Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Konfederasyona Dikandar û Pîşekaran a Tirkiyeyê (TESK), îsal 93 hezar û 95 dikandar û pîşekaran dawî li karê xwe aniye.
Ev rêje li gorî heman heyama sala borî bi rêjeya ji sedî 11,8 zêde bûye ku 83 hezar û 302 bû.
Rojane 345 kargeh tên girtin
Amarên fermî yên tomarkirinê destnîşan dikin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya girtina kargehên piçûk û navîn her ku diçe bilindtir dibe.
219 hezar û 177 kargehên nû di heyama Kanûna Paşîn û Îlona 2016an de hatine tomarkirin.
Lê di heman demê de 93 hezar û 95 dikandaran derabeyên xwe daxistine û ji bazarê vekişiyane.
Ji wan kargehên ku hatine girtin, 73 hezar û 121 ji ber jêbirina qeyda bazirganiyê hatine girtin.
Her wiha 19 hezar û 974 kargeh jî bi temamî ji ber destjêberdana ji pîşeyê hatine girtin.
Li gorî van amaran, di 9 mehên destpêkê yên îsal de rojane bi navînî 345 dikandaran cihên xwe yên kar girtine.
Herî zêde li Stenbolê kargeh hatine girtin
Bajarê ku pêla girtina kargehan herî zêde lê pêk hatiye Stenbol e.
Li wî bajarî tenê di heyama Kanûna Paşîn-Îlonê de 10 hezar û 956 dikandaran karê xwe rawestandiye.
Piştî Stenbolê Îzmîr bi 6 hezar û 421 kargehan, Antalya bi 5 hezar û 9 kargehan, Enqere bi 4 hezar û 862 kargehan û Bursa jî bi 4 hezar û 246 kargehan tên.
Di meha îlonê de jî rêzbendî neguheriye û Stenbol dîsa di rêza yekem de cih girtiye.
Tenê di nav mehekê de li Stenbolê hezar û 259 kargeh hatine girtin.
Di heman mehê de li Îzmîrê 725, li Enqereyê 605, li Antalyayê 503 û li Bursayê jî 472 kargehan dawî li çalakiyên xwe yên aborî aniye.
Hejmara girtinan di salekê de zêde bûye
Hejmara giştî ya kargehên girtî ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2025an de 83 hezar û 302 bû, di heman heyama sala 2026an de derketiye 93 hezar û 95an.
Bi vî awayî, di nava salekê de 9 hezar û 793 kargehên din jî li karwanê girtinê zêde bûne.
Zêdebûna lêçûnên kargêriyê, giranbûna kirêyan û krîza debara jiyanê, ew zehmetiyên sereke yên aborî ne ku barê dikandaran giran kirine.
Ev amarên dawî jî, rasterast bandora krîza aborî û giraniya bazarê ya li ser karsazên piçûk radixin ber çavan.


.webp&w=3840&q=75)
