Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara serbest a Stenbolê dolar bi 48,06 lîreyan û euro jî bi 56,27 lîreyan dest bi rojê kir.
Bêqîmetbûna lîreyê Tirkî berdewam dike, dolar bi ser 48 lîreyan ket.
Dolar bi 48,06 lîreyan tê kirîn û bi heman bihayî tê firotin.
Kirîna euroyê bi 56,27 lîreyan û firotina wê jî bi 56,27 lîreyan e.
Doh bihayê firotina dolarî 47,95 lîre û bihayê firotina euroyê jî di asta 56,13 lîreyan de bû.
Bêqîmetbûna lîreyê Tirkî ya li beramberî dolar berdewam dike û dolar bi ser asta 48 lîreyan ket û rekoreke nû şikand.
Dolar/TL ku doh di asta 47,95 lîreyan de bû, roja nû di asta 48,05 lîreyan de dest pê kir.
Euro/TL jî bilindbûna xwe domand û danê sibehê asta 56,28 lîreyan dît û rekora xwe nû kir.
Li aliyê din, li bazarên cîhanî endeksa dolar bêqîmet dibe, daketina lîreyê Tirkî berdewam dike.
Parîteya euro/dolarê jî ber bi asta 1,1693yan ve bilind bû û gihîşt asta herî bilind a demên dawî.



