Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro li bazarên cîhanî daket.
Daketin piştî wê yekê çêbû ku bazirganan raporek belav kir.
Li gorî raporê, welatên Asyayî plan dikin ku piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îranê petrola herî zêde ya xav hawirde bikin.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro bi rêjeya ji sedî 0,52 daket û bermîla wê bû bi 102,54 dolaran.
He rwiha bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya ji sedî 0,34 daket û bermîla wê bi 91,85 dolaran hat firotin.
Hawirdekirina Asyayê gihîştiye asta herî bilind
Ajansa Reutersê ragihand ku îlonê hawirdekirina petrola xav a ji bo Asyayê zêde bûye.
Ev rêje piştî destpêkirina şerê Îranê gihîştiye asta xwe ya herî bilind.
Tê çaverêkirin ku îlonê rojane 23,96 milyon bermîl petrol ji Asyayê re werin şandin.
Ev hejmar tebaxê rojane 23,38 milyon bermîl bû. Ev jî ji sibatê ve asta herî bilind e.
Aloziyên Amerîka û Îranê
Li hêla din, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de didomin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Amerîka û Îsraîl bi têkdana aramiyê û derxistina aloziyan li cîhanê tohmetbar kirin.
Pizîşkiyan li ser vê mijarê got, "Serokê Amerîkayê em wekî terorîst dan nasîn lê em bi xwe qurbaniyên terorê ne."
Pizîşkiyan her wiha destnîşan kir ku dê welatê wî heta henaseya dawî li ber xwe bide.
Bazar hîn jî hestiyar in
Birêvebirê Veberhênanê yê Şirketa Zaye Capital Marketsê Naeem Aslam li ser bihayê petrolê axivî.
Naeem Aslam got, "Her çi qas daketina bihayê petrolê hinekî aramiyê bide bazarên pişkan ên li Amerîka û Ewropayê jî hinek metirsî hene ku dikarin bi lez belav bibin û wan bandoran ji holê rakin."
Aslam li ser sedemên metirsiyê jî ev agahî dan, "Bazar hîn jî li hemberî tundkirina zêdetir a siyaseta neqdî hestiyar in.
Her wiha li hemberî alozbûna ducare ya rewşa Rojhilata Navîn, bazar hestiyariya xwe diparêzin.
Dan û standinên vê hefteyê yên di navbera Amerîka û Çînê de jî bandorê li bazaran dikin.
Ew dan û standin li ser bazirganî, hişê çêkirî û zincîreya dabînkirina kel û pel û mîneralên stratejîk in."


.webp&w=3840&q=75)
