Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê bermîleke petrola brent 88 sentan (ji sedî 1,13) bilind bû û gihîşt 78,90 dolarî.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê (WTI) jî 87 sentan bilind bû û bermîl bi 74,37 dolaran hat firotin.
Ev bilindbûn piştî wê yekê hat ku di du rojên borî de Amerîkayê êrişên nû li ser Îranê pêk anîn.
Van êrişan hêviyên ji bo bidawîhatina şerê Îranê û vekirina tam a Tengava Hurmizê kêm kirin.
Armanca êrişan vekirina Tengava Hurmizê ye
Artêşa Amerîkayê ragihand ku êriş bi armanca vekirîhiştina Tengava Hurmizê hatine kirin.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihandibû ku peymana demkî ya ji bo bidawîkirina şer qediyaye.
Li hêla din, divê were gotin ku Îran jî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêmê dike.
Şirovekarê saziya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê anî zimên:
"Herikîna wê petrola ku di hefteyên borî de di Tengava Hurmizê re derbas dibû niha rawestiyaye û tê pêşbînîkirin ku xwediyên keştiyan bi hîşyariyeke pirtir tevbigerin."
Çavkaniyên ji sîgorteyan doh eşkere kir ku hinek sîgortekar şîret li şirketên keştîvaniyê kirine ku geştên xwe yên di Tengava Hurmizê re rawestînin.
Hinek şirketên din jî piştî êrişên nû yên Îranê yên li ser keştiyan geştên xwe ji nû ve dinirxînin.
.webp&w=3840&q=75)


