Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku lêgerîna li petrol û gaza xwezayî ya li bejahî û deryayê didome.
Alparslan Bayraktar her wiha got, "Dibe ku em di demeke nêzîk de ji qada hilberîna petrolê ya Gabarê mizgîniyeke nû bidin."
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ji bo beşdariya Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê li Moskowê ye.
Bayraktar ji Ajansa Anadoluyê re û got, "Tevî krîzên li pey hev ên li bazara enerjiyê ya cîhanê, ti pirsgirêkên Tirkiyeyê yên ewlehiya ernejiyê nînin."
"Lêgerîna li petrol û gaza xwezayî didome"
Bayraktar anî zimên ku ew polîtîkaya cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê li ber çavan digirin û got:
"Lêgerîna li petrol û gaza sirûştî ya li derya û bejahiyê didome. Hilberîna petrolê ya li Gabarê jî beşeke girîng a van xebatan e."
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê bal kişand ser berdewamiya xebatên li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê û got:
"Bi îzna Xwedê em dê di demeke nêzîk de karibin ji Gabarê mizgîniyeke nû bidin."
Hilberîna gaza sirûştî li Deryaya Reş
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê qala xebatên deryayê jî kir.
Wî da zanîn ku welatê wî ji sala 2023yan ve dest bi hilberîna gaza sirûştî kiriye û ev hilberîn li qada gaza Sakaryayê ya li Deryaya Reş tê kirin û wiha domand:
"Dê hilberîna me ya li Deryaya Reş salane bibe 7,5 milyar metre sêca. Ev yek ji sifirê dest pê kir û îro dibe du qat. Ev rêje dê sala 2028an çar qatan zêde bibe."
Bayraktar behsa girîngiya cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê kir.
Wî ragihand ku armanca Tirkiyeyê ew e ku sûdê ji hemû çavkaniyên enerjiya nûjenbar wergire û ev çavkanî enerjiya nukleer, komira navxweyî, petrol û gaza sirûtştî li xwe digirin.
Li Gabarê rojane 84 hezar bermîl tên derxistin
Li qadên petrolê yên Çiyayê Gabarê yê li parêzgeha Şirnexê 176 bîrên petrolê hene.
Di van bîran de hilberîna petrolê didome.
Li gorî amarên fermî, rojane nêzîkî 84 hezar bermîlên petrolê tên hilberîn.
Ev yek dike nêzîkî ji sedî 44ê tevahiya hilberîna petrolê ya li nav Tirkiyeyê.



.webp&w=3840&q=75)