Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku welatê wî di qonaxeke nû ya veguherîna aborî û çaksaziya bankî de ye û got, “Em dê hilberîna petrolê derxînin 10 milyon bermîlan.”
Zeydî da zanîn ku ew dixebitin da ku asta hilberîna petrolê rojane ji 4,5 milyon bermîlan derxînin 10 milyon bermîlan.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî li New Yorkê serperiştiya civîneke berfireh a bi nûnerên bank û saziyên darayî yên Amerîkayê û pisporên aboriyê re kir.
Zeydî di axaftina xwe de anî zimên ku lawaziya pergala bankan a Îraqê ya di salên borî de ji ber wê yekê bû ku li hemberî pergala bankan a navneteweyî, bi taybetî li hemberî bankên Amerîkayê ne vekirî bû.
Zeydî her wiha daxwaz ji nûnerên bankan kir ku beşdarî avakirina aboriya Îraqê bibin û got:
“Hatina bankayên Amerîkî ya ji bo nav bazara Îraqê dê bibe veguherîneke mezin a di bipêşxistina sektora bankaan û bihêzkirina pêwendiyên bi pergala darayî ya cîhanê re.”
Hedef: 10 milyon bermîl petrol
Serokwezîrê Îraqê li ser sektora petrolê jî got:
“Îraq niha rojane derdora 4,5 milyon bermîl petrol hildiberîne lê siyaseta hikûmetê ew e ku vê rêjeyê di rojekê de bigihîne 10 milyon bermîlan.”
Elî Falih Zeydî her wiha da zanîn ku hikûmeta wî ji bo peydakirina jîngeheke guncaw a hilberînê dixebite û ji bo bank û şirketên biyanî hemû hêsankariyan dabîn dike.


