Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca bihêzkirina pêwendiyên aborî û vekirina derfetên nû yên bazirganiyê, li Kolomboya paytexta Srî Lankayê beşdarî Foruma Aborî û Veberhênanê bû.
Şandeya ku ji nûnerên Desteya Veberhênanê, Konsulxaneya Fexrî ya Srî Lankayê û hinek bazirganan pêk tê, di foruma ku 11ê Çiriya Pêşîn a 2026an dest pê kir û 500 şirketên navneteweyî amade bûn de hevdîtinên girîng kirin.
Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Celal beşdarî bultena Nûrojê Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û ragihand ku şandeya Herêma Kurdistanê li gel şirketên mezin ên Srî Lankayê zêdetirî 25 civînan pêk anîne û got:
"Pêwendiyeke baş û hevahengiyeke xurt hat avakirin. Şande çû gelek navendên hilberînê da ku ezmûna Srî Lankayê ji nêz ve bibîne."
Li gorî Dr. Ehmed Celal, Srî Lanka di warê pîşesazî û çandiniyê de welatekî pêşketî ye û berhemên wê bi kalîteya xwe ya bilind tên naskirin.
Zêdebûna bazirganiyê
Asta bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Srî Lankayê de bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Dr. Ehmed Celal amaje bi wê yekê kir ku tenê di sala 2025an de, 46 milyon kîlo çaya Srî Lankayê hatiye Îraq û Herêma Kurdistanê û got:
"Gelek brandên çayê yên ku berê nedihatin herêmê, niha li bazaran peyda dibin.
Her wiha, gelek tiştên din ên xwarinê û pîşesaziyê jî ji Srî Lankayê digihîjin Herêma Kurdistanê."
Dr. Ehmed Celal destnîşan kir ku Srî Lanka rê nade berhemên kêmkalîte ji welatê wan derkevin û got, "Her tiştekî ku ji Srî Lankayê derdikeve, xwedî kalîteyeke gelek baş e."
Derfet heye
Şandeya Herêma Kurdistanê di hevdîtinan de li ser wê îmkanê jî axivî ku berhemên çandiniyê yên wekî hinar û sêvan herin Srî Lankayê.
Dr. Ehmed Celal diyar kir ku bihayê fêkî li Srî Lankayê bilind e û got:
"Mînak, kîloya tirî bi 10 dolaran û kîloya sêv û hinaran bi 4 dolaran e.
Eger em karibin rasterast ji Herêma Kurdistanê berheman bişînin, dê li ser 900 marketên mezin ên Srî Lankayê bên belavkirin."
Geştyarî
Srî Lanka Ji aliyê geştyariyê ve wekî yek ji welatên pêşketî yên Asyayê tê dîtin ku tenê di şeş mehên destpêka îsal de 4 milyon geştyar pêşwazî kirine.
Dr. Ehmed Celal destnîşan kir ku eleqeya geştyarên ji Herêma Kurdistanê ya ji bo serdana Srî Lankayê sal bi sal zêdetir dibe.
Wî her wiha got ku Başûrê Kurdistanê jî dikare bi taybetî di demsala zivistanê de ji bo geştyarên ji welatên Asyayê bibe navendeke balkêş.
Lê belê wî bal kişand ser pêwîstiya bipêşxistina sektora geştyariyê ya li Herêma Kurdistanê û got:
"Divê em di warê pratîk de karmend û pisporên vî warî bigihînin. Hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê di paşerojê de li ser vê mijarê bixebite."


