Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Koreya Başûr û Taywanê di daxuyaniyên taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ew hemû vebijarkan li ser maseyê digirin, di nav de benderên Tirkiyeyê û petrola Herêma Kurdistanê hene da ku xetera li Tengava Hurmizê ji holê rakin.
Têkçûna trafîka tankeran li Tengava Hurmizê ji ber şerê li Rojhilata Navîn bûye sedem ku giregirên pîşesaziyê yên Asyayê li rêyên alternatîv bigerin.
Ji ber ku pevçûnên li Rojhilata Navîn zêde dibin, Tengava Hurmizê, xeta bingehîn a herikîna petrolê ya cîhanî û Tengava Babulmendebê ya ku ber bi Deryaya Sor ve diçe, hatine kilîtkirin, du mezinên Asyayî yên ku ewlehiya wan a enerjiyê di xetereyê de ye, dest bi lêgerîna çareseriyên nû kirine.
Koreya Başûr û Taywan ku bi qasî ji sedî 70yê hewcedariyên xwe yên petrola xav ji Rojhilata Navîn peyda dikin, rêyên alternatîf lêkolîn kirine ku dikarin ji bo derbaskirina krîzê Kendava Besrayê derbas bikin.
Rayedarên Seûl û Taypê di daxuyaniyên taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku rezervên stratejîk ên petrolê vekirine û derbarê boriyên ber bi Deryaya Spî ve diçin û bi taybetî girîngiya petrola Herêma Kurdistanê jî peyamên krîtîk dan.
Taywan: Hemû dabînker, tevî Kurdistanê li maseyê ne
Taywana ku navendeke hilberîna mîkroçîpên cîhanî ye û sedî 70yê petrola xwe ji Rojhilata Navîn distîne, ketiye lez û bezeke dijwar.
Di bersiva pirsa Rûdawê de, "Gelo petrola Îraq û Herêma Kurdistanê dikare ji bo Taywanê bibe alternatîfek da ku xetereyên li Tengava Hurmizê kêm bike?" Wezareta Aboriyê ya Taywanê deriyê ji bo Hewlêrê û bazarên alternatîf vekirî hişt û wiha got:
"Stratejiya me li ser bingeha cihêrengiya piralî ye. Em ji nêzîk ve astengiyên li Tengava Hurmiz û Babulmendebê dişopînin.
Di vê çarçoveyê de, em bi baldarî rêzeke berfireh ji dabînkerên li derveyî tengavên xeter li ser maseyê digirin ku dikarin li gorî hewcedariyên rafinerî û lojîstîkê yên Taywanê biguncin."
Hikûmeta Taywanê ji bo ku kargeh bixebitin, kirînên awarte ji bazara spot pêk tîne û destnîşan dike ku rezervên stratejîk ên petrolê ji sînorên yasayî û heta astên sala borî jî derbas bûne.
Koreya Başûr: Armanca me ya sereke ew e ku em çavkaniya xwe piralî bikin
Alîkarê Birêvebirê Dabînkirina Petrol û Gazê ya Wezareta Bazirganî, Pîşesazî û Enerjiyê ya Koreya Başûr Minseop Kim jî ji Rûdawê re axivî û alternatîfên ku eger krîz kûrtir bibe dê werin bicîhanîn nirxand.
Di bersiva pirseke li ser gelo Koreya Başûr dê berê xwe bide petrola ku bi rêya Herêma Kurdistanê an benderên Tirkiyeyê (Ceyhan) tê şandin, Kim wiha got:
"Niha ne guncav e ku navnîşanek an welatekî taybetî were binavkirin lê belê armanca me ya sereke ew e ku em çavkaniya xwe piralî bikin.
Hikûmeta me bi gelek welatên hilberîner re di pêwendiyeke domdar de ye."
Ji bo ku pîşesazî berdewam bike, rezerv ji bo bazarê hatin vekirin
Ji ber krîza li Rojhilata Navîn, Koreya Başûr bi fermî bernameya xwe ya Rezerva Stratejîk a Petrolê (SPR) da destpêkirin.
Bi rêvebiriya Seûlê ji bo ku kêmasiya peydakirina petrolê çareser bike, li şûna firotina rezervên dewletê, bi şêwaza deyndayînê petrolê dide bazarê.
"Mînseop Kîm (Minseop Kim) ragihand ku ji bo mehên îlon û cotmehê, zêdetirî ji sedî 90ê standina petrolê hatiye mîsogerkirin.
Her wiha destnîşan kir ku hewcedariya petrola sivik ku ji bo pîşesaziyê pir girîng e û hewcedariya gaza xwezayî ya avî (LNG) ya ji bo zivistanê, ji bazarên alternatîf ên li derveyî Rojhilata Navîn hatine peydakirin.
Çima petrola Herêma Kurdistanê?
Pispor balê dikişînin ser vê yekê ku ji ber metirsiyên ewlehiyê yên hemwext li ser Tengava Hurmiz û Tengava Babulmendebê, petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazara Asyayê bûye yek ji rêyên bejayî yên herî ewle.
Çimkî ev petrol, bêyî ku bikeve Kendava Besrayê, rasterast bi xetên boriyan di ser Tirkiyeyê re digihîje Deryaya Spî (Bendera Ceyhanê).

