Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi beşdariya birêvebirên jûrên bazirganiyê yên Hewlêr, Dihok, Urmiye û Wanê û Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê civîneke aborî û bazirganiyê hat kirin.
Armanca sereke ya civînê, bipêşxistina stratejiya jêrxana lojîstîk a Geverê û rêkxistina bazirganiyê ya bi rêya 3 deriyên sînorî yên Colemêrgê li gel Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bû.
Seroka Jûra Bazirganiyê ya Urmiyeyê hêvî kir ku civînên bi vî rengî li Urmiyeyê jî werin lidarxistin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê Salîh Ozdemîr bû mêvanê bultena 15:00an a Rûdawê ku ji aliyê Sîma Abxêzirê ve hat pêşkêşkirin.
Salîh Ozdemîr got niha herêma wan bûye qada aramî, bazirganî û geştiyariyê. Lewra ew di wê baweriyê de ne ku di demeke nêzîk de di warê bazirganiyê de pêngavên pir baş biavêjin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê Salîh Ozdemîr pirsên me bersivandin.
Rûdaw: Encamên vê civînê dê kengî werin dîtin?
Salîh Ozdemîr: Berî her tiştî dem baş û roj baş. Beriya du rojan me li Geverê li ser binesaziya lojîstîk û bazirganiya herêmî civîneke girîng li dar xist. Wekî tê zanîn, Gever ji aliyê stratejîk ve cihekî pir girîng e.
Me xwest ku em bazirganên mezin ên Hewlêr, Dihok û Urmiyeyê û her wiha berpirsên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê di asta birêvebirên giştî de bînin cem hev. Civîna me gelekî serkeftî bû û em bawer dikin ku dê di demeke nêz de encamên wê yên erênî derkevin holê.
Armanca me ev e ku em têkiliyên xwe yên bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re bihêztir bikin. Hûn dizanin, ev 45 salî bûn ku li herêma Colemêrg, Gever û Şemzînanê bazirganî pir kêm bibû; ji ber ku derfet û fersendên me kêm bûn.
Lê êdî bes e; niha herêma me bûye qada aramî, bazirganî û geştiyariyê. Em bi wê baweriyê ne ku em dê di demeke nêz de di warê bazirganiyê de pêngavên pir baş biavêjin.
Rûdaw: Ev hevahengiya we ya li gel Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê (Urmiye) dê çawa be? Yanî xebatên we yên bazirganiyê dê bi çi awayî bin?
Salîh Ozdemîr: Niha li ser sînorê me û Herêma Kurdistanê du dergehên me yên çalak hene: Zêt û Serzêr. Mixabin heta niha ev dergeh zêdetir ji bo çûn û hatina mirovan dihatin bikaranîn.
Em dixwazin van her du dergehan û her wiha dergehê Bajêrgeyê (Esendere) yê li ser sînorê Rojhilat, bi awayekî xurttir ji bo bazirganiyê bi kar bînin. Têkiliyên xelkê Colemêrg, Şemzînan û Geverê bi Herêma Kurdistanê re gelekî kûr in û gelek malbatên me li wir hene.
Em dixwazin van têkiliyên malbatî û civakî veguherînin derfetên bazirganiyê. Armanca me ew e ku em pêwendiyên xwe bi Hewlêr, Dihok, Urmiye û Tewrêzê re geş bikin. Ev komxebata ku me li Geverê kir, ya yekem bû.
Em plan dikin ku komxebatên bi vî rengî li Hewlêr, Dihok û Urmiyeyê jî li dar bixin. Ev destpêkek e û em dê bi biryardarî berdewam bikin.
Rûdaw: Kek Salîh, te behsa dergehên Geverê kir. Beriya du rojan di raporên me de hebû ku li dergehê Bajêrgeyê ya li ser sînorê Urmiyeyê, qerebalixeke zêde hebû û dorê gihîştibû 17 kîlometreyan. Gelo ev pirsgirêk dê çawa were çareserkirin?
Salîh Ozdemîr: Ew pirsgirêkeke teknîk bû û niha hatiye çareserkirin; hêdî hêdî ew qerebalix kêm dibe. Mixabin carinan pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin, ji ber ku qada dergeha me ya Bajêrgeyê hinekî teng e.
Ji bo çareseriya bingehîn, projeyên me hene ku em qada parkkirina barhilgiran berfireh bikin. Xebatên li ser vê projeyê berdewam dikin.
Rûdaw: Gelo ev atmosfera aramiyê ya ku niha heye, bi taybetî çi bandor li ser rewşa Geverê kiriye?
Salîh Ozdemîr: Ez dikarim bibêjim ku niha li herêma Geverê guherîneke mezin heye. Geştyarên ji Ewropayê û bajarên Tirkiyeyê bi coşeke mezin tên zozanên me.
Zozanên me yên Spîxanê rojane mazûvaniya bi hezaran tûrîstan dikin. Her wiha di demeke nêz de li Gola Satê ku xaleke pir bilind e (3400 metreyî), festîvalek dê were lidarxistin.
Ev rewşa aramiyê ji bo me gelekî girîng e. Bi îzna Xwedê, êdî Gever dê ne bi şer, her tim bi bazirganî, geştiyarî û aştiyê were naskirin.
Rûdaw: Wekî pirsa dawî; mîna gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, ciwanên Geverî jî ji bo peydakirina kar berê xwe didin metropolan. Gelo planên we ji bo ciwanên Geverê çi ne ku li bajarê xwe bimînin û bixebitin?
Salîh Ozdemîr: Colemêrg di warê dewlemendiya binerdî de li Tirkiyeyê di rêza yekem de ye. Ji bo nirxandina vê potansiyelê, me li Geverê li ser rûberê 750 hezar metre çargoşeyi "Herêma Pîşesazî ya Birêkxistî" (OSB) ava kiriye.
Avakirina binesaziya wê dê di payîzê de biqede. Niha gelek bazirgan û karsazên ji Stenbol û Enqereyê dixwazin li vir kargehan vekin. Ez bawer dikim dema ev OSB dest bi kar bike, dê rêjeya bêkariyê gelekî kêm bibe û ciwanên me êdî neçar nemînin ku ji bo kar koçî metropolan bikin.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê ku tu bûyî mêvanê me.
Salîh Ozdemîr: Ez jî spasiya we dikim.


