Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê êrişî Îranê kir û ragihand ku Washington li dijî Tehranê stratejiya "xeniqandina aboriyê" dimeşîne.
Scott Bessent destnîşan kir ku cîhan êdî li hemberî tevgerên Îranê bêdeng namîne.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di hevpeyvîneke bi Fox Newsê re de got:
"Ev rejîma şerxwaz 47 sal in heye û cîhan jê bêzar bûye.
Gelê Fars gelekî mezin e lê rejîmeke wan a diçewisîne heye."
Scott Bessent anî zimên ku Amerîka dê bi rêya zextên darayî Îranê "bixeniqîne" û pereyê wê bi temamî bêqîmet bike û got:
"Dê rejîm ji navxwe ve were guhertin û gel dê rabe ser pêyan, yan jî em dê bibînin ka dê çi bibe."
Bessent 24ê Tebaxê çend ceza bi ser Îranê de sepandibûn û piştî wê tumenê Îranê zêdetir daketibû.
Niha 100 dolarên Amerîkayê li beramberî 22,5 milyon tumenî ne ku 1ê Tebaxê 100 dolar bi 19,36 milyon tumenî bû.
Petrol erzan dibe
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê pêşbîniyeke erênî ji bo bazara enerjiyê kir.
Ew di wê baweriyê de ye ku piştî bidawîhatina vê krîzê, bazara petrolê dê bi zêdebûneke mezin a dabînkirinê re rû bi rû bibe û ev yek dê bibe sedema daketina bihayê petrolê.
Bessent got, "Dibe ku bermîleke petrola xav dakeve 40-50 dolarî."
Bessent li ser hinartina petrola Îranê ya Çînê hişyariyek da û ragihand ku roja sêşemê li benda rêkarên nû bin û anî ziman:
"Niha Îran di rewşeke wisa de ye ku ne dikare tiştekî hinarde bike û ne jî dikare tiştekî hawirde bike."
Çîn rojane 17,8 milyon bermîl petrol hawirde dike û 8 milyon bermîlan ji Îranê dikire.
Ew mîqdara ku Îran difiroşe Çînê ji sedî 90ê hinartina petrola wî welatî ya rojane ye.
Êrişî medyayê kir
Bessent di beşeke axaftina xwe de êrişî 2 rojnameyên herî navdar ên cîhanê kir.
Wî rojnameya Financial Timesê wekî "dijî Amerîka, dijî bazirganî û dijî nirxên Rojavayê" bi nav kir.
Wezîr rexne li Wall Street Journalê jî girtin û da zanîn:
"Ew rojname êdî ne rojnameyeke bazirganiyê ye. Tenê tiştê ku ez tê de dixwînim nirxandina pirtûkan e."
Bessent got ku pirsgirêk di weşana medyayî ya bipaşvekişîna bazaran de ye, ne di bazarê bi xwe de.
Wî anî zimên ku ji bo van medyayan îfadeya "nûçeyên sexte" têra naskirina wan nake.
Dem bi dem ev her du rojname nûçeyên neyînî li ser şiyana Amerîkayê ya ji bo têkbirina Îranê belav dikin ku vê yekê hinek berpirsên Amerîkayê dilgiran û hêrs kiriye.



.webp&w=3840&q=75)