Farhan Haq di daxuyaniyeke taybet a Rûdawê de hişyariyeke tund li ser xerabbûna ewlehiya cîhanê da.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq ragihand ku niha metirsiya îhtimala bikaranîna çekên nukleer gihîştîye asta herî bilind û ji her demê zêdetir e.
Farhan Haq amaje pê kir ku dabeşbûna jeopolîtîk a cîhanê gelekî kûr bûye û bawerî di navbera welatan de nemaye.
Wî her wiha ragihand ku ew astengiyên ku berê ji bo rêlibergirtina karesata nukleerê hebûn, niha di bin zexteke zêde de ne.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî li ser têkçûna hewlên navneteweyî axivî û got:
"Peymana New STARTê bi dawî bûye û rêlibergirtina belavbûna çekên nukleer bi ser neket."
Wî her wiha eşkere kir ku Washington û Moskow plan dikin ku careke din vegerin ser ceribandinên çekên nukleer.
Dosyeya nukleerê ya Îranê
Farhan Haq li ser dosyeya nukleerê ya Îranê jî dilgiraniya Neteweyên Yekbûyî anî ziman û got:
"Îranê destûr neda ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bikeve navendên wê."
Wî ji Tehranê xwest ku ji bo çavdêriya bernameya xwe ya nukleerê hevkariyeke tam bi ajansê re bike.
Farhan Haq tekez kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo kêmkirina aloziyan û rêlibergirtina karesatên ku tê çaverêkirin, ji hemû aliyan dixwaze ku di dema herî nêzîk de vegerin ser maseya dan û standinan.
Hevpeyvîna Farhan Haq a bi Namo Ebdulah re:
Farhan Haq: Sekreterê Giştî hişyarî da ku em di serdemeke kûrbûna dabeşbûna jeopolîtîk, bilindbûna bêbaweriyê û tundbûna pêşbaziyê de ne. Ew nerît û astengên ku alîkar bûn ji bo rêlibergirtina karesateke nukleerê, di bin zextê de ne.
Rûdaw: Te got Sekreterê Giştî dibêje ew astengên ku nehiştine karesatên nukleerê rû bidin "di bin zextê de ne". Ma ev kêmkirina girîngiya rewşê nîne? Ti astengên sereke nemane. Peymana "New START" meha Sibatê bi dawî bû. Konferansa pêdaçûna li ser Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Nukleer (NPT) ji bo cara sêyem a li dû hev meha Gulanê bi ser neket. Ma nabe ku Sekreterê Giştî zimanekî tundtir bi kar bîne li gorî xetereya rewşê, di demekê de ku Moskow û Washington plana vegera ji bo ceribandinên nukleerê datînin?
Farhan Haq: Ez di wê baweriyê de me ku Sekreterê Giştî bi awayekî tund û çendîn caran bala xwe daye ser wan pirsgirêkên ku te amaje pê kir. Ew tekez dike ku alî vegerin ser dan û standinên Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Nukleerê. Dilgiraniya xwe li ser pirsgirêkên nûnekirina Peymana "New START" a di navbera Amerîka û Rûsyayê de aniye zimên. Gelekî girîng e em piştrast bin ku çekên nukleer ti carî careke din nayên bikaranîn. Niha, ji bo cara yekem piştî gelek salan, metirsiya îhtimal a bikaranîna çekên nukleer ji her demê zêdetir e û wî jî di vê mijarê de nêrîneke pir zelal nîşan daye.
Rûdaw: Tenê dixwazim bizanim, ji meha Sibatê ve ku "New START" bi dawî bû, ma Sekreterê Giştî ti pêwendiyên telefonî li gel Serok Trump an jî Serok Putin dananiye?
Farhan Haq: Ez di wê baweriyê de me ku em bi rêya Ofîsa Kar û Barên Bêçekkirinê bi berpirsên din re di pêwendiyê de bûn ji bo gihandina dilgiraniyên xwe. Lê me dilgiraniyên xwe bi awayekî eşkere ragihandine li ser pêdiviya dirêjkirina wan cure sînordarkirinên ku hatine danîn ser çekên nukleer.
Rûdaw: Pirsa dawî li ser Îranê ye. Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) dibêje heta niha jî destûr nehatiye dayîn ku ew bikevin nav navendên nukleerê yên Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê. Sekreterê Giştî çi qas dilgiran e û ew amade ye ku ji hikûmeta Îranê bixwaze rêyeke tam ji bo ajansê veke?
Farhan Haq: Me bi berdewamî ji Îranê xwestiye ku ew gihîştina pêwîst ji bo Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî dabîn bike. Ev beşeke girîng bû ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku bernameya nukleerî ya Îranê tenê ji bo armancên aştiyane tê bikaranîn û em careke din ji wan dixwazin ku wî karî bikin. Ev mijareke cuda ye ji wan pirsgirêkên li ser wê pevçûna ku me behs kir ku ji 28ê Sibatê ve heye.


