Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Gulf Keystone Petroleumê (GKP) ragihand ku bi rêya şirketa SOMOyê yekem barê petrolê ji bo qerebûkirin (tezmînkirin) û rêkxistina firotina petrola hinardekirî ya çaryeka çaran a sala 2025an bi bihayên navneteweyî hatiye terxankirin û wergirtin.
Şirketa Gulf Keystone Petroleumê îro di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku ev barên zêde yên petrolê (top-up barrels) di çarçoveya peymana sêalî ya demkî ya di navbera şirketên petrolê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de hatine dayîn.
Ev gav ji bo vegerandina deyn û heqdestên darayî yên kombûyî yên şirketê wekî destpêkekê ye.
"Ji bo pîşesaziya petrola Kurdistanê werçerxanek e"
Birêvebirê Bicihhêner ê Gulf Keystoneê Jon Harris li ser vê gavê got:
"Destpêkirina pêvajoya dayîna pereyên qerebûyê, ji bo şirketê û pîşesaziya petrolê ya Kurdistanê werçerxanek e ku erênî û girîng e."
Jon Harris her wiha destnîşan kir ku wergirtina tevahiya heqdestên darayî yên peymanên parvekirina hilberînê (PSC) yên bi bihayên cîhanî, bi temamî li gel yasaya sererastkirî ya budceya Îraqê û peymanên wan re guncav e.
Pêbendbûna Hewlêr û Bexdayê
Jon Harris helwesta her du hikûmetan bi awayekî erênî nirxand û pê de çû:
"Em pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê ya ji bo bicihanîna vê gavê pêşwazî dikin.
Ev gav pêgeha Îraq û Herêma Kurdistanê ya wekî herêmeke balkêş a ji bo veberhênana navneteweyî ya petrolê bihêztir dike."
Gulf Keystone Petroleumê diyar kir ku li gorî danîna vê binyata nû ya diravdanê, ew dê wergirtina deyn û heqdestên xwe bidomînin.
Her wiha hat diyarkirin ku ev diravdana destpêkê dê bibe paldereke xurt a ji bo xurtkirina xebatên şirketê yên bi armanca bipêşxistina zêdetir a rezervên mezin û kêm-mesref ên Qada Petrolê ya Şêxanê.
.webp&w=3840&q=75)


