Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz ragihand ku ew li bendê ne projeyasaya aştiyê di nava mehekê de were Parlamentoya Tirkiyeyê.
Mehmet Saît Yaz tekez kir ku "PKK jî razî bûye çiyayan vala bike û kes li ser çiyayan nemîne."
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz îro bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoya çareseriyê bersivandin.
Çekdanîna PKKyê û qonaxên çareseriyê
Mehmet Saît Yaz bal kişand ser hevdîtin û amadekariyan û wiha got:
"Vê demê ku PKK rabûye biryar daye, çekên xwe deyne, çekên xwe bişewitîne, ehd û peyman bi hev re hatine danîn.
Yanî PKKyê got, ez dê çekên xwe deynim û ji şkeftan jî derkevim, ez dê çekên xwe radestî dewletê bikim.
Dewlet jî beramberî vê yekê, gava ku ev hatin cih, li gorî wê dê hinek gavan biavêje."
Sê mijarên bingehîn
Parlamenterê AK Partiyê da zanîn ku ji bo derketina ji çiyayan sê rewşên cuda hene:
"Ya yekem: Yên ku çek girtine destên xwe lê neketine nav şer, kes nekuştine û birîndar nekirine, dê çareseriyek ji wan re bê dîtin.
Ya duyem: Yên ku çek girtine destê xwe û şer kirine, mirov kuştine yan birîndar kirine, dê heq û hiqûqê wan çawa be?
Ya sêyem: Yên ku di zindanan de ne û serokatiya PKKyê dikin, rewşa wan dê bi çi rengî be?
Ev mesele di hundirê projeyasayê de hene."
Rêxistinkirina maf û derfetan
Saît Yaz amaje bi xalên şeşem û heftem ên projeyasayê kir û wiha berdewam kir:
"Gava PKKyî ji çiyayan hatin xwarê, rewşa wan çawa dibe? Heq û hiqûqê wan dê çawa were danîn?
Dê mafê xebatê, mafê xwendinê û derfeta siyasetê ji wan re bê nîqaşkirin û li gorî wê biryarek were dayîn."
Biratî û wekhevî heta payîzê pêk tê?
Mehmet Saît Yaz da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku ev pêngav dê heta payîzê encam bide û wiha domand:
"Ez bawer im heta payîzê dê bi temamî bi biratî û kêfxweşî biqede.
Derdê Kurdan jî dê biqede û pirsgirêka Kurdan dê ji meydanê rabe.
Dê Tirk û Kurd bibin birayên hev. Mafên wan ên însanî, Îslamî û mafên wan ên fitrî yên wekî perwerdeya bi zimanê dayîkê dê bi temamî werin danîn."
Fermandar û serkirdeyên PKKyê
Yaz li ser pirsa “Gelo çarenivîsa fermandar û serkirdeyên PKKyê dê çi be?” wiha got:
"Ew li serê çiyê namînin, ne mimkun e. Yan dê werin radestî hiqûq û edaleta dewletê bibin, yan jî dê herin dewleteke Ewropayê yan dewleteke din.
Yanî li Qendîlê û di van kampan de divê kes nemîne. Wan jî qebûl kiriye ku ji wan deran derkevin."
Naveroka hevpeyvîna bi Parlementerê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz re wiha ye:
Rûdaw: Gelo AK Partiyê amadekirina projeyasaya aştiyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê temam kiriye? Wê kengî projeyasayê bide parlamenyoyê?
Mehmet Saît Yaz: Gelek spas ji bo we û temaşevanên we. Ez dixwazim hinekî bi paş ve herim û bersiva vê bide. Malûm, tiştekî ku AK Partî lê bike meseleyek nû nîne. Yanî derdê 40-50 salî li vir e. Ev zilm û zordestiya ku sîstema berê 50 sal, 100 sal berê li ser zimanê Kurdan û kultura Kurdan hatibû kirin; Kurd yanî tune bûn, hebûna Kurdan nedihat qebûlkirin, zor û zordestî li ser zimanê wan, kultura wan hebû.
Bi hatina AK Partiyê ev bi tedrîcî rabû. Di dima 25 salan de reformên herî mezin di dema AK Partiyê de hatin kirin. Nêzî 50 xalên anayasayê hatin guhertin, ku berê tu kesî bawer nedikir ku hikûmet bi destê xwe qanûn û nîzama xwe rabe û vî heq û hiqûqî ji Kurdan re pêş ve bîne. Ev ya bi temamî di wextê AK Partiyê de hat.
Heta ku em hatin vê demê, vê demê ku PKKyê rabe qerarek dabe, çekên xwe deyne, çekên xwe bişewitîne, ehd û peyman bi hev re danîn. Yanî PKKyê got “Ez dê çekên xwe deynim û ji şikeftan jî derkevim, ez dê çekên xwe teslîmî dewletê bikim. Dewletê jî bila vê yekê bişopîne, teftîş bike." Gava ku ev hatin cih, dewletê jî li gorî wê hinek gavan bavêje.
Sê meseleyên girîng hene:
Ya yekem, yên ku rabe çek girtine destên xwe, lê belê neketine nav şer, kesek nekûştiye, kesek birîndar nekiriye, ew meseleya wan a çareser bibe.
Ya duyem, yên ku çek girtine destê xwe û şer kiriye, yanî însan kûştine, însan birîndar kirine, ew heq û hiqûqê vana çawa dibe di vê yasaya nû de?
Sêyemîn, însanê ku di hebs û zîndanan de ne û yê ku serokatiya PKKyê dikin, rewşa vana bi çi şiklî dibe? Di hundirê vê nasnameyê de ev mesele hene. Ez wiha texmîn dikim di zerfê mehekê de, belkî heta parlamenyo nekeve betlaneyê, ev yasa were parlamenyoyê û parlamenyo pê re mijûl bibe û vê yasayê derxe. Yanî mesele wekî teraziyê bi hev re dimeşe.
Rûdaw: Çend xal in birêz Yaz, ev projeyasa çend xal in û gelo bi temamî madeyên wê derbarê hatina gerîlayên PKKyê ne?
Mehmet Saît Yaz: Niha di hundirê vê nasnameyê de xala şeşan û heftan ji bo me pir girîng in. Di vê de hem vana yên li derve ne, ev PKKyiyên ku li derve ne, li serê çiyan in, ew bi çi şertî werin xwarê, gava hatin xwarê halê vana çawa dibe? Heq û hiqûqê vana wê çawa were danîn? Yanî ew dê vana çawa tevlî gel bibin, tevlî siyasetê bibin an nebin? Ew ji vana re mesela heqê xebatê, heqê xwendinê û filan dê were danîn? Ewê di parlamenyoyê de were nîqaşkirin û li ser qerarekê îrtîbata wî were çêkirin.
Rûdaw: Yanî wê mafê wan hebe ku vegerin, careke din biçin zanîngehan, li dibistanan bixwînin, derfeta kar peyda bikin û karibin beşdarî siyasetê jî bibin? Meseleya leşkeriyê wê çawa be wekî nimûne, eger temenê wan hîn di yê leşkeriyê de be?
Mehmet Saît Yaz: Bersiva min ji bo pirsa we ew xala duyemîn e ku min berê behs kir, pir girîng e. Ewê çek hildaye û çûye serê çiya lê şer nekiriye bi kesî re, yanî di nav zerere dewletê de guhertin û tebdîlatên mezin nehatiye kirin, ji vana re wê hinek heq werin danîn. Lê gava ku çek girtiye destê xwe û şer kiriye, hinek însan kûştine, leşker kûştine, ew heqê dewletê yê beramberî vana, çi heq û hiqûqê wê yê cezayî hebe, li gorî wê wê muamele bi wan re were kirin.
Rûdaw: Yanî dibe ku hinek ji wan bikevin girtîgehê jî birêz Yaz?
Mehmet Saît Yaz: Ez wê baş nizanim, lê gava ev yasa hat parlamenyoyê, bi temamî partiyan heta niha li ser vê îtifaqekî wan heye. Yanî meseleyeke ku dijî vê aştiyê be wê çênebe. Yanî CHPyê jî, AK Partî û MHP, ji xeynî Îyî Partiyê, bi temamî partî li vir hemfikir in. Ev jî hîviyeke mezin dide me. Ji vê meseleyê şûn de gav nayên avêtin.
Rûdaw: Veger nîne yanî. Heta destpêka payîzê wê yasa bi temamî were bicihanîn?
Mehmet Saît Yaz: Ez emîn im, ez emîn im heta payîzê wê bi temamî bi aştî, bi biratî, bi kêfxweşî wê biqede. Ew derdê Kurdan dê jî biqede, meseleya Kurdan jî ji meydanê rabe. Wê Tirk û Kurd bibin birayê hev, ereb û Kurd bibin birayê hev, fars û Kurd bibin birayê hev. Heq û hiqûqê wan ê însanî, îslamî û beşerî bi temamî wê were danîn.
Rûdaw: Yanî piştî vê projeyasayê wê berdewamiya projeyasayan hebe? Wekî nimûne, we behsa biratiyê kir, hebûna Kurdan di Destûra Tirkiyeyê de wê were naskirin û qebûlkirin?
Mehmet Saît Yaz: Em texmîn dikin û em hêvîdar in bi hinek şiklê wê were kirin. Tê zanîn qanûnên destûrê, kelîmeyên wan, cumleyên wan pir kelîme û cumleyên hesas in. Lê di vê yasayê de jî, gava ev di yasayê de zêde dibe, kelîme bi kelîme heq û hiqûqê zimanê Kurdî tê de xuya dibe.
Tê gotin ji zahirê îbareyê ev nayê fêmkirin, lê belê gava ku heq û hiqûqa însanê xwezayî, ê fitrî zêde dike, wan heq û hiqûqa xwezayî û fitrî yanî mesela xwendina bi zimanê xwe ye, xeberdana bi zimanê xwe ye, vana heqên fitrî ne yên beşerî ne. Beramberî vana mane çi hebin divê rabe. Di xala şeşan de ev hatiye îzahkirin.
Rûdaw: Çend xal in birêz Yaz, bi temamî ev projeyasa?
Mehmet Saît Yaz: Yanî dora 16-17 xalan e di qenaeta min de. Lê belê madeya şeşan û heftan li ser vê meseleyê pirtir hukmê wê zêde dibe.
Rûdaw: Birêz Yaz, em dizanin di destpêkê de we got ku ew kesên wekî we jî gotî "yên ku tevlî şeran nebûne" wê werin, lê ewên ku birêvebirî kirine, fermandar in, çarenivîsa wan çi be gelo? Ma ew dê li serê çiyê bimînin?
Mehmet Saît Yaz: Ew li serê çiyê namînin, ne mimkun e. Yan wê werin teslîmî hiqûq û edaleta dewletê bibin, yan jî herin dewleteke Ewropayê, dewleteke din yan jî yanî di wan şikeftan de, li Qendîlê û li van kampên ku di bin destê PKKyê de îcraatê wan dibe, li van deran divê kes nemîne. Ew jî qayîl in, wan jî qebûl kiriye, ewê ji vir derkevin. Lê belê di pey de em dibêjin salekî şûn de, du sal şûn de ewê çi bikin em vana nizanin.
Van meseleyan, van madeyên xala yasayê ku ana bi îtifaqa van partiyan hat parlamenyoyê, gava parlamenyo vana anî ser maseya nîqaşê, ez emîn im tiştekî ku mirov texmîn nake jî wê werin meydanê. Madem ku dewa biratiyê ye, madem ku dewa heq û hiqûq û wekhevî û musawat û yekîtiyê ye, ez emîn im her kesê ku li beramberî vê rabe, nîqaş bike, ceng bike, car din şer bike ew di meydanê de namîne. Yanî serketin ji bo temamî gelê Tirkiyeyê re ye, ji bo Kurd û Tirkan bi hev re ye.
Rûdaw: Demekê hate behskirin ku hinek fermandar û birêveberên PKKyê li wir li Başûrê Kurdistanê bimînin. Dibe ku li wir bimînin?
Mehmet Saît Yaz: Ez wê nizanim. Hinek di partiyê de yê ku di vê meseleyê de destê wan de hukûm heye û berpirsiyar in di nîqaşa vê meseleyê de, ew dê vana bînin meydanê û li serê xeber bidin. Yanî yan li Îraqê bimînin, yan herin dewleteke Ewropayê yan dewleteke sêyemîn yan werin dewleta xwe, yani di dawiyê de em dê bi hev re temaşe bikin.
Hêvîdar Zana: Gelek spas birêz Mehmet Saît Yaz, parlamenterê AK Partiyê yê Amedê. Hûn ji Enqereyê mêvanê me bûn, zor spas.
Mehmet Saît Yaz: Gelek spas.


.jpg&w=3840&q=75)