin da ku karibin cara ewil balafir, dron û mûşekan tesbît bikin û dest bi parastina asmanê welêt bikin.
Naxwe ev berpirsyariya Bexda û hikûmeta Îraqê ye. Ew nû mijûlî avakirina wê şiyanê ne û heta demeke din jî dê ne bibandor be, lê berpirsyarî dikeve stûyê hikûmeta Îraqê.
Rûdaw: Tu demeke dirêj li Îraqê mayî û te gelek caran serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye. Tu wisa difikirî ku rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê wekî hev e?
Douglas Silliman: Ev pirseke gelekî zehmet e, ji ber ku ev girêdayî wê yekê ye ka çi cure dilgiraniyeke te ya ewlehiyê heye.
Ez li Herêma Kurdistanê ji berdewamiya êrişên mûşekî yên Îranê yên li ser hinek neyarên wan ên Kurd dilgiran im. Heke baregehên wan jî nebin, herî kêm li beşeke Herêma Kurdistanê dijîn. Her wiha ez dilgiran im ku ew milîsên Îraqî yên ku berê êrişî Kurdistanê kiriye dibe ku êrişên xwe bidomînin. Ew dê vê yekê zêdetir bi armanca çêkirina zexta siyasî ya li ser hikûmeta Kurdistanê û qelskirina pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ya li hikûmeta Bexdayê bikin.
Ev dilgiraniyên min ên sereke ne ji bo Herêma Kurdistana Îraqê. Niha parastineke baş li hemberî wan nîne û dê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng be ku bi Bexdayê û bi taybetî bi Serokwezîr Zeydî re bixebite. Ev yek ji bo wê ye ku em piştrast bibin ku hikûmeta Îraqê zexteke siyasî ya bihêz li ser van koman derdixe. Em hemû dizanin ev kom kî ne. Divê zext were kirin da ku çekên xwe li dijî beşên Îraqê û cîranên Îraqê bi kar neynin, wekî ku di şeş mehên borî de kirin.
Rûdaw: Tu wisa difikirî ku piştî vekişîna hêzan, DAIŞ yan komeke bi vî rengî dê dîsa serî hilde?
Douglas Silliman: Îhtimala serîhildana DAIŞê ya piştî çûyîna hêzên Amerîkayê gelekî kêm e. Rastî ev e ku şiyana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, artêşa Îraqê, Polîsê Federal ê Îraqê û Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê bi awayekî berbiçav ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê pêş ketiye.
Eşkere ye ku DAIŞ hewl dide xelkê çekdar bike. Her wiha eşkere ye ku hinek kesên ser bi DAIŞê ve li şikevtên Çiyayê Hemrînê û geliyên Enbarê dijîn ku car caran êrişî binkeyên polîsan yan welatiyên asayî dikin. Lê ev şiyanên biçûk û sînordar in.
Ez di wê baweriyê de me ku artêşa Îraqê, Dijeteror û Pêşmerge dikarin li hemberî van metirsiyan tevbigerin, her çend ew metirsî bin jî. Di rastiyê de ew ji bo vê cureya metirsiyê ne hewceyî Amerîkayê ne.
Rûdaw: Gelo Amerîka di wê baweriyê de ye ku dê komên çekdar ên Îraqê çekên xwe radestî hikûmetê bikin?
Douglas Silliman: Tişta ku ez difikirim ev e ku Washington di wê baweriyê de ye ku dê hinek ji wan koman çekên xwe radestî hikûmetê bikin. Ew dê bi awayekî tevlî Heşdî Şebî yan artêşê bibin. Lê komek yan du kom hene ku pê diçe amade nebin vî karî bikin. Ev yek dê di qonaxa bê de bibe astengiyek li pêşiya Serokwezîr Zeydî.
Wî nexşerêyeke demî ji bo xwe daniye ku balkêş e: Di 90 rojên bê de nabe ku kom ti êrişekê li ser armancên Amerîkayê bikin. Her wiha nabe ku Amerîka jî li navxweya Îraqê ti êrişekê bibe ser koman. Gumanek min nîne ku ev tiştek e ku dikare pêk were. Lê piştre şeş mehên din danîne da ku van milîsan razî bike ku çekên xwe radestî dewletê bikin û çekdarên xwe di nava Heşdî Şebî yan artêşê de cih bikin.
Ez wisa difikirim ku dê ji bo hinek koman ev yek pêk were. Lê ew dê ji bo komek yan du komên ku ajandaya siyasî ya Îranê hene, wê diparêzin û fermanan ji Supaya Pasdarên Îranê werdigirin zehmet be. Her wiha dê ji bo wan komên ku dixwazin hêzeke siyasî-leşkerî ya serbixwe bihêlin da ku bandora wan a li navxweya Îraqê parastî be jî zehmet be.
Ev her du mijar wisa dikin ku dê ji bo hikûmetê zehmet be ku wan bi dilê wan razî bike daku dest ji çekên xwe yên giran, mûşek û dronên xwe berdin. Loma bersiv bi qismî belê ye û bi qismî nexêr e. Ez wisa difikirim ku dê hinek ji wan vî karî bikin û ez piştrast im ku dê hinekên din vî karî nekin.
Rûdaw: Amerîka heta niha di nav şer de ye li gel Îranê, û sibe jî bi temamî ji Îraqê vedikişe. Tu naponijî ku Amerîka ji serdestiya Îranê ya li Îraqê dilgiran e? Wate naxwaze êdî rê li ber hegemoniya Îranê bigire li Îraqê?
Douglas Silliman: Ez wisa difikirim ku nêzîkatiya Amerîkayê ew e ku ne merc e tenê bala xwe bide ser hêza leşkerî. Eşkere ye ku Îran bi rêya wan milîsên ku berê alîkariya damezirandina wan kiriye, li navxweya Îraqê xwedî pêgeheke mezin e.
Rastî ev e ku Îraq ji derveyî kerta leşkerî, hewceyî alîkariyeke gelekî zêdetir e. Wate pêwîstiya wê bi bipêşketina aborî, veberhênan, kerta bankî û dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanên Îraqî û ciwanên Kurd heye. Ev tişt in ku Îran bi tu awayî nikare ti alîkariyekê tê de bike.
Îran dikare alîkariya darayî bide ciwanên başûr ên ku bêkar in û keleşnîkofekê bide wan û wan bike leşkerên milîsan. Lê ev ne karekî baş e. Tişta ku pêwîstiya Îraqê pê heye, veberhênan, sermaye û girêdana aboriya Îraqê bi aboriya cîhanê re ye.
Ev ew qad e ku Amerîka dê xebatên xwe tê de bidomîne û dikare hinek karan bike ku Îran dê ti carî şiyana kirina wan nebe.

