Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Sayloyên Kobaniyê Newaf Ebdulhemîd ragihand ku herêma Kobaniyê bi krîzeke cidî ya embarkirina genim re rûbirû ye.
Tê pêşbînîkirin ku îsal 60 hezar ton genim li herêmê bê berhemanîn.
Lê kapasîteya sayloyên heyî tenê 25 hezar ton e.
Ev jî tê wê wateyê ku zêdetirî 35 hezar ton genim dê li derve û li ser erdê bimîne.
Birêvebirê Sayloyên Kobaniyê Newaf Ebdulhemîd bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên me bersivandin.
Wî ragihand ku li herêma Kobaniyê sê sayloyên bi navên Kobanî, Çelebiye û Sirînê hene.
Lê niha tenê sayloyên Kobanî û Çelebiyê dixebitin.
Sayloya Sirînê ji kar ketiye û tenê wekî xala kirînê tê bikaranîn û genim lê nayê embarkirin.
Krîza wergirtina genim
Li gorî agahiyên Birêvebirê Sayloyan, hatiye diyarkirin ku sayloyên Kobanî û Çelebiyê rojane tenê 500 ton genim wergirin.
Ev hejmar li sayloya Sirînê jî 250 ton e.
Heta roja duşemê (15ê Hezîrana 2026an) li sayloya Kobaniyê hezar û 500 ton genim hatiye kirîn.
Newaf Ebdulhemîd li ser vê yekê got:
"Ji ber ku kapasîteya wergirtinê kêm e, em pêşbînî dikin ku pêvajoya wergirtina genim heta 20 rojên din bidome."
Metirsiya li ser berhemê cotkaran
Yek ji pirsgirêkên herî mezin kêmbûna kapasîteya embarkirinê ye.
Her du sayloyên çalak (Kobanî û Çelebiye) her yek 12 hezar û 500 tonî digirin ku bi giştî dike 25 hezar ton.
Ebdulhemîd hişyarî da ku 35 hezar ton genimê mayî dê li erdê bimîne.
Sedema vê yekê jî ew e ku destûr nayê dayîn cotkar genimê xwe bibin bajarên din û bifroşin.
Lê wî qal kir ku hikûmetê soz daye ku piştî tijîbûna sayloyan genim dê were veguhastin da ku cih ji bo genimê mayî vebe.
Astengiyên teknîkî û aborî
Li gorî Newaf Ebdulhemîd, îsal pêvajoya wergirtina genim bi gelek astengiyên teknîkî û aborî yên giran re rûbirû ye.
Ev rewş rasterast bandorê li dahat û karê cotkaran dike.
Yek ji van astengiyên herî sereke, pergala tomarkirinê ya li ser platforma elektronîkî ye.
Ebdulhemîd destnîşan kir ku tora peywendiyan a Syriatelê li herêmê gelekî qels e.
Ji ber vê yekê cotkar di qeydkirina nav û girtina dora xwe de rastî zehmetiyên mezin tên.
Ev yek jî dibe sedema derengketineke berçav a di radestkirina berheman de.
Di heman demê de, rewşa aborî û necihgiriya dirav tirs xistiye dilê cotkaran.
Biryar hatiye dayîn ku pereyê genim bi lîreyê Sûriyeyê bê dayîn.
Lê lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolarê Amerîkî roj bi roj bêqîmet dibe û cotkar ji ber vê yekê dilgiran in.
Ev nediyariya bihayê lîreyê wisa dike ku cotkar bitirsin keda wan a salekê têk biçe.
Newaf Ebdulhemîd da zanîn ku pirsgirêka kapasîteyê û sînorê wergirtina rojane barê cotkaran giran kiriye û wiha domand:
“Rojane li her sayloyekê tenê 500 ton genim tê wergirtin. Ev jî li hemberî berhema mezin a îsal gelekî kêm e. Ev yek jî li ber deriyê sayloyan qerebalixiyeke mezin çêdike."
Pêdiviya salane ya genim
Tevî van hemû pirsgirêkan jî birêvebirê sayloyan ragihand ku piştî radestkirina genim, dê pereyên cotkaran di demeke nêzîk de bi rêya Banka Kobaniyê bigihîjin destê wan.
Newaf Ebdulhemîd li ser pêwîstiya salane ya herêma Kobaniyê ya bi genim jî da zanîn ku herêm mehane pêwîstî bi 5 hezar ton genim dibîne ji bo ku nan bê dabînkirin.
Ev jî salane dike 60 hezar ton.
Ev rêje tam bi qasî wê berhemê ye ku tê pêşbînîkirin îsal li herêmê bê komkirin.


