Hewlêr (Rûdaw) - Îro di destpêka dan û standinên bazarên Asyayê de bihayê petrolê pir neguherî.
Niha veberhêner li hêviya encamên guftûgoyên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de ne.
Her wiha çavê wan li asoya firotina petrola xav a Rojhilata Navîn e.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 12 sentan anku bi rêjeya ji sedî 0,1 bilind bû û bermîla wê bi 98,15 dolaran hat firotin.
Her wiha bihayê petrola xav a Teksasa Amerîkayê jî 7 sentan anku bi rêjeya ji sedî 0,1 daket û bermîla wê bi 90,35 dolaran hat kirîn û firotin.
Petrola brent meha îlonê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 14an kareke mehane tomar kir.
Ev bilindbûna herî mezin a ji meha tîrmehê ve ye.
Her wiha petrola Teksasê jî di wê mehê de bi qasî ji sedî 5an bilind bû.
Şîroveyên pisporan
Şirovekarê şirketa Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa li ser vê yekê ragihand:
"Her çend ji ber dilgiraniyên li ser hatina bazarê ya petrolê ya ji ber asêbûna dan û standinên aştiyê pêla kirînê berdewam bike jî, di heman demê de guvaşa firotinê jî li ser bazarê heye.
Ev yek piştî wê tê ku nîşanên bilindbûnê bi hinardekirina petrola Rojhilata Navîn ve diyar in."
Wî pisporî da zanîn ku ji bo bihayê petrola Teksasê dakeve bin 88 dolaran, pêwîstî bi palderekî nû heye.
Banka Goldman Sachsê di raporekê de eşkere kir ku li gorî texmînên wan, hinardekirina petrola Kendavê hefteya borî rojane gihîştiye 23,3 milyon bermîlan. Ev jî hevsengê navîniya sala 2025an e.


