Hevserokê Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) yê Saxony-Anhaltê Oliver Kirchner got ku partiya wan dixwaze bi siyaseta xwe “serweriya hiqûqê” vegerîne û koçberiya neyasayî bi dawî bike lê armanca wan ne Kurd û Tirk in, armanc “koçberên neyasayî” ne.
Li herêma Saxony-Anhalta ku AfD di hilbijartinên wê de hêzeke mezin e, mijara koçberiyê yek ji mijarên sereke yên kampanyaya vê partiyê ye.
Kirchner ragihand ku eger AfD bibe desthilat, ew dê alîkariya darayî ji bo kesên ku bi rêyên neyasayî hatine Almanyayê rawestînin û dixwazin koçberên biyanî yên tawanbar dersînor bikin.
Kirchner di heman demê de got ku ev siyaseta wan ne li dijî hemû biyaniyan e û kesên ku bi awayekî yasayî li Almanyayê dijîn, dixebitin û bacê didin, ne armanca siyaseta AfDyê ne.
Li gorî wî, Kurd, Tirk, Îtalyan û hemû kesên ku bi awayê yasayî li Almanyayê dijîn dikarin li wir bijîn û ji xwe ji aliyê AfDyê ve jî wekî beşek ji civakê tên dîtin.
Kirchner her wiha rexneyên li ser bandora AfDyê ya li ser aborî û civakê red kirin û got ku siyaseta niha ya enerjiyê û burokrasî zererê didin pîşesaziyê.
Wî ragihand ku AfD dixwaze burokrasiyê kêm bike, şert û mercên karê sektora navîn hêsantir bike û bi siyaseta enerjiyê ya ku ji ya niha “bi sûdtir” e derfetên kar zêde bike.
Kirchner derbarê daxwaza qedexekirina AfDyê jî got ku ev daxwaz “henek” e û da zanîn ku ew xwe wekî demokrat dibîne.
Wî her wiha got ku AfD partiyeke ji bo hemû şêniyên Almanyayê ye û Kurd, Tirk û Îtalyan jî di nav wan de ne.
Hevserokê Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) yê Saxony-Anhaltê Oliver Kirchner pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Kirchner, gelekî spas. Hûn wekî AfD behsa rizgarkirina Saxony-Anhaltê dikin. Bi awayekî şênber ev çi wateyê dide gel, eger piştî salekê AfD li vê herêmê bibe desthilat?
Oliver Kirchner: Em dixwazin vegerin ser prensîba serweriya hiqûqê. Em dixwazin hikûmet pêbendî maf û yasayan be; em dê vê yekê pêk bînin lê ev hikûmeta niha vê yekê pêk nayîne. Ew li dijî wan yasayan e ku di meriyetê de ne. Rê dide koçberiyeke mezin û pereyan dide wan kesên ku bi awayekî neyasayî koç kiriye. Madeya 18emîn a Yasaya Koçberan rê nade vê yekê. Bi heman awayî di madeya 16emîn ya Yasaya Bingehîn a Almanyayê de ti kesê ku mafê wî yê mayîna li Almanyayê nebe, mafê wî nîne pereyan wergire.
Em dixwazin vê yekê biguherînin. Her wiha em dê hewl bidin da ku ew kesên ku li vir dibin tawanbar û bi eslê xwe ne Alman in, werin dersînorkirin. Em dê her tim bi rêya demokrasiya rasterast û referandûmê gel bixin nava mijarên giring ên Saxony-Anhaltê, ji ber ku em bawer dikin gelê me ne ehmeq e. Divê em zêdetir guh bidin şêniyên Saxony-Anhaltê û bi tena serê xwe biryaran negirin lê tiştê ku gelê vê parêzgehê dixwaze jî pêk bînin.
Rûdaw: Birêz Kirchner, rexnegir dibêjin eger AfD hikûmeta vê herêmê bigire dest, dê di warê aborî û civakî de were îzolekirin û li derve bimîne. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Oliver Kirchner: Çi tiştê ku pêwendiya wê bi aboriyê re heye, ji aliyê vê hikûmetê ve hatiye rûxandin. Polîtîkayeke şaş di warê enerjî û aboriya me de dimeşînin û rê didin koçkirina wan kesên ku dixwazin li vir bixebitin, ji ber ku divibû bacên pir giran bidana, lewra koçî Swîsre, Amerîka û gelek cihên din kirin. Em dixwazin wan kesan vegerînin. Em dixwazin burokrasiyê di aboriyê de ji holê rakin. Em dixwazin hinek pêvajoyan ji ya niha kurttir bikin da ku çîna navîn hinekî nefesê bistîne. Divê em di sektora pîşesaziyê de derfetên kar ava bikin, bi polîtîkayeke enerjiyê ya ku ji ya niha bi sûdtir be. Niha pişta xwe bi enerjiya roj û bê ve girê didin lê bi dîtina min ev berhemên ji ber xwe ve ne. Mirov ti carî welatekî pîşesaz bi wan ve girê nade, divê polîtîkayeke enerjiyê ya jêhatî hebe da ku derfetên kar werin afirandin.
Rûdaw: Dibe ku hûn di parlamentoya herêmê de bibin fraksiyona herî mezin. Hûn amade ne gelo li gel partiyekê kar bikin?
Oliver Kirchner: Me wekî mixalefet her tim proje û biryar pêşkêş kirin û me hewl da em beşdar jî bibin lê her tim rê li ber me dihat girtin. Em hinekî cuda ne, eger em daxwaziyeke baş ji wan partiyan jî bibînin ku mebesta wan qenciya gelê Saxony-Anhaltê be, em dê her tim dengan bidin. Di nava Çepgir û Keskan de jî proje û biryarên baş hebûn. Ji bo me ne girîng e kî pêşniyar dike, em tenê li naverokê dinêrin. Eger em bi tenê hikûmetê ava bikin, wê demê em dê bernameya xwe pêk bînin. Eger em bi tenê nebin desthilat, em li beramberî her partiya ku bixwaze li gel me siyasateke baştir ji bo vî gelî bike, vekirî ne.
Rûdaw: Ez 27 sal berê hatim Almanyayê û eger ji ber xwendina xwe neçar nebûma ji vir herim, dê hîn jî li paytexta Saksonya-Anhaltê bijîyama. Gelo hûn an partiya we dê min dersînor bikin?”
Oliver Kirchner: Ez ti kesê ku bi awayekî yasayî li vî welatî ye dersînor nakim. Mirov dikare li ser vê mijarê biaxive, kesek bi awayekî neyasayî tê vî welatî lê bi saya yasayan derfeta kar didin. Dikaribûn bi awayekî yasayî werin welêt û alîkariya me bikin. Em ji bo her kesê ku bixwaze were vir û wekî me bijî, bi me re bijî û rê bide ku bi vê şêwaza çanda me bijî, vekirî ne û em bixêrhatinê li wan dikin.
Rûdaw: Hûn derbarê daxwazên wekî ya Cem Ozdemîr ku daxwaza qedexekirina AfDyê dike çi dibêjin?
Oliver Kirchner: Kî dikare partiyeke ku ji sedî 42yê dengan di destê wê de ye, qedexe bike? Ku partiya wî li Saxony-Anhaltê tenê ji sedî 5ê dengan standine. Eger partiyeke xwedî ji sedî 5ê dengan bixwaze ku partiyeke xwedî ji sedî 42yê dengan e qedexe bike, ev yek ji bo min tiştekî mîna henekê ye. Ez xwe wekî demokratekî resen dibînim. Ti pêwendiya min li gel rastgirên tundrew nîne û ez ti hevalê xwe jî nas nakim ku bi me re be û rastgirekî tundrew be.
Em bi awayekî sade dixwazin rewşa gelê Almanyayê baştir bibe, ne tenê Almanan lê wan kesên ku li vir li gel me dijîn û êdî bûne gelê vî welatî. Ev Îtalyan in, Tirk in û Kurd in, em ji bo wan jî siyasetê dikin. Pirsgirêka li Almanyayê ev e: Kurdek, Tirkek yan jî Îtaliyanek di xwaringeha xwe de bacê dide lê bi heman çavî li wî û li kesekî ku bi kêrê di nava kampan de karên xwe dimeşîne tê nêrîn. Em vî tiştî naxwazin. Em dixwazin ku ew kesên li vir bacê didin, mafê wan ê denganê jî hebe û karibin me jî hilbijêrin, ji ber ku em ji bo wan jî siyasetê dikin. Lewra ez wan vedixwînim da ku bi hev re vê herêmê ber bi pêş ve bibin û pergala civakî biparêzin, ev daxwaz ji bo her kesî ye.
Rûdaw: Birêz Kirchner, gelekî spas. Pirsa min a dawî, hûn çi ji wan kesan re dibêjin ku dilgiran in û ditirsin hûn di heftiyên bê de werin ser kar û vê herêmê bi rê ve bibin?
Oliver Kirchner: Ez tirsa wan kesan fehm dikim ku wekî niştecihên Almanyayê li wî welatî dijîn lê ez nikarim vê yekê fêm bikim ku xwaringehên Tirkî yên li Hazebaxplatzê tên girtin û li dijî AfDyê xwenîşandanan dikin. Ew li gel wan kesên ku ala Partiya Marksîst-Lenînîst a Almanyayê hildigirin, di nav bajêr de digerin.
Bi baweriya min, ev biyanî dikin ku ji aliyê çepgirên nerast ve werin bikaranîn. Wekî min got, ez ji bo her kesî ku dixwaze wekî me li vir bijî, siyasetê dikim. Ji bo her kesê ku bixwaze bi me re biaxive, li ser seran û li ser çavan.
Ez diçim cem xwediyên xwaringehên Tirkî û bi wan re diaxivim, ew ne armanc in. Bi rastî, armanc ew biyanî ne ku bi awayekî neyasayî hatine vir û dixwazin pergala me ya alîkariya civakî bi awayekî xirab bi kar bînin.
Nîvê kesên ku ji pergala me alîkariya civakî werdigirin, ne Alman in û vê yekê bi xirabî bi kar tînin. Em vî tiştî naxwazin. Ev yek eger li Tirkiyeyê an li Îranê bûya, ew jî dê jê dilxweş nebûna, ti welat rewşeke wiha napejirîne. Yên ku dixwazin bi me re kar bikin, bila werin em bi hev re siyasetê diyar bikin lê yên neyasayî û tawanbar, ez dixwazim wan vegerînim wî cihê ku jê hatine.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo dema we.
Oliver Kirchner: Bi kêfxweşî.


