Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li petrolê digerin û got, “Potansiyela Amedê heye ku 2-3 qatan ji ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê zêdetir petrolê hilberîne.”
Wan li qadeke 600 kîlometre çargoşeyî li 4 qadan xebatên lêgerîna petrolê dane destpêkirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, beriya bernameya Salvegera 25emîn a Damezirandina AK Partiyê beşdarî bernameyeke televîzyonê bû.
Ew di bernameyê de li ser polîtîkayên enerjiyê û dîtina çavkaniyên nû yên petrolê axivî.
Potansiyela Amedê
Alparslan Bayraktar qala xebatên lêgerîna petrolê yên li Amedê kir û got:
"Eger em di van xebatan de bi ser bikevin, dibe ku em ji Gabarê zêdetir petrolê bi dest bixin.
Niha li qadeke 600 kîlometre çargoşeyî xebat hene lê potansiyela giştî 7 hezar û 200 kîlometre çargoşe ye.
Dibe ku ev potansiyel hilberîna niha ya li Gabarê 2 an jî 3 qatan zêde bike."
Hilberîna li Gabarê
Alparslan Bayraktar qala zêdebûna berhemanîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê jî kir û wiha domand:
"Bi paqijkirina herêmê ya ji terorê, hilberîna petrolê ya li Gabarê rojê 83 hezar bermîl derbas kirin.
Zêdetirî 3 hezar û 500 kes li wir dixebitin. Piraniya wan xebatkaran ciwanên herêmê ne.
Ez bawer dikim ku bi 'Tirkiyeyeke bêteror' re dê deriyên aboriyeke mezin li pêşiya welatê me vebin."
“Armanc serxwebûna enerjiyê ye”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê tekez kir ku armanca wan a sereke "serxwebûna enerjiyê" ye.
Wî da zanîn ku ev yek beşeke girîng a vîzyona "Sedsala Tirkiyeyê" ye.
Her wiha destnîşan kir ku di 24 salên dawî de hilberîna petrolê li Tirkiyeyê 3 qatan û ya gaza xwezayî jî 9 qatan zêde bûye.



