Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê dibêje, “Bala me pir li ser pêşxistina pêwendiyên siyasî di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de ye” û got, “Cîgirê wezîrê derve yê Çînê rêzdar Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê vexwend da serdana Çînê bike.”
Ni Ruchi diyar dike, “Reftara Kurd û Çîniyan bi hev re dostane ye û ji ber vê sedemê me beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha Pekînê vekir. Niha ciwanên Çînê mijûlî fêrbûna zimanê Kurdî ne daku bikarin bi mirovên Kurd re gotûbêjê bikin”
Konsulê Giştî yê Çînê tekez dike, “Alûgora bazirganî ya Çînê bi Herêma Kurdistanê re sal bi sal zêde dibe” û eşkere dike, “Projeya Happy City li Hewlêrê dibe yek ji mezintirîn projeyên geştyarî li Rojhilata Navîn. Projeya Savîla Mall dest pê kiriye, ku xilas bû hewce nake şirketên Kurdî ji bo dîtina kelûpelên Çînê serdana Çînê bikin. Tenê îsal 99 berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî 39 xulên rahênanê yên cuda yên Çînê bûne.”
Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Rêbaz Elî da.
Rûdaw: Rêzdar Ni, zor spas ji bo vê derfetê!
Ni Ruchi: Spas rêzdar Rêbaz.
Tu bi xêr hatî. Ez dixwazim bi vê pirsê dest bi hevpeyvîna me bikim. Sala 2014an, di dema vekirina konsulxaneya Çînê de li Hewlêrê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ku wê demê serokê hikûmetê bû, niha Serokê Herêma Kurdistanê ye, got: Vekirina konsulxaneya Çînê dibe destpêka çêbûna pêwendiyên kultûrî, aborî û siyasî di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de. Niha tu asta van pêwendiyan çawa dibînî?
Erê, wek hûn haydar in, roja 1ê Oktoberê roja niştimanî ya Çînê ye. 1ê Oktobera îsal 72emîn salvegera damezrandina Komara Gel a Çînê ye. Lewma ez dixwazim vê derfetê bikar bînim û di vê hevpeyvînê de hin agahiyan nîşan bidim li ser pêşketinên herî dawî yên pêwendiya navbera Çîn û Herêma Kurdistanê. Herwisa ez dixwazim ji we re qala kurtiyekê li ser destkeftên 72 salên borî yên Çînê bikim. Li ser pirsa te, gelê Çînê û gelê Kurd ser bi gelên Asyayî ne li cîhanê. Dîrokeke me ya dirêj a şaristaniyê heye. Alûgora navbera me berî 2000 salan dest pê kir di Rêya Hevrîşmê de. Berî vekirina konsulxaneyê, şirketên Çînê hatin Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di avakirina Herêma Kurdistanê de piştî şer. Sala 2014an hikûmeta Çînê konsulxaneya giştî li Hewlêrê veki, ku te berî bîskekê qal kir. Di helkefta vekirina wê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, serokê wê demê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîmê bû û pêşwazî li vekirina Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê kir. Sala 2014an rewşeke dijwar li holê hebû çimkî şerê dijî DAIŞê dest pê kir. Me konsulxane vekir ji bo ku em nîşan bidin hikûmeta Çînê bi temamî piştgiriya Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de dike. Ji wê demê ve hevahengiya navbera herdu aliyan geş bûye. Wek mînak di aliyê siyasî de, me rêzdar Felah Mistefa vexwend ku wê demê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve bû û niha şêwirmendê Serok Nêçîrvan Barzanî ye, serdana Çînê kir. Herwisa parêzgarên Herêma Kurdistanê jî serdana Çînê kirin, bi Serokwezîrê Berê yê Iraqê rêzdar Adil Ebdilmehdî re. Herwisa ji Çînê jî rêzdar Lee Jon cîgirê wezîrê pêwendiyên navdewletî yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunist a Çînê berî derketina Kovîd-19ê serdana Herêma Kurdistanê kir. Çend hevrêyên xwe ji çend partiyên Kurdistanê vexwend da serdana Çînê bikin û beşdarî xulên rahênanê li Çînê bibin.
Lê rêzdar Ni, nebûna pêwendiyên siyasî li ser asta bilind di navbera herdu aliyan de wê hestê li cem me çêdike ku Çîn dixwaze pêwendiyên wê bi Herêma Kurdistanê re tenê pêwendiyên aborî bin û naxwaze pêwendiyên wê yên siyasî yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebin wek Fransa, Amerîka û welatên Ewropayê. Tu di vî warî de çi dibêjî?
Bi rastî, bala me pir li ser pêşxistina têkiliyên siyasî ye di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de. Min qala wê yekê kir ku şanda partiyan û şanda parêzgarên Herêma Kurdistanê, herwisa rêzdar Felah Mistefa jî serdana Çînê kirin. Ji bilî ku plana me hebû em çend serdanan li ser asta şandên bilind ên siyasî rêk bixin, lê ji ber belavbûna webaya koronayê me serdana şandan ragirt. Ez hêvîdar im piştî nemana koronayê, em dest bi van pêwendiyan bikin.
Ez haydar im Serok Nêçîrvan Barzanî vexwendibû da serdana Çînê bike? Çima neqewimî? Ev jî ji ber Kovîd-19ê bû? Bi baweriya te, dê kengî çêbibe?
Bi baweriya min, di dema serdana xwe de, rêzdar Lee Jon, cîgirê wezîr, ku serdana Herêma Kurdistanê kir, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê vexwend da serdana Çînê bike. Îsal, sed sal di ser damezrandina Partiya Komunist a Çînê re derbas bûn. Çend peyamên pîrozbahiyê ji çend partiyên Herêma Kurdistanê gihiştin me. Destpêka Tîrmeha îsal jî çend partiyên Herêma Kurdistanê beşdarî civîna lûtkeyê ya Partiya Komunist a Çînê û serkirdên partiyên cîhanê bûn. Pêweniyên siyasî ku heya niha hene ev in. Ez dixwazim werim ser mijara aborî, têkiliyên aborî.
Em ê paşê werin ser mijara aborî. Ez dixwazim niha li ser nûnertiya Herêma Kurdistanê li Çînê bipirsim. Herêma Kurdistanê li ser wê yekê kar dike ku nûnertiyekê li Çînê veke? Ev hewlên Herêma Kurdistanê gihiştin ku? Gelo Çînê qebûl kiriye Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe li Pekînê veke?
Bi baweriya min Herêma Kurdistanê jî dixwaze têkiliya xwe bi Çînê re bihêz bike. Qasî haydar im, plana wan heye ofîsekê li Çînê vekin û em jî pêşwaziyê lê dikin. Her ku zanyariyên tam bigihin me, em ê tedbîrên pêwîst werbigirin.
We rizamendî nîşan daye? Çînê rizamendî nîşan daye ji bo vekirina wê nûnertiyê?
Hêj tiştek negihiştiye destê me.
Negihiştiye destê we. Bi nêrîna te, ev ê kengî biqewime?
Ev pişta xwe bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdide.
Baş e, tu têkiliya bazirganî navbera Çîn û Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî, tu ti pêşveçûnekê dibînî?
Derbarê hevahengiya aborî navbera herdu aliyan, min anî ziman ku demek e şirketên Çînî li Herêma Kurdistanê dixebitin. Vêga, zêdetirî 1200 kesên Çînî li Herêma Kurdistanê dixebitin. Bêguman ev hejmar berî Kovîd-19ê zêdetir bû. Berî Kovîd-19ê, zêdetirî 2 hezar Çîniyan li vir kar dikirin. Herwisa gelek bazirganên Kurd li Çînê dijîn û kar dikin. Ez bi hejmar nizanim bihayê alûgora bazirganî çend e, lê bi nêrîna min bihayê alûgora bazirganî navbera Çîn û Herêma Kurdistanê, hejmara wê pir mezin e.
Di zêdebûnê de ye? Wek mînak, rêje îsal ji par zêdetir e?
Erê. Me dîtiye ku bihayê alûgorê sal bi sal zêde dibe.
Giringtirîn warê aborî li Herêma Kurdistanê çi ye ku bala Çînê li ser be?
Bi baweriya min gelek war hene ku çêdibe herdu alî di warê aborî de li ser wan kar bikin. Di van salên borî de, şirketên Çînî çend kargehên çêmento li Kurdistanê çêkirin. Ji bilî kargehên stîl û rîsayklînê. Herwisa me beşdarî di vedîtina gaz û petrolê de kir. Me di warê projeyên gihandinê de jî kar kir. Herwisa niha herdu alî li ser projeyên mezintir şêwirê dikin wek Happy City; ku tê çaverêkirin yek ji mezintirîn navendên kultûrî û geştyarî yên navçe û Rojhilata Navîn be. Ji bilî ku herdu alî gotûbêjê dikin li ser hevahengiya di çend projeyên girêdayî çavkaniyên avê, elektrîkê û rafînerên petrolê û çend projeyên din de.
Li ba we, kîjan proje ji hemûyan giringtir e?
Hemî proje ji herdu aliyan re giring in. Sûdê digihînin herdu aliyan. Tevî ku îsal webaya Kovîdê hebû, me sê projeyên alûgora bazirganî bi awayê online organîze kirin. Bêhtirî 300 kompanyayên herdu aliyan beşdar bûn. Ji wan civînên online bihayê bazirganî navbera şirketan gihişte 30 milyon dolaran. Ev tenê îsal.
Ango şirketên Herêma Kurdistanê kelûpel ji Çînê kirîn? Bi bihayê 30 milyon dolaran?
Erê, bi bihayê 30 milyon dolaran.
Tu dizanî çi kelûpel bûn?
Hemî cûreyên kelûpelan. Erê. Herwisa me îsal heya niha 99 berpirsên hikûmî yên Kurd li Çînê rahênan kirine. Beşdarî 39 xulên cuda yên rahênanê bûne.
Ez dixwazim em dû re qala vê yekê bikin, lê ez niha dixwazim em li ser petrolê biaxivin! Ez têdigihim ku Iraq sêyem mezintirîn dabînkera petrolê ye ji Çînê re piştî Siûdiye û Îmaratê. Lê gelo Çîn petrolê ji Herêma Kurdistanê jî dikire?
Ez bi taybetî nizanim gelo em rasterast petrolê ji Herêma Kurdistanê dikirin an na. Em petrolê ji SOMO dikirin, ku şirketa Petrola Niştimanî ya Iraqê ye. Bi nêrîna min petrola Herêma Kurdistanê jî pê re ye.
Lê hûn rasterast nakirin?
Nexêr.
Te anî ziman ku şirketên Çînî di pîşesaziya petrolê de jî li Kurdistanê kar dikin. Gelo agahiyên te hene bi taybetî di kîjan warê pîşesaziya petrolê de dixebitin?
Sê kompanyayên sereke yên Çînî li Herêma Kurdistanê di warê petrolê de kar dikin. Yek ji şirketên Çînî li zeviyeke petrolê ya Herêma Kurdistanê kar dike ku navê wê Teqteq e. Niha herroj 50 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê re berhem tîne. Şirketên din jî, yek ji wan şirketeke kolandina bîrên petrolê ye, bi Kompanyaya Rûs Neftê re dixebite. Zêdetirî 50 bîrên petrolê kolandine. Şirketeke me ya din jî heye ku bi heman awayî bi Rûs Neftê re dixebite, di warê lêgerîn û dîtina gaz û petrolê de li Herêma Kurdistanê kar dike.
Bila em qala webaya koronayê bikin. Li gor agahiyên min, we nêzîkî 1 milyon û 500 hezar maskan û 140 hezar qurçikên vaksînê ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir. Gelo hûn bi nêt in vaksîn û maskên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin ji bo rûbirûbûna Kovîd-19ê?
Ez dixwazim nûçeyeke xweş ji we re ragihînim. Hefteya borî, hikûmeta Çînê biryar da hejmareke din a vaksînê ji Herêma Kurdistanê re bişîne. Nêzîkî 200 hezar qurçikên vaksînê ye.
Ji cara borî zêdetir e!
Erê. Tu dizanî di 2 salên borî de, ji ber webaya koronayê hevahengiya navbera me tûşî dijwariyan bû, lê dema dijwar têkiliyên me kûrtir kir, têkiliyên me yên dostane. Tu dizanî, meha Adara sala par, wexta ku Kovîd-19 li Herêma Kurdistanê belav bû, Çînê bilez karvedan nîşan da bi rêya alîkariya Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Kovîd-19ê de. Me hejmareke zêde ya kelûpel û pêdiviyên dijî vîrûsê diyarî Herêma Kurdistanê kir. Bi baweriya min, me bêhtirî 1 milyon û 500 hezar mask, lepik, kîtên testê û cilûbergên xweparastinê diyarî Herêma Kurdistanê kiriye. Îsal jî, ji meha Adarê ve, Çîn yekem welat bû ku vaksîn ji Herêma Kurdistanê re şandin. Heya niha me sê caran vaksîn diyarî Herêma Kurdistanê kiriye. Koma giştî, wek te got, me 140 hezar qurçikên vaksînê diyarî Herêma Kurdistanê kir. Lewra bi rêya hewlên hevbeş têkiliya me ya dostane kûrtir bû.
Li Zanîngeha Pekînê beşa zimanê Kurdî heye. Çima xelkê Çînê dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin, sedema vekirina vê beşê li Pekînê çi ye?
Bi nêrîna min, reftara herdu miletan bi hev re dostane ye. Ziman alaveke giring e ji bo nasîna hev û gotûbêjkirinê. Ji ber vê sedemê me beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha Pekînê vekir. Niha ciwanên Çînê mijûlî fêrbûna zimanê Kurdî ne daku bikarin bi mirovên Kurd re gotûbêjê bikin û hevahengiyê bi wan re bikin.
Hûn bursên xwendinê jî diyarî xwendekarên Herêma Kurdistanê dikin daku herin li Çînê bixwînin. Li gor agahiyên min, we 15 kursiyên xwendinê terxan kirine. Gelo ev burs çawa kar dikin û plana we heye hûn hejmara kursiyan zêdetir bikin?
Bi rastî, em her sal hejmarek bursan dabîn dikin. Hikûmeta Çînê bursan dide ciwanên Kurd. Îsal, 15 gencên Kurd bursan werdigirin. Em bi Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê re hevahengiyê dikin. Me dest bi amadekirina wan bursan ji bo sala bê kiriye. Em hêvîdar in ciwanên Kurd sal bi sal bêhtir daxwazê ji bo wan bursan pêşkêş bikin û hejmareke zêdetir a ciwanên Kurd herin Çînê û li zanîngehên me bixwînin.
Bila em qala projeya Happy City bikin! Ev proje çawa diçe. Bi kutabûna vê projeyê, dê çawa di aliyê aborî de sûdê bigihîne Herêma Kurdistanê?
Projeya Happy City projeyeke kultûrî û geştyarî ye. Projeyeke pir mezin e. Dê bibe yek ji mezintirîn projeyên geştyarî li Rojhilata Navîn. Niha şirketên Çînî bi wezaretên cuda yên Herêma Kurdistanê re mijûlî karkirinê ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştevaniya vê projeyê dike. Ez hêvîdar im ku pir zû proje dest pê bike. Piştî vê projeyê dê Hewlêr bibe yek ji navendên sereke yên geştyarî li Rojhilata Navîn. Dê proje zêdetirî 8 hezar derfetên kar ji şêniyên navçeyê re peyda bike. Herwisa dê gelek geştyaran ji welatên din jî bikişîne vir.
Baş e, projeyeke we ya din jî bi navê Savîla Mall-ê li Hewlêrê heye, ku bêhtir dişibe China Town (Bajarokê Çînî). Gelo ew ê hevawayê China Town-a New York û San Francisco be yan tiştekî cuda dibe û dê kengî kuta bibe?
Ez bi kêfxweşî dibêjim ku projeya Savîla Mall (Mola Savîlayê) dest pê kiriye û ez destpêka îsal beşdarî merasîma danîna kevirê wê yê bingehîn bûm. Vêga avakirina avahiyê berdewam e. Dê Mola Savîlayê bibe navenda bazirganiya Çînê. Wexta ku kuta bibe, dê 200 şirketên Çînî werin û ofîsên xwe di wê avahiyê de vekin. Ji bo ku êdî hewce neke şirketên Kurdî ji bo dîtina kelûpelên Çînî serdana Çînê bikin. Di wê molê de kelûpelên Çînî têne nîşandan. Derbarê pirsa te; bi nêrîna min ev proje ji China Town-a New York û Washington û bajarên din pir biçûktir e. Lê bi baweriya min, ev destpêkeke baş e ji bo çêkirina China Town li vir hevawayê China Town-a Washington û New Yorkê.
Pir baş e. Te qala wê yekê kir ku hûn berpirsên hikûmî yên Herêma Kurdistanê rahênan dikin. Tu dikarî qal bikî kî beşdarî wan xulan dibe?
Em her sal çend xul û kursên rahênanê ji berpirsên hikûmî yên Herêma Kurdistanê re vedikin. Min qala wê yekê kir ku tenê îsal 99 berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî 39 kursên rahênanê yên cuda cuda bûn. Çend xulên cuda yên rahênanê, wek mînak ji bo pêşvebirina asta komûnîkasyon, çandinî, pîşesazî û xwendina bilind û çend warên din. Plana me heye ku em sala bê kursên zêdetir vekin. Bê şik îsal piraniya kursan online bûn. Ez hêvîdar im ku sala bê dema weba kuta bibe, em wan vexwînin Çînê daku beşdarî wan xul û kursan bibin.
Plan û projeyên bê yên hikûmeta Çînê, Komara Gel a Çînê ji bo Herêma Kurdistanê çi ne?
Em ê niha qala hevahengiya dualî bikin. Ji ber kêmbûna demê ez nikarim qala hemî warên hevahengiyê di navbera herdu aliyan de bikim. Bi rastî, bi nêrîna me kirina tiştekî ji gotina wî çêtir e. Şêniyên Çînê encamder in. Em dixwazin karên bêhtir bikin. Ji bo siberojê, bi nêrîna min em ê piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bikin, bi rêya dabînkirina kelûpelên xweparastina ji vîrûsê û dabînkirina alîkariyên mirovî li gor karînên me. Ji bo ku em alîkariya herêmê bikin ku zora wan dijwariyan bibe ku niha tûşî wan bûye, û geşbûna aborî bikeve ser rêya xwe û jiyan normal bibe. Aramî û saxlemî di herêmê de misoger bibe. Herwisa di dema vê webayê de me alûgora dualî geş kir, bi rêya amrazên xas wek civînên online. Piştî webayê, em ê serdanên dualî li ser hemî astan bidin destpêkirin. Em ê şandên siyasî, bazirganî û medyayî vexwînin da serdana Çînê bikin û Çîna dilrevîn bi çavên xwe bibînin. Herwisa, plana me heye ku em beşa zimanê Çînî li Zanîngeha Selahedînê berfireh bikin. Bi nêrîna min bi rêya hewlên dualî bê guman dostaniya me di siberojê de kûrttir dibe.
Em jî hêvîdar in. Zor spas.
Spas.

.webp&w=3840&q=75)

