Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî (UNDP) ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê.
Her wiha destnîşan kir ku nêzîkî 150 heta 450 milyar dolarî ji welêt hatiye derxistin yan jî li cihekî Îraqê ye ku nayê vegerandin.
Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî Titon Mitra li ser hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo desteserkirina hinek berpirs û parlamenterên ku bi gendeliyê tên tohmetbarkirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Bê guman, em piştgiriyê didin hewldanên hikûmet, desthilata dadwerî û dezgehên pêkanîna qanûnê da ku bi awayekî bibandor dozên dijî gendeliyê bibin dadgehê. Ev ji bo Îraqê mijareke gelekî girîng e.
Eger mirov li pîvanên navneteweyî yên gendeliyê binêre, mixabin Îraq di dawiya hemû wan pîvanan de ye.
Texmînên pisporên navneteweyî û heta berpirsên hikûmetê jî destnîşan dikin ku dibe ji sedî 20ê pereyên giştî ji ber gendeliyê li ber avê biçe.”
Doh hikûmeta Îraqê bi fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo desteserkirina çend gumanbaran operasyonek da destpêkirin.
Heta niha 47 parlamenter û berpirsên niha û yên berê hatine desteserkirin.
Nûnerê Bernameya Bipêşketinê ya Navneteweyî Titon Mitra pirsên me yên li ser mijarê bersivandin:
Rûdaw: Peyama we ji bo hikûmet û gelê Îraqê ya li ser wê operasyona ku li dijî gendeliyê dest pê kiriye çi ye?
Titon Mitra: Em niha ne di wê pêgehê de ne ku li ser dozên diyarkirî yan jî li ser wan kesên ku wê şevê hatine desteserkirin daxuyaniyê bidin.
Li ser bingeha belgeyên qanûnî yan jî kesên hatine desteserkirin ti dîtina me ya taybet nîne. Ev zêdetir kar û barên ajansên pêkanîna qanûnê, desthilata dadwerî û pergala qanûnî ne.
Rûdaw: Gelo hûn piştgiriyê didin wan hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê ya bi rêkarên qanûnî?
Titon Mitra: Belê, bê guman. Em piştgiriyê didin hewldanên hikûmet, desthilata dadwerî û dezgehên pêkanîna qanûnê da ku bi awayekî bibandor dozên dijî gendeliyê bibin dadgehê. Ev ji bo Îraqê mijareke gelekî girîng e.
Eger mirov li pîvanên navneteweyî yên gendeliyê binêre, mixabin Îraq di dawiya hemû wan pîvanan de ye. Texmînên pisporên navneteweyî û heta berpirsên hikûmetê jî destnîşan dikin ku dibe ji sedî 20ê pereyên giştî ji ber gendeliyê li ber avê biçe.
Li ser wê samana ku ji welêt hatiye derxistin yan jî li cihekî Îraqê ye û nayê vegerandin, ew dikare di navbera 150 heta 450 milyar dolarî de be. Ev ji aliyê bipêşketinê ve û ji bo gelê Îraqê zerereke mezin e.
Tiştê ku bi rastî girîng e xurtkirina şiyana ajansên pêkanîna qanûnê ye ji bo komkirina belgeyan û birêvebirina wan a bi awayekî bibandor, da ku pergala dadgehê bi awayekî bibandor û bi rêyeke şefaf dozan darizîne.
Ev in prensîbên bingehîn ên li vir: Serxwebûna desthilata dadweriyê, asta bilind a şefafiyetê di pêvajoyê de û asta bilind a lêpirsînê.
Rûdaw: Di nêrîna Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) de, divê çi bingeh û prensîb arasteya pêngavên dijî gendeliyê bikin da ku garantiyê bidin ku dê baweriya giştî, lêpirsîn û saziyên demokratîk xurt bibin?
Titon Mitra: Prensîb ev in; wekî min anî zimên xurtbûn, bibandorbûn û pêkanîna serweriya qanûnê.
Asta bilind a lêpirsînê; bi awayekî ku dema em dibînin doz diçin dadgehê bi awayekî bibandor werin darizandin, biryar li ser wan were dayîn û rêkar li hemberî serpiçkaran werin girtin.
Her wiha asta bilind a şefafiyetê ku welatî hîmê her dozeke taybet û biryarên dawî zanibin da ku ev yek ji bo hemûyan şefaf û zelal be. Ev ne aloz in lê mixabin li Îraqê bi awayekî berdewam nayên pêkanîn. Ev jî ew war in ku UNDP bi hikûmetê re dixebite da ku wan xurt bike.
Rûdaw: Gelo UNDP çavdêriya van pêşhatan dike? Gelo ti dilgiranî an jî pêşniyara we li ser çawaniya birêvebirina operasyonê heye?
Titon Mitra: Em bi awayekî taybet çavdêriya van pêşhatan nakin. Wekî min got, agahiyên me li ser hîmê desteserkirinan yan jî dozan nînin. Tiştê ku em di pileya yekem de girîngiyê didinê piştrastbûna ji şefafbûn û bibandorbûna pêvajoyan e.
Ev jî tê wê wateyê ku em karên xwe yên ji bo xurtkirina şiyanên komkirin û birêvebirina belgeyan didomînin, da ku em piştrast bibin ku darizandin bi awayekî bibandor tên kirin û encam şefaf in û lêpirsîn heye.
Warekî din ku bi rastî pêwîstî bi karekî zêde heye û em ji hikûmetê dixwazin ku bi lez di nav pêvajoyan de biçe ev e çimkî eger derengketin hebe ew samana ku winda bûye dibe ku heta hetayê ji bo welêt ji dest biçe. Ji ber wê pêvajoyeke bilez gelekî girîng e û pişt re gava din terxankirina hewldanan e ji bo vegerandina samanan. Ev jî warekî din e ku UNDP bi hikûmetê re li ser dixebite.
Rûdaw: Peyama UNDPyê çi ye?
Titon Mitra: Peyama dawî ew e ku şerê li dijî gendeliyê şerekî tijî zehmetî ye. Şerek e ku divê bi lez û bi awayekî bibandor were kirin.
Diviyabû gelekî ji zû de ev bihata kirin. Em pesnê wî karê li pêş ê ku ji aliyê hikûmeta nû û bi taybetî Serokwezîr ve ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê hatiye danîn didin û em dixwazin destnîşan bikin ku em amade ne di van hewldanan de piştgiriyê bidin hikûmetê.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)