Seroka lîsteya Partiya Keskan a Saksony-Anhaltê Susan Sziborra-Seidlitz got, “Partiya Keskan kilîla hilbijartinên Almanyayê ye.”
Li Almanyayê çavê hemû lîstikvanên siyasî li hilbijartinên herêma Saxony-Anhaltê ye ku dê 7ê Îlonê werin kirin.
Partiya rastgirên tundrew AfD bi hêzeke mezin ber bi serketinê ve diçe.
Di vê heyamê de partiyên demokrat jî hewl didin hevsengiya hêzê biparêzin.
Seroka Lîsteya Partiya Keskan a li Saxony-Anhaltê Susan Sziborra-Seidlitz ji Rûdawê re axivî.
Susan Sziborra-Seidlitz ragihand ku ew ji bo derbaskirina benda ji sedî 5an a dengan hevrikiyê dikin.
Bi gotina wê armanca wan ew e ku piştî sala 1945an cara yekem li pêşiya desthilata rastgirên tundrew bibin asteng.
Seidlitz da zanîn ku eger ew bikevin parlamentoyê, beşdarbûna wan di hikûmetê de derfeteke rasteqîn e û ew dê nehêlin pirrengiya herêmê bibe qurbaniya nijadperestiyê.
Seroka Lîsteya Partiya Keskan a li Saxony-Anhaltê Susan Sziborra-Seidlitz, pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Xanim Susan Sziborra-Seidlitz, gelek spas ji bo wextê te. Çima divê ew 1,7 milyon kesên ku li Saxony-Anhaltê mafê wan ê dengdanê heye, dengê xwe bidin we?
Susan Sziborra-Seidlitz: Em ji bo bidestxistina 70 hezar dengan û zêdetir hevrikiyê dikin. Bê guman em ji bo ji sedî 5an û bi kêfxweşiyeke mezin jî ji bo zêdetir dengên li Saxony-Anhaltê hevrikiyê dikin. Ev ji sedî 5 girîng e, ji ber ku di dawiyê de divê biryar were dayîn ka li Saxony-Anhaltê cara yekem ji sala 1945an ve careke din rastgirên tundrew li herêmeke Almanyayê desthilatê digirin dest an na.
An jî em dê bibin xwedî parlamentoyekê ku piraniya wê ji demokratan pêk tê. Ev jî girêdayî ji sedî 5an a me ye û em ji bo wê hevrikiyê dikin.
Rûdaw: Hûn mifteya van hilbijartinan in, hûn dikarin çawa wan ciwan û wan kesên ku ji AfD û nijadperestiyê ditirsin îqna bikin ku herin dengê xwe bidin û Keskan hilbijêrin?
Susan Sziborra-Seidlitz: Em di heman astê de li gel xelkê gotûbêjan dikin. Em li her cihê civakê ne, di nav civaka biyaniyan de, di nav civaka keskesorê de, di nav jinan de.Li cem jinên xwebawer û çalak, li wan cihên ku xelk ditirse, em bi rewşenbîran, dêran û saziyên civaka sivîl re diaxivin. Ev ew kom in ku ji hikûmeteke rastgir a tundrew bi fikar in.
Em bi xelkê re di nav pêwendî û dan û standinê de ne û em wan bi ciddî werdigirin. Em dilgiraniyên wan bi ciddî werdigirin lê erkê me ye jî ku em wan teşwîq bikin. Pêkan e pêşî li hatina ser desthilatê ya hikûmeteke rastgir a tundrew were girtin ku em hemû jê ditirsin. Eger em bikevin parlamentoyê, em dikarin di vê yekê de bi ser bikevin.
Rûdaw: Gelo ti derfetên we yên rasteqîn hene ku hûn beşdarî hikûmetê bibin?
Susan Sziborra-Seidlitz: Derfeta beşdarbûna di hikûmetê de rasteqîn e. Eger em bibin beşek ji parlamentoya herêmê, wê demê em dê bibin beşek ji piraniya demokratîk ku divê bi awayekî hikûmetê ava bike lê ev mijarek e ku em dê piştî 7ê Îlonê pê re mijûl bibin û niha em ji bo wê yekê kar dikin ku ev piraniya demokratîk pêk bê.
Rûdaw: Hûn di wê baweriyê de ne ku dê piştî 7ê Îlonê gelek kes ji Saxony-Anhaltê koç bikin ji ber ku dibe AfDyê piraniya dengan bi dest xistibe?
Susan Sziborra-Seidlitz: Rêyeke din nîne, AfD dê gelek dengan bi dest bixe. Dibe ku bi hejmaran jî bibe pêşenga hilbijartinan. Ya diyarker ew e ku piraniyek demokratîk hebe û ew derfet bê dayîn ku piştî 7ê Îlonê hikûmeteke demokratîk bê avakirin. Ji ber ku wê demê dilgiraniyên xelkê, di nav de yên biyaniyan, civaka keskesorê û jinan jî dê kêm bibin.
Lê belê bê guman divê mirov çavê xwe li wê yekê negire ku zêdetirî ji sedî 40ê xelkê bi partiyeke rastgira tundrew re ne ku ev hesta geflêxwarinê çêdike. Ez ji wan hemû kesên ku herêmê bi cih dihêlin fêm dikim lê ez ji wan hêvî dikim ku li vir bi me re bimînin, em mil bi mil û bi hev re bihêz bin û xema wê yekê bixwin ku ev herêm wekî her carê pirrengiya xwe ya bedew biparêze.
Rûdaw: Pirsa dawî, gelo ji aliyê we ve û wekî partiyên demokratîk li vir li Saxony-Anhaltê çi şaşî heye ku we ew qasî deng ji rastgiran re hiştine û we nekarîbû wan ji bo xwe bi kar bînin?
Susan Sziborra-Seidlitz: AfD hêza xwe ji wî beşê xelkê werdigire ku em wan li hemû welatên Ewropayê dibînin û xwedî wêneyeke rastgir û tundrew a piştrastkirî ne.
Ji bilî vê, ew kesên ku ne xwedî cîhanbîniyeke rastgir û tundrew in, dibe ku heta niha qet deng nedabin. Ew dibe ku bixwazin bibin beşek ji tevgerekê. Lê ez fêm nakim ew çawa Ulrich Siegmund (Serokê Lîsteya Partiya AfDê ya li Saxony-Anhaltê) wekî kesekî hêja dibînin.


