Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê bi traktorên xwe daketin nava bajarê Sirûcê û bihayên mazot, gubre, derman û heqê avê protesto kirin.
Bi salan e cotkarên Kurd ji bihabûna xerciyên çandiniyê gazinan dikin û gihîştine qonaxa topavêtinê.
Lê vê carê ew li traktorên xwe siwar bûn û li qadan nerazîbûna xwe nîşan da.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê jî piştgirî da xwenîşandana cotkaran û li traktoran siwar bûn.
"Em zererê dikin"
Cotkarên Sirûcê dibêjin ku xerciyên wan ên sereke sal bi sal zêde dibin.
Lê berhemên wan bi heman awayî biha nabin û ji ber vê yekê ew zererê dikin.
Cotkar ji hikûmetê dixwazin ku xerciyên çandiniyê û heqê avê kêm bike.
Serokê Komeleya Çandinî û Hilberîneran (ZUDER) Zekî Eşsîz jî li ser mijarê axivî.
Zekî Eşsîz anî zimên ku cotkarên Sirûcê qezenc nakin û got:
“Ji ber ku cotkar qezenc nakin erd vala dimînin. Çima erd vala dimînin?
Cotkar berî ku çandiniyê bike, difikire û dibêje, 'Eger ez çandiniyê bikim ez dê çi qezenc bikim?'
Lê ji ber ku nikare qezenc bike, erdê xwe naçîne.”
Zekî Eşsîz her wiha destnîşan kir ku xerciyên av, gubre, tov, derman û heqdestê karkeran qat bi qat zêde bûne û pirsî, "Ma li hemberî wê, bihayê berhemên me zêde bûn?"
Erdên pemboyê daketin nîvî
Li Sirûcê sala 2025an 140 hezar donim pembo hatibû çandin.
Lê îsal ji ber xerciyên zêde çandina pemboyê daket nîvî.
Îsal tenê 70 hezar donim pembo hat çandin.
Li aliyê din ferqeke mezin a heqê avê di navbera navçeyan de heye.
Li Sirûcê heqê avê ji bo donimek erdê pemboyê 3 hezar û 700 lîre ye.
Lê li navçeya Herranê ya Rihayê ku cîrana Sirûcê ye, ev heq tenê 700 lîre ye.


