Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar li hemberî tumen bi qasî 2 hezar û 800 tumenan zêde bû û niha yek dolarê Amerîkî bi 193 hezar û 550 tumenan tê kirîn û firotin.
Di 24 demjimêrên dawî de bihayê herî bilind ê dolar 193 hezar û 900 tumen bû, bihayê herî kêm jî 190 hezar û 650 tumen bû.
Amaran nîşan da ku bihayê dolar di nava 6 mehên dawî de li beramberî tumen bi rêjeya ji sedî 20,82yan bilind bûye.
Êrişên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyê yên li ser baregehên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê, li cem bazirganan bûne sedema tirsê.
Her wiha belavbûna nûçeyên êrişên bi mûşekan ên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdinê jî ev tirs xurttir kiriye.
Ev rewş bûye sedem ku xwesteka li ser kirîna dolar zêde bibe.
Di heman demê de bihabûna petrolê ya li bazarên cîhanî, dilgiraniyên li ser aramiya aborî ya herêmê kûrtir kirine.
Pêşbîniyên li ser bihayê dolar
Şîrovekarên aborî yên li Îranê di wê baweriyê de ne ku heke aloziyên leşkerî yên li herêmê berdewam bikin an jî li ser berfirehbûna pevçûnan nûçeyên nû belav bibin, egereke zêde heye ku bihayê dolar di ser asta 190 hezar tumenî de raweste û ber bi astên bilindtir ve here.
Lê berevajî vê yekê, heke ji bo aramkirina rewşê hewlên dîplomatîk çalak bibin, tê pêşbînîkirin ku ew xwesteka zêde ya kirîna dolar kêm bibe û bihayê wî dakeve binê 190 hezar tumenî.



