Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi Çînê û piştgiriya hilberîna navxwe, li ser dronên hawirdekirî û hinek parçeyên wan biryara bacên giran da.
Li gorî vê biryarê, baca li ser hinek dronan gihîşt ji sedî 100î.
Li gorî biryara ku Koşka Spî weşand, baca li ser dronên ku giraniya wan ji 25 kîlograman zêdetir e û xwedî taybetmendiyên ewlehiyê yên bipêşketî ne (wekî kamerayên termal) dê bibe ji sedî 100.
Ji bo dronên biçûktir jî baca ji sedî 25 hat diyarkirin.
Koşka Spî eşkere kir ku armanca van bacan teşwîqkirina hilberîna navxwe û kêmkirina girêdayîbûna Amerîkayê ya bi zincîreyên dabînkirinê yên biyanî ye.
Ji bo berhemên ku ji Yekîtiya Ewropayê, Japonya, Liechtenstein, Koreya Başûr, Swîsre û Taywanê tên, baca ji sedî 15 hat diyarkirin.
Her wiha baca li ser dron û parçeyên ji Brîtanyayê tên jî wekî ji sedî 10 hat destnîşankirin.
Ev rêje bi şertê wê yekê hat diyarkirin ku amûr, nermalav û teknolojî bi piranî yê Brîtanya yan Amerîkayê bin.
Tê çaverêkirin ku ev bacên nû ji 3yê Îlonê pê ve bikevin meriyetê.
Şirketên Çînî di hedefê de ne
Clayton Swope ji Navenda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (CSIS) diyar kir ku ev bacên nû herî zêde wan dronan dikin hedef ku ji bo armancên tîcarî û pîşesaziyê tên bikaranîn.
Komîsyona Ragihandinê ya Federal a Amerîkayê (FCC) berê hişyarî dabû ku dronên biyanî ji bo sîxurî û bidestxistina amarên hestyar rîsk in.
Şirketa DJIya Çînê ku zêdetirî du ji 3 parên bazara dronan a cîhanê di destê wê de ye, dê herî zêde ji van sînordarkirinên Washingtonê zererê bibîne.
Amerîka îdia dike ku dronên DJIyê li Çînê bi taybetî ji bo şopandina Uyguran tên bikaranîn.
Çînê hefteya borî wekî bersiva cezayên Washingtonê, hinartina dronan a Amerîkayê sînordar kiribû.
Birêvebiriya Amerîkayê dawiya meha borî hinek şirketên Çînî yên di sektora robotan de çalak in jî xistibû lîsteya reş.



