Birêvebirê Hilberîn û Xebitandinê yê Elektrîka Hisîçayê Selah Biro ragihand ku mehekê şûn de dê kareba baştir bigihîje Hisîça û Qamişloyê.
Mijara elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li herêma Cizîrê bûye rojeva sereke ya xelkê.
Ji malan bigire heta kolanan, li ser rewşa kareba û metirsiya zêdebûna bihayê wê dilgiranî heye.
Endezyar Selah Biro li ser vê mijarê bû mêhvanê bultena Rûdawê.
Selah Biro da zanîn ku pêwîstiyan wan bi 500 megawattî heye lê tenê 50 megawatt tê û got, “Eger xeta Mabrûkayê çêbibe em dê rojê 12 saetan elektrîkê bidin.”
Hevpeyvîna Birêvebirê Hilberîn û Xebitandinê yê Elektrîka Hisîçayê Selah Biro ya bi Rûdawê re:
Rûdaw: Mamoste Selah dem baş. Hûn bi xêr hatin bultena Rûdawê. Rewşa kareba li parêzgeha Hisîçayê çawa ye û rojane çi qas elektrîk digihîje parêzgehê?
Selah Biro: Rewşa karebayê li parêzgeha Hisîçayê gelekî ne baş e. Ji bo ku em ji xelkê re eşkere bikin, rêjeya ku ji Bendava Tişrînê tê gelekî kêm e û daketiye asta 50-60 megawattî. Ev rêje têra xelkê nake. Ev 50 megawatt di rojekê de digihîje parêzgeha Hisîça û bi qasî 4 saetan li xelkê tê dabeşkirin.
Bajarên mezin ên wekî Hisîça û Qamişloyê ev du sal in di rewşeke bêkareba de bûn, ji ber ku kareba gelekî kêm dihat. Zêdetirî 8 salan e ku elektrîka pergalî bi rêkûpêk nehatiye. Sedema vê yekê kêmbûna ava bendavê bû.
Niha rewş hinekî baştir bûye. Ji bo ku em karibin karebayê bidin her du bajaran, divê em çareseriyê ji pirsgirêkên wekî dizî û xirabûna stasyonên elektrîkê re bibînin.
Rûdaw: Çi qas kar û dem pêwîst e heta ku hûn wan xirabiyan sererast bikin û nûjen bikin?
Selah Biro: Li gund û bajarokên derdora parêzgehê, kareba li ser pergala berê ye û ji wan re tê peydakirin. Lê em giranî didin ser Hisîça û Qamişloyê. Em hêvî dikin ku di nava mehekê de rewşa elektrîkê baştir bibe, ji ber ku 14 stasyonên nû yên elektrîkê ji me re hatine. Em dê van li Hisîça û Qamişloyê bi hevahengiya bi şirketa giştî re dabeş bikin.
Rûdaw: Ango piştî mehekê ku 14 stasyonên nû bên danîn, dê rewşa karebayê çi qas baştir bibe? Dê saetên elektrîkê zêdetir bibin?
Selah Biro: Na, ev stasyonên ku hene miqdara karebayê zêde nakin lê belê dibin alîkar ku elektrîk baştir bigihîje xeêlê. Kesên ku ji ber xirabûna stasyonan bê elektrîk mabûn, dê sûdê ji wan 4 saetan wergirin.
Rûdaw: Baş e, pêdiviya parêzgeha Hisîçayê rojane bi çend megawatt elektrîkê heye da ku li hemû bajaran elektrîk hebe?
Selah Biro: Pêdiviya parêzgeha Hisîçayê bi 500 megawatt karebayê heye. Beriya krîza Sûriyeyê jî pêdiviya me bi vê miqdarê hebû. Niha ji 500 megawattî, tenê 50 megawatt heye. Lê eger xeta nû ya bi navê "Mabrûka" ku ji Bendava Tişrînê tê were çêkirin, dê rewş baştir bibe.
Ev xet salên borî hatibû rûxandin. Soz hene ku ev xet ji nû ve were avakirin. Eger ew dest bi kar bike dê dora 150 megawatt elektrîk were û em hêvî dikin ku em karibin rojê 10 heta 12 saetan karebayê bidin welatiyan. Tê payîn ku xeta Mabrûkayê were çêkirin
Rûdaw: Çi qas dem pêwîst e heta ku xeta Mabrûkayê bi temamî were çêkirin?
Selah Biro: Xeta Mabrûkayê xeteke voltaja bilind e û bi Wezareta Enerjiyê û Şirketa Giştî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye. Wan soz daye me û dest bi kar kirine. Tê payîn ku di nava sê mehan de biqede.
Rûdaw: Bê guman hûn agahdar in, li parêzgeha Hisîçayê bihayê amperên jeneratorên taybet heye. Sê cureyên wan hene: 6 saetî, 12 saetî û 24 saetî. Niha bihayê wan çend e?
Selah Biro: Ev mijar ne bi me ve girêdayî ye, bi şaredariyan ve girêdayî ye. Lê em wekî birêvebiriya karebayê , ji ber pirsgirêkên welatiyan û kêmbûna mazotê, em du dewaman dixebitin da ku em karibin elektrîka pergalî bigihînin her malê, her mal bi kêmî ve 4-5 saetan.
Rûdaw: Bihayê elektrîka niştimanî ya hikûmetê çend e?
Selah Biro: Heta niha ti pere ji welatiyan nehatiye wergirtin û tarîfe nehatiye danîn. Heya ku kareba kêm be, dê biha jî kêm be.
Rûdaw: Gelo ti şirket hene, çi navxweyî çi navneteweyî ku bixwazin di sektora elektrîkê de li parêzgeha Hisîçayê hilberînê bikin?
Selah Biro: Heta niha tiştekî fermî nîne. Rêxistinên ku alîkariyê dikin û materyalên karebayê ji me re peyda dikin hene. Sala borî alîkariyeke baş hat kirin. Rêxistin amade ne ku alîkariyê bikin lê heta niha tiştekî fermî nîne.
Rûdaw: Gelekî spas ji te re Birêvebirê Hilberîn û Xebitandinê yê Elektrîka Hisîçayê Endezyar Selah Biro. Tu gelekî bi xêr hatî.
.webp&w=3840&q=75)

