Hewlêr (Rûdaw) - Sempozyuma 5emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Sempozyum îsal bi dirûşma "Li gorî Melayê Cizîrî Hezretê Pêxember" tê lidarxistin û dê du rojan biajo.
Di sempozyumê de nêrîn û ramanên Melayê Cizîrî yên li ser Hezretê Pêxember ji aliyên cuda ve tên nirxandin.
Sempozyum ji aliyê Parêzgariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Qeymeqamiya Cizîrê ve bi hevkariya hev li Salona Konferansê ya Otêla Dedemanê ya Cizîrê tê lidarxistin.
Di bernameyê de akademîsyenên ji zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çend welatên din cîhana ramanî, têgihîştina tesewifî û mîrata wêjeyî ya Melayê Cizîrî gotûbêj dikin.
"20 akademîsyen dê gotarên xwe pêşkêş bikin"
Li ser navê komîteya amadekar Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr ragihand ku mijara sereke ya sempozyuma îsal wekî "Li gorî Melayê Cizîrî Hezretê Pêxember" hatiye diyarkirin.
Ozdemîr bi bîr anî ku di sempozyumên berê de têgihîştina Melayê Cizîrî ya li ser hebûn, tewhîd, zanîn û sincê hatiye nirxandin û di bernameya îsal de jî nêrînên wî yên li ser Hezretê Pêxember tên rojevê.
Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr eşkere kir ku di sempozyumê de 20 akademîsyen dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Ozdemîr da zanîn ku di komîteya zanistî de akademîsyenên ji Îran, Îraq, Sûriye, Almanya, Bosna Hersek û Swêdê hene.
Her wiha ji zanîngehên Stenbol, Enqere, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Mûş, Şirnex, Bedlîs û Êlihê jî gelek beşdar hene û alim û melayên medreseyên herêmê jî tevlî bernameyê bûne.
Şêxê helbestvanên Kurd: Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî yê ku di navbera salên 1567-1640î de jiyaye, yek ji mezintirîn navên wêjeya klasîk a Kurdî ye.
Navê wî yê resen Ehmedê kurê Mihemedê Bûtiyê Cizîrî ye.
Wî bi taybetî bi Dîwana xwe ya bi Kurmancî mohra xwe li wêjeya Kurdî xistiye. Di helbestên wî de evîna îlahî, tewhîd û hezkirina kûr a ji bo Hezretê Pêxember cihekî berbiçav digire.
Melayê Cizîrî hezkirina ji bo Xwedê û Pêxember wekî bingeha pêşketina giyanî ya mirov û gihîştina heqîqetê dibîne.
Gora Melayê Cizîrî li Medreseya Sor a dîrokî ya li navçeya Cizîrê ye ku wî serdemekê li wir ders didan.
Mîrateya çandî ya herêmê
Doç. Dr. Ahmet Ozdemîr destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên sempozyumê zindîkirina mîrata pêşengên wekî Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ye.
Ozdemîr anî zimên ku xebatên akademîk ên li ser van kesayetan dê xizmetê ji danasîna nirxên madî û manewî yên herêmê re bike, mîrata çandî biparêze û piştgiriyê bide aramiya civakî.



