Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê, mesrefên mehane yên sazî û dezgehên hikûmetê di navbera 130-160 milyar dînarên Îraqê de ne ku nêzîkî nîvê van mesrefan ji bo pêşîneya mehane ya birêvebiriyan tê xerckirin.
Mesrefên hikûmetê ji pêşîneya mehane, sererastkirina rê û cadeyan, paqijkirina bajar û nexweşxaneyan, dabînkirina sotemeniyê ya ji bo birêvebiriyan, xwarina girtî û nexweşan, kirêya xanî û avahiyan, bexşîn û kirîna derman û pêdiviyên bijîşkî pêk tên.
Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ev amar di pirtûka bi navê "Kar û Çalakî û Reformên li Wezareta Darayî 2019-2025" de weşandin.
Wezaretê diyar kir, "Ew mesref mehane di navbera 130-160 milyar dînarî de ne û li gorî rewşê tên guhertin."
Her wiha li gorî amarên Wezareta Darayî û Aboriyê, mehane 42 milyar û 623 milyon dînar ji dahata navxwe ji bo dabînkirina meaşên karmendên bi girêbest û mamosteyan tê xerckirin.
Hûrgiliyên mesrefên mehane bi vî rengî ne:
· Pêşîneya mehane: 60 milyar dînar.
· Sererastkirina rêyan, avakirina park û baxçeyan: 30 milyar dînar.
· Paqijkirina bajar û nexweşxaneyan: 12 milyar dînar.
· Sotemeniya ji bo birêvebiriyên hikûmetê: 8 milyar dînar.
· Xwarina girtî û nexweşan: 7 milyar dînar.
· Kirîna derman û pêdiviyên bijîşkî: 7 milyar dînar.
· Bexşîn: 4 milyar dînar.
· Kirêya xanî û avahiyan: 2 milyar dînar.
Dabeşkirina li ser parêzgehan
Wezareta Darayî û Aboriyê amaje bi navîniya mesrefên birêvebiriyan a li gorî parêzgehan jî kir.
Para herî zêde ya parêzgeha Hewlêrê ye, sedema vê yekê jî ew e ku wezaret, deste û piraniya birêvebiriyan li parêzgeha Hewlêrê ne.
Mesrefên birêvebiriyan ên li gorî parêzgehan:
· Hewlêr: ji sedî 44.
· Silêmanî û Helebce: ji sedî 36.
· Dihok: ji sedî 19.
· Deverên din ên Herêma Kurdistanê: ji sedî 1.


.jpg&w=3840&q=75)
