Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro hinekî daket. Ev yek piştî wê peymanê hat ku “OPEC+”ê li ser zêdekirina hilberînê ya ji meha pêşiya me û pê ve li hev kir.
Bihayê petrola xav a brent îro, di roja yekem a vebûna bazaran a vê hefteyê de, 24 sentan ango bi rêjeya ji sedî 0,33 daket û bermîlek bi 71,88 dolaran hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 11 sentan daket û bermîl bi 68,58 dolaran hat firotin.
Dan û standinên Amerîka û Îranê
Bazirgan niha bi hûrgilî çavdêriya dan û standinên Amerîka û Îranê dikin ku dê hefteya pêşiya me li Pakistanê werin kirin.
Di wan hevdîtinan de dê mijarên wekî çarenivîsa keştivaniyê ya li Tengava Hurmizê, darayiyên Îranê yên rawestandî û dosyaya nukleer a Îranê werin gotûbêjkirin.
Biryara OPEC+ê û nêrîna pisporan
OPEC û hevpeymanên wê (di nav de Rûsya jî heye) roja yekşemê li hev kir ku asta hilberîna meha tebaxê rojane 188 hezar bermîlên din zêde bikin.
Ev mêjer ji bilî wê zêdekirinê ye ku ji bo mehên hezîran û tîrmehê hatibû diyarkirin.
Analîstê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê got:
"Ew jimara ku ji bo zêdekirina hilberînê hatiye diyarkirin li gorî pêşbîniyan e.
Lê ji ber derketina Îmaratê ya ji OPECê û ji ber ku hinek welat negihîştine asta hilberîna ku ji bo wan hatibû diyarkirin, zehmet e ku peymana OPEC+ê bandoreke pir mezin li ser bazara petrolê bike."
Li aliyê din, niha welatên Kendavê dest bi vegerandina wê mêjera petrolê kiriye ku di dema şerê Îranê de hatibû rawestandin.
Li gorî raporan, hilberîna petrolê ya OPECê meha hezîranê rojane 3,3 milyon bermîlan zêde bû û gihîşt 19,43 milyon bermîlan.
Amar nîşan didin ku hinartina petrolê ya Kendavê meha hezîranê li gorî meha gulanê bêhtirî 3 milyon bermîlan zêde bûye û rojane gihîştîye ser 10 milyon bermîlan.
Lê belê ev mêjer hîn jî bi rêjeya ji sedî 40 li biniya astên berî şer e.
.jpg&w=3840&q=75)

