Ev kovar bi armanca xuyakirin û tomarkirina têkoşîn, ked, ezmûn û destkeftiyên jinan a di qada aborî û karsaziyê de hatiye amadekirin.
Hejmara yekem a vê xebata watedar, ji bo bîranîna pêşengên karsazên jin Nevin Îl, Ferda Cemîloglu û Şemsa Ozarê hate diyarîkirin.
Pêngaveke dîrokî ji bo arşîva keda jinan
Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngen di merasîma danasînê de axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêşketina aboriya herêmî de.
Ekîngenê destnîşan kir ku ji roja avabûna Meclîsa Jinên Karsaz ve, wan di jiyana karsaziyê de destkeftiyên gelek girîng bi dest xistine û ev yek bûye bîreke hevpar a bihêz û wiha lê zêde kir:
"Armanca me ew e ku ev bîr û ezmûna jinan neyê jibîrkirin û ji bo nifşên paşerojê bibe arşîveke mayînde.
Pêvajoya amadekirina kovarê, di heman demê de derfetek bû ku em xebatên xwe yên heta îro careke din binirxînin.
Gava em li vê pêvajoyê dinêrin, em careke din bi kûrahî hîs dikin ku em bûne şahidên demên çi qas girîng.
Em bi derxistina hejmara yekem a ‘in û Karê serbilind in û kelecana vê xebatê dijîn."
"Pêşengên me bûn rênîşanderên me"
Endama Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Arzu Sunar jî di bernameyê de axivî û girîngiya bîranîna jinên ku di têkoşîna wekhevî û azadiyê de ked dane, anî ziman.
Sunarê diyar kir ku ev meclîs sala 2019an wekî meclîsa yekemîn a jinan a li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin sîwana jûreke bazirganiyê de hatiye avakirin û kovar jî fêkiyê vê keda demdirêj e.
Sunarê destnîşan kir ku wan hejmara yekem a kovarê diyarî Nevin Îl, Ferda Cemîloglu û Şemsa Ozarê kirine û wiha axivî:
"Rêwiyên têkoşîna jinan a ji pêşerojê heta paşerojê, bi gav û tecrubeyên xwe bûn rênîşanderên me.
Hêviya me ew e ku di vê rêya dûr û dirêj de, şopên me jî tevî gavên wan bibin.
Em pêşengên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û mîrata ku wan ji nifşên nû re hiştiye diparêzin."
Ne tenê kovar e, qadeke piştevaniyê ye
Kovara Jin û Karê ne tenê weşanek e ku behsa çîrokên jinên karsaz dike, di heman demê de ew wekî platformeke zindî hatiye sêwirandin.
Li gorî daxuyaniya Sunarê armanca wan a sereke ew e ku jin tê de ji hev hêzê bigirin, îlhama xwe parve bikin û bi hev re rêyên nû yên aboriyê û deriyên piştevaniyê vekin.
Sunarê di dawiya axaftina xwe de peyameke wiha da:
"Em vê hejmara xwe ya yekem tenê wekî destpêkekê dibînin. Dema ku em bi hev re bimeşin, em dê xurttir, wêrektir û berhemhêner bin.
Em hêvî dikin ku her çîrok, her ked û her ramanek di kovarê de bibe destpêkên nû û deriyên ronahiyê ji bo tevahiya jinan."
Merasîma danasînê li Navenda Înovasyonê ya Gastronomiyê bi beşdariya gelek endamên DTSOyê, karsaz û mêvanan de hat lidarxistin.

