Li herêma Balekayetiyê ya Hewlêrê ya ku bi xweşikiyên xwe yên xwezayî navdar e Festîvala 4emîn a Hespsiwariyê hat lidarxistin.
Armanca festîvalê zindîkirina çand û werzişên kevneşopî ye.
Festîvala bi pêşengiya ciwanên Balekayetiyê yên nahiyeya Wertê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê li quntarên Çiyayê Karoxê di nava keskayiyê de hat lidarxistin.
Îsal jî xelkê herêmê û sirûşthezan eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê da.
30 siwar derketin qadê
30 siwariyên hoste yên ji gundên cuda yên herêmê beşdarî pêşbirkên hespsiwariyê bûn ku çalakiya sereke ya festîvalê bû.
Siwariyan li ber dîmenên bêhempa yên Çiyayê Karoxê hespên xwe bezandin û hunerên xwe nîşan dan.
Çanda Kurdî û karên destan hatin danasîn
Çalakî tenê bi sporê sînordar nema.
Cilên neteweyî, karên destan û kel û pelên çandî yên dîrokî di konan de hatin nîşandan.
Foto: Bilind Tahir / Rûdaw
