Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja pêşî ya dan û standinên vê hefteyê de bihayê zêr daket.
Demjimêrên destpêkê yên vekirina bazarê de bihayê onseke zêr gihîşt nêzîkî 4200 dolarî lê piştî çend saetan daket 4165 dolaran.
Bandora amarên Amerîkayê
Hefteya borî rapora derfetên kar a Amerîkayê hat belavkirin.
Di raporê de hat dîtin ku li gorî pêşbîniyan derfetên kar kêmtir bûne.
Vê yekê îhtimala bilindkirina faîza bankê kêm kir û bû sedema daketina nirxê dolarî û bilindbûna bihayê zêr.
"Zêr ber bi aramiyê ve diçe"
Serokê analîstên bazarên darayî yê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê got:
"Bihayê zêr ber bi aramiyê ve diçe çimkî çaverêkirina bilindkirina rêjeya faîza bankê kêm bûye."
Pêşbîniyên li ser faîzê û bihayê zêr
Hefteya borî bihayê zêr zêdetirî ji sedî 2 bilind bûbû û bi vî awayî dawî li daketina 4 hefteyan anî.
Amarên roja pêncşemê nîşan da ku geşbûna derfetên kar li Amerîkayê hêdî bûye.
Vê yekê wiha kir ku bazarên darayî daxwaza xwe ya ji bo bilindkirina faîzê ya di paşeroja nêzîk de kêm bikin.
Li gorî rapirsiyan, niha bazirgan îhtimala bilindkirina faîzê ya di meha îlonê de ji sedî 55 dibînin.
Berî ku amar werin belavkirin ev rêje zêdetirî ji sedî 60î bû.
Kêmbûna faîza bankê bi giştî di berjewendiya zêr de ye.
Çav li biryara Banka Navendî ye
Veberhêner û bazirgan niha li benda encamên civîna 16 û 17ê Hezîranê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne ku dê çarşemê werin belavkirin.
Armanca wan ew e ku li ser siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê agahiyên zêdetir bi dest bixin.
Banka J.P. Morganê ragihand ku daxwaza ji bo kirîna zêr dê wekî ku berê dihat texmînkirin ne xurt be.
Li gorî bankê, ev yek dê bilindbûna bihayê zêr sînordar bike û bihayê onseke zêr di çaryeka sêyem de dê 4 hezar û 300 dolar be, di çaryeka çarem de jî dê bibe 4 hezar û 500 dolar.
.jpg&w=3840&q=75)

