Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zêr îro ji ber ragihandina peymana di navbera Amerîka û Îranê de pirtirî 100 dolarî bilind bû.
Onsa zêr roja înê bi 4 hezar û 213 dolaran bû û îro derket 4 hezar û 330 dolarî.
Li gorî vê yekê, bihayê zêr tenê îro zêdetirî ji sedî 2,5an bilind bûye.
Onsa zêr gihîşt 4 hezar û 330 dolarî
Onsa zêr niha bi nêzîkî 4 hezar û 330 dolarî tê kirîn û firotin.
Ev ast, asta herî bilind a bihayê zêr a di hefteya borî de ye.
Qîmetê dolarê Amerîkî daket asta xwe ya herî nizm a 10 rojên borî û vê yekê jî zêdetir piştgirî da bihayê zêr.
Tengava Hurmizê bandor kir
Pisporê bazarên darayî yê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:
"Daketina bihayê petrolê û qîmetê dolar ji ber kêmûna metirsiyên jeopolîtîk û îhtimala vekirina bilez a Tengava Hurmizê rû da.
Ev daketin alîkar in da ku pêşbîniyên li ser bilindbûna rêjeya enflasyonê aram bibin û di dawiyê de ev yek dê bi kêrî zêr bê."
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ji dawiya meha sibatê ve dest pê kir û bihayê zêr ji hingê ve nêzîkî ji sedî 20î daketiye.
Çavê veberhêneran li biryara FEDê ye
Niha bazaran piştî ragihandina peymanê pêşbîniyên xwe yên ji bo bilindkirina rêjeya faîza bankê ya li Amerîkayê daxist ji sedî 48an lê divê were gotin ku ev rêje hefteya borî ji sedî 69 bû.
Niha veberhêner li benda biryar û daxuyaniyên Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ne ku dê roja çarşemê werin dayîn.
Ev dê bibe biryara yekem a di bin serperiştiya Kevin Warsh de ku bûye serokê bankê. Bi awayekî berfireh jî tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê wekî xwe bimîne.



