Birêvebirê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Bikarhêneran ê Hisîçayê Dr. Şewqî Mihemed, eşkere kir ku di meha dawî de bihayê kel û pelên sereke ji sedî 10 heta 30 zêde bûne.
Wî sedema vê yekê bi bihabûna sotemeniyê, kirîn û firotina bi dolar û zêdekirina gumrikê ve girê da.
Şewqî Mihemed her wiha da zanîn ku li Hisîçayê entegrasyona saziyan ji sedî 95 temam bûye.
Şewqî Mihemed di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de tekez kir ku pêvajoya entegrasyonê ya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de baş didome.
Dr. Şewqî Mihemed li ser mijarên aborî û entegrasyonê pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de berdewam dike. Wezareta Aborî ya Sûriyeyê tu wekî Rêveberê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Bikarhêneran destnîşan kir. Hûn rewşa niha ya bazaran çawa dinirxînin, bi taybetî rêjeya bihabûna kel û pelên serekî gihiştiye çi astê?
Şewqî Mihemed: Bi rastî, em dikarin bibêjin ku rewşa bazarê ne aram e. Di vê demê de gelek sedemên vê yekê hene. Ev yek bandorê li derfetên gel dike û hêza wan lawaz dike. Bihabûna sotemeniyê bandora xwe li bazarê û li ser bihayê kel û pelan dike. Her wiha, kirîn û firotina bi dolar jî di vê mijarê de roleke mezin lîst û bû sedema bihabûnê.
Rûdaw: Yanî biha ji sedî çend zêde bûne, bi taybetî di meha dawî de?
Şewqî Mihemed: Zêdekirina tarîfeya gumrikê jî bandor li bihayê kel û pelan kir. Tiştên ku biha bûn, hîn zêdetir biha bûn. Statîstîkên me yên fermî nînin lê li gorî şopandina me, bihayê kel û pelên sereke ji sedî 10 heta 30 bilind bûye. Bihayê xurdefiroşiyê, ji ber ku dema wê ye, hinekî daketiye, belkî ji sedî 50 jî daketibe. Lê bihayê tiştên bingehîn ên wekî şekir, birinc, rûn û goşt, em dikarin bibêjin ji sedî 10 heta 30 ber bi bilindbûnê ve çûye.
Rûdaw: Hûn wekî birêvebirî, bi taybetî ji aliyê çavdêrî û destnîşankirina bihayan ve, çi dikin?
Şewqî Mihemed: Em di destpêka pêvajoya entegrasyonê de ne. Em hewl didin sûdê ji ezmûnên navxweyî yên Sûriyeyê, yên wekî li Heleb û Şamê wergirin. Em dibînin karê wan çawa dimeşe û mekanîzmayên wan çawa ne. Me bernameyek li ser vê mijarê amade kiriye.
Wekî mînak ji bo nan, me bernameyeke giştî daniye. Di rojên pêş de dê bê bicihkirin. Min navê wê kiriye "Bernameya nanê herî baş ji bo parêzgeha Hisîçayê". Ji aliyê din ve, di warê çavdêriyê bazar û bihayan de jî dê xulên perwerdeyê ji bo endaman bên dayîn, da ku karê xwe baştir bikin. Em dê guhertinekê bikin, em dê ji çavdêriya klasîk derbasî birêveberiyeke nû bibin ku karibe rê li ber bihabûnê bigire.
Rûdaw: Ji bo çavdêrîkirina bazaran û rêgirtina li yekdestdariyê û lîstina bi bihayan, hûn dê çi mekanîzmayan bi kar bînin?
Şewqî Mihemed: Wekî ku min got, bernameya me heye û di dema bê de em dê dest pê bikin. Em nahêlin yekdestdarî (îhtîkar) di bazarê de çêbibe. Di dema borî de, ji ber krîzên wekî guhertina pereyan û nirxê dolar, me hewl da hem bi hikûmetê re hevahengiyê bikin hem jî tedbîrên rêxistinî yên nû li hundirê parêzgehê bigirin. Krîza guhertina pereyan kir ku bazirganî raweste û vê yekê bandor li bihabûna dolar jî kir. Em dê rêbazên nû bi kar bînin da ku rê li ber bihabûna zêde bigirin.
Rûdaw: Cotkar li benda pere û fatureyên xwe ne. Ev pêvajo gihiştiye kîjan qonaxê? Heta niha çi qasî pere hatiye dayîn û çi qasî hatiye veqetandin?
Şewqî Mihemed: Em vê mijarê ji nêzîk ve dişopînin. Wekî birêvebiriya bazirganiya navxweyî yan jî saziya genim, me karê xwe bi dawî kiriye. Lê hinek karên teknîkî yên hikûmetê mane banka çandiniyê hîn baş neketin dewrê û veguhestina pereyan ji Banka Navendî jî nehatiye temamkirin. Lê belê wekî sazî, me karê xwe temam kiriye. Heta niha me zêdetirî 9 hezar fature şandine Şamê û 20 hezar fature jî amade ne. 15 hezar ji wan dê di nav du rojan de werin şandin. Bi giştî nêzîkî 35 hezar fature hene ku dê di nav vê hefteyê de bên temamkirin. Lê belê şandina pereyan girêdayî Banka Navendî û Bankên Çandiniyê ye.
Rûdaw: Pere nîne yan jî pirsgirêk di şandina pereyan de heye?
Şewqî Mihemed: Pere hatiye veqetandin û amade ye. Pirsgirêka pereyan nîne. Lê belê divê prosedurên teknîkî yên bankan bi dawî bibin da ku karin dravdanê bikin.
Rûdaw: Te got 35 hezar fature ne. Gelo ev dikin çend lîreyên Sûriyeyî?
Şewqî Mihemed: Ez nikarim hejmareke teqez bibêjim, ji ber ku bihayê genim li gorî pileyan tê diyarkirin. Pileya yekem, duyem û sêyem heye. Ji bo pileya yekem bihayê diyarkirî 46 hezar lîre bû û xelat (mukafa) jî pê re hebû. Yanî bi giştî nêzîkî 54 hezar lîre ji bo her tonekê dihat dayîn. Hesabê giştî dê li gorî pileyan be.
Rûdaw: Tevgera bazirganiyê di navbera Hisîça û parêzgehên din ên Sûriyeyê de çawa ye?
Şewqî Mihemed: Statîstîkên me yên fermî yên nû nînin lê tevgera bazirganiyê di navbera Hisîça û deverên din ên Sûriyeyê de berdewam dike. Helbet hinek zehmetî û astengî hene. Em ji Rêveberiya Xweser derbasî sîstem û qanûnên hikûmetê dibin, loma hinek rêkarên nû tên sepandin. Lê astengiya bingehîn ne îdarî ye, aborî ye.
Nirxê dolar li herêma me û li deverên din ên Sûriyeyê hinekî cuda ye û ev yek bandorê li bazirganiyê dike. Guhertina pereyan jî bazirganî zehmet kir. Ji bilî vê bihabûna mazot û sotemeniyê jî tesîreke neyînî li tevgera bazirganiyê kir.
Rûdaw: Hûn ji parêzgeha Hisîçayê çi kelûpelan dişînin parêzgehên din?
Şewqî Mihemed: Di vê demê de em bi piranî genim dişînin. Herêma me herêmeke çandiniyê ye û îsal saleke bereketdar bû. Me zêdetirî milyonek û 160 hezar ton genim kirî. Tiştên ku em dişînin bi piranî genim û pembû ne. Ji aliyê din ve, derman û kelûpelên elektronîk û kehrebayê jî tên herêma me. Tevger bi rengekî asayî berdewam dike.
Rûdaw: Entegrasyona di navbera Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Aboriyê ya Sûriyeyê de gihiştiye kîjan qonaxê?
Şewqî Mihemed: Saziya me zû dest bi vê mijarê kir û xebatên me baş bi pêş çûn. Niha ji sedî 95ê vê mijarê temam bûye. Hinek rêkarên biçûk mane, wekî sererastkirina navên saziyan û mûçeyan lê pirsgirêkeke mezin nîne. Berê gelek sazî di bin Desteya Aborî û Çandiniyê de bûn, niha em bûne Bazirganiya Navxweyî û saziyên din ên wekî genim, firin û bazirganiyê jî hatine yekkirin. Entegrasyon baş meşiye û dê di demeke kurt de bi dawî bibe.
Rûdaw: Hejmara karmendên ku di nav rêveberiya bazirganiya navxweyî ya Hisîçayê de hatine yekkirin çend e?
Dr. Şewqî Mihemed: Em dê hemûyan bi hev re yek bikin, kes li derve namîne. Bi giştî em nêzîkî hezar karmend in di navbera Bazirganiya Navxweyî, Saziya Genim, Saziya Firinan û Saziya Sûriyeyî ya Bazirganiyê de. Nêzîkî hezar kes dê di vê entegrasyonê de cih bigirin.
Rûdaw: Ma hûn mûçeyên xwe jî ji Wezareta Aboriyê ya li Şamê werdigirin?
Şewqî Mihemed: Heta îro me hîn wernegirtiye lê em li ser mijarê dixebitin. Tê payîn ku em di nav du sê rojan an jî di vê hefteyê de mûçeyên xwe bistînin.


