Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr pirtir daket û ji asta xwe ya herî bilind a du hefteyên borî dûr ket.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,6 daket û her onsa zêr bi 4138 dolaran hat firotin.
Çav li biryarên Banka Navendî ne
Veberhêner li benda belavkirina encamên civîna meha hezîranê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne da ku li ser arasteya siyaseta diravî ya Serokê nû yê bankê Kevin Warsh agahiyên hûrgilî wergirin.
Serokê Bazarên Cîhanî yê Şirketa ABC Refineryê (parzûngeha herî mezin a zêr a Awistralyayê ye) Nicholas Frappell li ser vê mijarê diyar kir:
"Guherînên bihayê zêr hîn jî berdewamiya tevgera hefteya borî ne. Bihayên zêr li derdora asteke palpiştiyê mane.
Bazirgan li benda belavkirina encamên civîna borî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne da ku li ser siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê îşaretên zêdetir bi dest bixin."
Bandora şerê Îranê li ser bihayan
Encamên civîna Komîteya Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) a ku 16 û 17ê Hezîranê hatibû lidarxistin, dê çarşemê werin belavkirin.
Di civîna yekem a Warsh a wekî serok de, ew îşaretên ku behsa destkarîkirina rêjeya faîzê dikin hatibûn rakirin.
Hinceta vê yekê jî ew e ku ev îşaret dibin sedem ku Banka Navendî li hemberî pêşhatên aborî yên nû kêmtir çalak be.
Bihayê zêr bi rêjeya zêdetirî ji sedî 25an ji asta xwe ya dîrokî ya herî bilind bi paş ve çûye ku destpêka îsal tomar kiribû.
Sedema vê yekê jî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ye.
Vî şerî dilgiraniyên li ser enflasyonê zêde kirin, nirxê dolar bilind kir û bendewariyên ji bo bilindkirina faîzê zêdetir kirin.
Niha bazirgan egera bilindkirina rêjeya faîzê ya di îlonê de wekî ji sedî 56 dibînin ku beriya belavbûna amaran ev rêje zêdetirî ji sedî 60î bû.


.jpg&w=3840&q=75)