Hewlêr (Rûdaw) - Li Geliyê Munzûrê yê Dêrsima Bakurê Kurdistanê hirçek bû mêvanê sifreyekê û xwarina wan xwar.
Geliyê Munzûrê yê Bakurê Kurdistanê bi bedewiyên xwe yên xwezayî tê naskirin û her tim mazûvaniya geştyaran dike.
Vê carê xwarinên ku komeke hevalan ji bo pîknîkê amade kiribûn, bala mêvanekî nevexwendî kişand.
Zikê xwe têr kir
Li gorî dîmenan, dema ku komeke hevalan li Geliyê Munzurê pîknîk dikir, hirçek nêzîkî wan bû.
Hirçê bozik yekser çû ber maseya ku sifre li serê hatibû amadekirin.
Hirç ji xwarinên li ser maseyê xwar û zikê xwe têr kir.
Hirç piştî ku demekê li wê herêmê ma û zikê xwe têr kir, paşê xatir ji xwest û çû.
Ew kêliyên balkêş jî ji aliyê welatiya bi navê Dîlan Comert ve bi kameraya telefonê hatin tomarkirin.


