Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûken Cemal ragihand ku dê 1500 şervanên wan tevlî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin û ev biryar piştî hevdîtinên li Şamê hatiye dayîn.
Şandeyeke YPJyê bi serokatiya Fermandara Giştî Newroz Ehmed 25 û 26ê Tebaxê li Şamê bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re civiya.
Rûken Cemal diyar kir ku ew dê wekî "Hêza Erkên Taybet" tevlê Wezareta Karên Navxwe bibin.
Li gorî zanyariyan, dê 1500 şervan bi hemû fermandar û saziyên xwe ve di vê yekîneyê de cih bigirin.
Rûken Cemal got ku ev yekemîn yekîneya taybet a jinan e li nav wezaretê.
Berdevka YPJyê da zanîn ku ji destpêka şoreşê ve 52 şervanên wan dîl ketibûn.
Lê bi hewldanên wan heta niha piraniya wan hatine berdan.
Wê anî zimên ku hîn 6 şervanên wan di girtîgehê de ne û ew ji bo berdana wan hewl didin.
Her wiha wê da zanîn ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê heta niha 979 şervanên YPJyê şehîd ketine.
Berdevka YPJyê Rûken Cemal derbarê hevdîtinên Şamê, tevlîbûna YPJyê ya artêşa Sûriyeyê û gelek mijarên din pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Hema em ji hevdîtina we ya dawî ya li Şamê dest pê bikin. 25 û 26ê Tebaxa borî de, di navbera şandeya we û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de civîn û dan û standin çêbûn. Hûn li gel kîjan berpirsên hikûmeta Sûriyeyê civiyan?
Rûken Cemal: Wekî ku we jî anî ziman, 25 û 26ê mehê li Şamê gelek hevdîtin di navbera birêvebirên Rojavayê Kurdistanê û rayedarên hikûmeta Şamê de çêbûn.
Fermandara Giştî ya YPJyê Heval Newroz Ehmed bi şandeyê re beşdar bû. Rojeva sereke nirxandina rewşa siyasî û bandora wê ya li ser Sûriyeyê bû. Mijarên wekî avakirina Sûriyeyeke nû bi hev re, parastin û îdareya wê, rojevên sereke bûn. Her wiha zimanê Kurdî û cihgirtina wî ya di perwerdeyê de yek ji rojevên me yên asasî bû.
Îro 14-15 sal in nifşekî nû bi zimanê xwe yê dayîkê dixwîne. Ew derfet hat avakirin û îro jî di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a îsal de, ev yek di warên siyasî, îdarî, ziman, çand û parastinê de heye. Yek ji rojevên Hevala Newroz a di van civînan de jî dîsa YPJ bû.
Rûdaw: Ji bo YPJyê encamên herî girîng ên van civînên Şamê çi bûn?
Rûken Cemal: Di civîna 25 û 26ê mehê de Hevala Newroz Ehmed, careke din rojeva YPJyê xiste rojevê. Pêşniyarên me hebûn ku em çawa dikarin wekî YPJ hem hebûna xwe biparêzin hem jî bi awayekî fermî di nav Wezareta Parastinê de cihê xwe bigirin. Li ser vê bingehê, 27ê Tebaxê hevdîtineke me ya taybet bi Wezareta Karên Navxwe re çêbû.
Ji fermandariya me Hevala Newroz Ehmed, Hevala Sozdar Hacî û Fermandara Ketîbeya YPJyê ya Qamişloyê Hevala Zîlan Cesûr tevlî civînê bûn. Em bi hev re çûn Wezareta Karên Navxwe. Hevdîtina me li wê derê bi Wezîrê Karên Navxwe Enes Xettab û alîkarê wî re çêbû.
Her wiha du jinên payebilind ên leşkerî jî amade bûn ku eqîd bûn. Me mijara entegrebûna YPJyê xiste rojevê û bi detay li ser hat rawestîn.
Rûdaw: Yanî niha tevlîbûna we ya Wezareta Karên Navxwe hatiye pesendkirin? Hûn wekî hêzeke erkên taybet tevlî wê dibin yan çawa?
Rûken Cemal: Belê, em dikarin bibêjin wekî destpêk hat pesendkirin, nêzîkbûneke erênî hat nîşandan. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJyê roleke mezin lîstiye lê li Sûriyeyê hîn neqebûlkirineke tam heye ku jin bi awayekî aktîv di artêşê de cih bigirin. Em jî têkoşîna wê yekê dikin.
Me guncav dît ku em tevlî Wezareta Karên Navxwe bibin. Esas ji bo me ew e ku em xwe wekî kîtleyeke rêxistinkirî biparêzin bi şervan, sazî û fermandarên xwe.
Dema me dît ku Wezareta Karên Navxwe bi taybetî ji bo "Hêza Erkên Taybet" erênî nêzîk dibe, me ev guncav dît. Armanca me ew e ku em beşdarî avabûna Sûriyeyeke nû bibin û parastina jinan bikin. Li ser vê esasê her du alî jî erênî nêzîk bûn ku YPJyê wekî hêzeke antîteror tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe.
Rûdaw: Hêza antîteror heman Hêza Erkên Taybet e? Cewhera vê hêzê çi ye?
Rûken Cemal: Rast e. Hêza Erkên Taybet hêzeke operasyonel e ku di rewşên awarte de, çi ji navxwe be çi ji derve be, amade ye. Ev karakter nêzîkî me bû. Her wiha ji bo parastina jinan a li hemberî tundî û bêmafiyê, ev hêza erkên taybet xwedî gelek desthilatan e. Me dît ku ev yek nêzîkî erk û armancên me ye.
Rûdaw: Hûn dê wekî firqe an lîwa tevlî bibin? Hûn dê çawa xwe wekî pêkhateyeke serbixwe biparêzin?
Rûken Cemal: Di nîqaşa me de ya bi Wezareta Karên Navxwe re me xwest ku em wekî kîtle di nav de cihê xwe bigirin bi hêza xwe, fermandariya xwe û branşên xwe yên cuda. Ew jî wekî prensîb erênî nêzîk bûn lê ev ne biryara dawî ye.
Wê zêdetir li ser hûrgiliyan rawestin û bi fermandariyên ewlehiya navxwe yên Hisîça û Helebê re nîqaş bikin. Dê hevdîtinên me dîsa çêbibin.
Rûdaw: Ev lihevkirin, garantîkirina meaş û pileya serbazî ya şervanên jin li xwe digire?
Rûken Cemal: Ji ber ku ev yekemîn nîqaş bû, armanc ew bû ku hebûna YPJyê were pesendkirin. Em pir neketin nav van hûrgiliyan. Lê em bawer in ku di hevdîtinên paşerojê de ev hemû dê bi berfirehî werin nîqaşkirin.
Rûdaw: Ti xalên nakokî yan asteng hene di vê peymanê de?
Rûken Cemal: Heta niha me astengiyeke mezin nedîtiye lê hat gotin ku ev yek li herêmên me wekî Hêza Erkên Taybet dikare were qebûlkirin lê ji bo giştî Sûriyeyê, ev hîn zû ye. Gotin, "Em ji bo wê ne amade ne."
Rûdaw: Gera bê ya dan û standinan a li Şamê dê kengî be?
Rûken Cemal: Niha ne zelal e lê dê di rojên pêş de çêbibe. Me hefteyek-deh roj dem da hev. Piştî nîqaşan, dê dema hevdîtina nû bê diyarkirin.
Rûdaw: Hejmara şervanên YPJyê çend e û dê çend ji wan tev li Wezareta Karên Navxwe bibin?
Rûken Cemal: Heta şerê dawî yê ku lîstokeke qirêj bû hejmara me digihişt 3 hezar û 500 şervanan. Lê beşek ji şervanan, bi daxwaza xwe û pesendkirina fermandariya me, derbasî Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Navxwe) bûn. Beşekî jî vegeriya jiyana sivîl an saziyên Rêveberiya Xweser.
Hejmara ku me bi Wezareta Karên Navxwe re nîqaş kir, 1500 şervanên YPJyê ne ku dê bi fermandariya xwe ve wekî Hêza Erkên Taybet tev li wezaretê bibin.
Rûdaw: Ew dê li kû derê belav bibin?
Rûken Cemal: Şervanên YPJyê li Kobanî, Hisîça, Qamişlo û Dêrikê ne. Wekî destpêk, nîqaş ew e ku li van herêman wekî yekîneya antîteror rolê xwe bilîzin.
Rûdaw: Wezareta Karên Navxwe tekane bijarde bû ji bo we?
Rûken Cemal: Bijardeyên din jî hebûn, wekî tevlîbûna Asayîşê lê me xwest ku em wekî hêzeke rêxistinkirî hebûna xwe biparêzin û di nav Hêzên Erkên Taybet de cih bigirin.
Rûdaw: Di nav Hêza Erkên Taybet de berê endamên xwe hene yan hûn dê ava bikin?
Rûken Cemal: Endamên xwe li parêzgehên Sûriyeyê hene lê wekî jin an yekîneyeke xweser a jinan tune. Eger bê pesendkirin, ev dê bibe yekemîn yekîneyên taybet ên jinan ên Wezareta Karên Navxwe.
Rûdaw: Rastiya nûçeyên vekirina navendên rahênanê ji bo we li Şamê çi ye?
Rûken Cemal: Ev yekemîn hevdîtina me bû. Heta niha tiştek bi fermî nehatiye kirin. Em hîn bi fermî beşdarî wezaretê nebûne. Lê eger were pesendkirin, dibe ku di paşerojê de li Şamê an li herêmên me akademî vebin.
Rûdaw: Çend şervanên YPJyê girtî ne? Çend ji wan hatin berdan?
Rûken Cemal: Ji destpêka şoreşê heta niha 52 hevalên me dîl ketibûn. Di encama hewldanên me de gelek hevalên me hatin berdan lê 6 hevalên me hîn girtî ne. Sala 2025an 13 hevalên me, îsal jî di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşçn de 33 hevalên me hatin berdan.
Hevaleke me ya bi navê Çîçek Kobanî, di şerê Girê Spî de esîr ket destê komên girêdayî Tirkiyeyê û mixabin cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Hinceta wan jî ev bûye ku guya ketiye axa Tirkiyeyê. Lê ew li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê hat dîlkirin. Em bangî hemû aliyan dikin ku ji bo rizgarkirina van 6 hevalên me bibin hevkar.
Rûdaw: Heta niha çend şervanên YPJyê şehîd bûne?
Rûken Cemal: Bîlançoya herî dawî 979 şervanên YPJyê şehîd bûne. Bi sedan birîndar û gazî jî hene. Her wiha şehîdên me yên enternasyonal jî hene. Yekem şehîda enternasyonal Ivana Hoffmann bû ku di şerê Kobaniyê de şehîd ket. Şervanên me yên Ereb jî şehîd bûne. Bi berdêlên giran em gihîştin vê qonaxê û em dê vê têkoşînê bigihînin serkeftinê.


