Serokê Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê yê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê Îsmet Remedan ragihand ku bernameya nû û yekbûyî ya Sûriyeyê pirtûkên dersên dîrok, cografya û felsefeyê dê ji bo zimanê Kurdî werin wergerandin.
Îsmet Remedan ragihand ku proseya wergerê dest pê kiriye û 3 komên pispor û şareza di bin çavdêriya Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê de li ser dixebitin.
Tê payîn ku pirtûkên zimanê Kurdî yên ji pola yekem heta dozdehem di destpêka sala nû ya xwendinê de amade bin û li xwendekaran werin belavkirin.
Her wiha pirtûkên wergerandî yên dersên dîrok, cografya û felsefeyê jî dê "di demeke nêzîk de" amade bibin.
Lê belê wî li ser plana demî ya dawî ya wezaretê ya ji bo temamkirina hemû bername û pirtûkên Kurdî diyar kir ku ew nikarin bersiva vê pirsê bidin.
Îsmet Remedan pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Piştî yekkirina bernameyeke xwendinê li Sûriyeyê, guhertinên herî berbiçav ên di bernameyê de çi bûn? Di amadekirina bernameya yekbûyî ya Sûriyeyê de wezaretê sûd ji kîjan materyal û ezmûnên bernameya Rêveberiya Xweser girt?
Îsmet Remedan: Di salên şoreşê de, li herêmên cuda 4 pergalên perwerdeyê yên cuda bi 4 bernameyên cuda yên xwendinê derketin holê. Piştî rizgarkirina Sûriyeyê, Wezareta Perwerdeyê ji bo yekkirina wan pergalên perwerdeyê di pergaleke yekbûyî de xebitî û guhertinên bingehîn di bernameyên hikûmetê yên berê de kirin.
Hemû amajeyên li ser sembolên rejîma berê û îdeolojiya siyasî hatin rakirin. Her wiha, di hemû qonaxan de mijara "neteweperestiyê" ji bernameya xwendinê hat derxistin.
Di encamê de, bernameyeke neteweyî ya berfireh ku rêzê li hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê digire hat amadekirin û wekî "Bernameyên Perwerdeya Niştimanî" hat binavkirin.
Rûdaw: Di dersa çalakiyan a bi zimanê Kurdî de çi heye? Gelo ji bo wê bernameyeke xwendinê yan pirtûkeke taybet hatiye amadekirin? Kî dê naveroka wê amade bike?
Îsmet Remedan: Li gorî hewldanên wezaretê yên ji bo bi pêşxistina jîngeha perwerdeyê û pejirandina rêbazên hînkirina nûjen ên li ser bingeha fêrbûna çalak û pratîkî, Wezareta Perwerdeyê biryar da ku li her dibistaneke seretayî jûreke pirarmancî bi navê "Hola Çalakiyan" were avakirin.
Li ser vê biryarê, Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê pirtûkeke rêbera çalakiyan ji pola yekem heta heştem amade kir. Amadekirina rêbernameyê bi dawî bûye û di nava çend rojan de wergera wê ya Kurdî jî dê biqede.
Pirtûka (rêbera) çalakiyan li ser felsefeyeke perwerdeyî ye ku xwendekar dike navenda pêvajoya perwerdeyê, hesta aîdiyeta neteweyî û nirxên niştimanî û mirovî bi pêş dixe û jîngeheke perwerdeyî ya ewle, înteraktîf û hander peyda dike.
Ev rêber ji bo pêşxistina jêhatîbûnên zanistî, zimanî, hunerî, werzişî, civakî û nirxî, her wiha ji bo xurtkirina jêhatîbûnên jiyanê, çanda qanûnê, hişmendiya jîngehê, çanda dîjîtal, bikaranîna ewle û berpirsiyar a teknolojî û AIyê û piştgiriya derûnî û civakî hatiye amadekirin.
Armanc ew e ku xwendekarekî hişyar, berhemdar, destpêşxer û bikêrhatî ku karibe rûbirûyî zehmetiyên jiyanê bibe û beşdariyeke erênî di pêşxistina civaka xwe de bike, were perwerdekirin.
Rûdaw: Amadekirina pirtûkên zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxan gihîştiye ku? Gelo nivîsandin, pesendkirin û çapkirina wan bi dawî bûye?
Îsmet Remedan: Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê bi amadekirina bernameya hînkirina zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxên perwerdeyê ji pola yekem heta dozdehem hatiye erkdarkirin. Navendê çarçoveya giştî ya neteweyî, pîvanên giştî û yên berfireh û plana nivîsandinê ji bo her qonax û polê amade kiriye.
Her wiha bername li gorî pîvanên Çarçoveya Hevpar a Ewropî ya Zimanan (CEFR) li 3 qonaxan (ast) hatiye dabeşkirin. Me nivîsandina pirtûkên qonaxa yekem a ku ji 12 pirtûkan pêk tê (ji bo her polekê du pirtûk), bi dawî kiriye.
Rûdaw: Eger pirtûkên zimanê Kurdî hîn nehatine çapkirin, ji bo temamkirin û belavkirina wan a li dibistanan çi qas dem pêwîst e?
Îsmet Remedan: Tê payîn ku pirtûk di destpêka sala xwendinê de werin çapkirin û ji bo belavkirina li ser xwendekaran amade bin.
Rûdaw: Derbarê biryara ku îsal destûr dide dersên dîrok, cografya û felsefeyê bi zimanê Kurdî yan Erebî werin dayîn de, gelo dê pirtûkên berê yên Rêveberiya Xweser werin bikaranîn an dê pirtûkên bernameya yekbûyî ya Sûriyeyê ji bo Kurdî werin wergerandin?
Îsmet Remedan: Dê bernameyên neteweyî yên Sûriyeyê ji bo zimanê Kurdî werin wergerandin.
Rûdaw: Eger pirtûk dê ji bo Kurdî werin wergerandin, gelo pêvajoya wergerê bi rastî dest pê kiriye? Kî çavdêriya wê dike û termînolojî û naverokê dinirxîne?
Îsmet Remedan: Pêvajoya wergerê dest pê kiriye û 3 komên pispor û şarezayên di warên navborî de ku xwedî tecrubeyeke berfireh di wergera Kurdî de ne li ser dixebitin. Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê ya Wezareta Perwerdeyê çavdêriya vê proseyê dike.
Rûdaw: Wergerandin, nirxandin û çapkirina pirtûkên dîrok, cografya û felsefeyê çi qas dem digire? Gelo dê di vê sala xwendinê de amade bibin?
Îsmet Remedan: Ji ber ku karê wergerê dest pê kiriye, tê payîn ku di demeke nêzîk de amade bibin.
Rûdaw: Plana demî ya dawî ya wezaretê ji bo temamkirina bername û pirtûkên Kurdî çi ye da ku xwendekarê Kurd bikaribe ziman û mijarên ku destûr heye bi Kurdî bixwîne bi tevahî fêr bibe?
Îsmet Remedan: Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim.



