Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê ji 103 dolaran derbas bû û Amerîka ji bo kêmkirina zexta li ser bazarê amadehiya tedbîrên nû dike.
Berdewamiya aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û kêmbûna derbasbûna keştiyan ji Tengava Hurmizê, fikara li ser peydakirina petrolê zêde kiriye.
Redkirina gotinên ku Washington dikare hin cezayan li ser Îranê sivik bike, bû sedema zêdebûna bihayê petrola brent.
Bihayê bermîla brent ji 103 dolaran derbas bû, di heman demê de petrola xam a Amerîkayê (WTI) gihîşt 89,72 dolaran.
Tengava Hurmizê û gefa li ser peydakirinê
Tengava Hurmizê yek ji rêyên sereke yên veguhestina petrolê ye.
Kêmbûna veguhestina petrolê ya ji vê tengavê, ji ber aloziya navbera Washington û Tehranê, zexta li ser bazarê zêde kiriye.
Qeter û Pakistan hewl didin di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê bikin lê hîn jî li ser peymaneke mayînde li navbera her du aliyan lihevhatin çênebûye.
Îranê ragihand ku ew ji dan û standinê re vekirî ye lê di bin zextê de dê peymanê îmze neke.
Amerîka jî bi siyaseta zexta aborî û cezayên li dijî Îranê berdewam dike.
Îraq û bandora wê li ser bazara petrolê
Vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê piştî 23 salan jî bûye mijara nîqaşê.
Bandora Îranê li Îraqê û metirsiya vejîna gefa DAIŞê ji mijarên sereke yên nîqaşê ne.
Ji ber ku Îraq nêzîkî 3 milyon bermîl petrolê di rojê de hildiberîne ji lewra cihekî girîng li bazara enerjiyê digire, her guhertinên mezin ên li wî welatî dikarin bandorê li ser peydakirina petrolê bikin.
Ji bo aramkirina bazarê Amerîka dikeve tevgerê
Ji bo kêmkirina bandora bihayên bilind ên enerjiyê ya li ser aboriyê, Amerîka amadehiyê dike ku heta 40 milyon bermîl petrolê ya ji Rezerva Stratejîk wekî deyn bide şirketan.
Şirketên ku dixwazin beşdarî vê bernameyê bibin, divê heta 6ê Çiriya Pêşîn daxwaznameyê bidin.
Vegerandina petrola deynkirî dikare heta dawiya sala 2028an bidome.
Rezerva stratejîk a Amerîkayê di vê pêvajoyê de daketiye bin 284 milyon bermîlan ku ji sala 1982yan ve asta herî nizm e.
Hemda herêmê hinekî hat cihê xwe
Di heman demê de, şandina petrolê ji hinek deverên Rojhilata Navîn dîsa dest pê kiriye û ev yek zexta li ser bazarê kêm kiriye.
Erebistana Siûdî piştî ku Xeta Boriyê ya Rojava-Rojhilatê dîsa xebitandiye, ji Bendera Yenbo ya li ser Deryaya Sor barkirina petrolê dîsa dest pê kiriye.
Îraq jî dest bi şandina petrola xwe bi rêya Sûriyeyê ber bi bazarên cîhanê kiriye.
Li gorî amarên bazarê, hilberîn û şandina petrolê ya li herêmê zêde bûye lê dîsa jî asta hilberînê ya herêmê rojane bi 3,2 milyon bermîlan ji asta berî şer kêmtir e.
Ji ber vê yekê, her çend peydakirina petrolê dest bi vegerîna xwe kiribe jî bazara petrolê hîn li rewşa berî şer venegeriyaye.


