Mamosteyê Tanzanyayî Jao Kales bangî xwendekarên Kurd kir û got, “Divê hûn bi ziman û çanda xwe serbilind bin.
Jao Kales li Tanzanyayê bi rêbazeke nûjen û afirîner dersan dide zarokan.
Ew muzîk, stran û werzişê tevlihev dike da ku fêrbûn hêsantir bibe.
Jao Kales ji Rûdawê qala serkeftina rêbaza xwe û girîngiya parastina zimanê dayîkê kir.
Kales her wiha peyamek da xwendekarên Kurd jî.
Jao Kales pirsên Rûdawê wiha bersivandin:
Rûdaw: Rêbaza te ya fêrkirinê gelekî balkêş e. Te çima ev rêbaz hilbijart?
Jao Kales: Min biryar da ku ez vê rêbazê hilbijêrim. Ji ber ku min dît zarok ji muzîk, stran û tevgerê hez dikin. Wekî ku di dîmenan de jî tê dîtin, ez bi rêya muzîkê tîp û dengan tevlihev dikim. Vê yekê fêrbûn ji bo wan gelekî hêsan kir.
Rûdaw: Gelo xwendekarên te çêjê ji vê şêwaza fêrkirinê werdigirin?
Jao Kales: Belê, bi rastî jî gelekî jê kêfxweş dibin. Di wê keşa xweş de ew dilivin, stranan dibêjin û bi hev re fêr dibin. Dema ez dibînim ew fêr dibin û kêfxweş dibin, ez jî gelekî şanaz dibim.
Rûdaw: Ji bo werziş û fêrkirinê tu çi dikî? Tenê tu yî yan mamosteyên din jî hene?
Jao Kales: Min biryar da ku ez werziş û fêrbûnê tevlihev bikim da ku fêrkirin hêsan bibe. Ne tenê ez im, gelek mamosteyên din jî hene. Lê her yek ji wan xwedî rêbazeke taybet e. Min ev rêbaz ji bo xwe hilbijart.
Rûdaw: Çend xwendekarên te hene û Wezareta Perwerdeyê ya Tanzanyayê li ser karê te çi dibêje?
Jao Kales: Niha 43 xwendekarên min hene. Wezareta Perwerdeyê jî bi awayekî fermî karên min pejirandine. Ew bi rengekî pir baş piştgiriya vê şêwaza dersgotinê dikin.
Rûdaw: Xwendina bi zimanê zikmakî ji bo te û xwendekarên te xwedî çi wateyê ye?
Jao Kales: Bi baweriya min perwerdeya bi zimanê zikmakî alîkariya zarokan dike ku baştir têbigihêjin. Her wiha dihêle ku ew xwe rehet hîs bikin û di dema fêrbûnê de baweriya wan bi xwe hebe. Wekî mînak zimanê Swahîlî beşeke girîng a çand û nasnameya me ye. Lewma divê em parastina zimanê xwe yê zikmakî bidomînin.
Rûdaw: Tu Kurdan nas dikî? Peyama te ji bo xwendekarên Kurd çi ye?
Jao Kales: Min bi rêya vê derfetê li ser Kurdan agahiyên zêdetir wergirtin. Ziman û çanda Kurdî ji bo Kurdan gelekî girîng in. Tişta ku ez dixwazim ji xwendekarên Kurd re bibêjim ev e: Divê hûn bi ziman û çanda xwe serbilind bin û netirsin ku nasnameya xwe bi cîhanê re parve bikin.


