Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro, roja pêşî ya dan û standinên vê hefteyê bilind bû û ons gihîşt ser 4 hezar û 200 dolarî.
Divê were gotin ku înê bihayê zêr daketibû asta herî kêm a hefteyekê.
Di vê navberê de pêşbîniyên ji bo bilindkirina rêjeya faîza bankê ya piştî îşaretên tund ên Banka Federal a Amerîkayê (Fed), bandor li ser paşeroja bihayê zêr kiriye.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,9 yan jî bi qasî 50 dolarî bilind bû û ons gihîşt ser 4 hezar û 200 dolarî.
Gera pêşî ya dan û standinên di navbera rayedarên pilebilind ên Amerîka û Îranê de li Swîsreyê roja duşemê bi dawî bû.
Medyaya Îranê ragihand ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê eşkere kiriye ku bipêşketineke baş çêbûye.
Di daxuyaniya hevbeş a Qeter û Pakistanê de hat gotin ku Amerîka û Îranê li ser nexşerêyekê ji bo gihîştina peymaneke dawî di nav 60 rojî de li hev kiriye.
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa Marexê Edward Meir li ser mijarê ragihand:
"Rewşa niha ya Swîsreyê ji ya berî çend demjimêran gelekî cuda ye. Wê demê her du alî di nav pirsgirêk û nakokiyan de bûn lê niha xuya dike ku bipêşketin gihîştiye asteke baş."
Meir destnîşan kir ku dê heta demeke din jî dan û standin li ser bingeha arasteyên jeopolîtîk bin û li pey çû:
"Rewş ne aram e, loma dibe ku baştir be di vê demê de em tenê ji dûr ve rûdanan bişopînin û xwe ji dan û standinên mezin biparêzin."



