Amed (Rûdaw) - Fuara Pirtûkan a Amedê bi beşdariya 130 weşanxaneyan dest pê kir. Di fuarê de 27 weşanxaneyên Kurdî jî amade ne.
Ji wêjeya klasîk a Kurdî heta wêjeya nûjen, ji pirtûkên rastnivîsê heta pirtûkên lêkolînan, her cure pirtûk li ser dezgehên weşanxaneyan hene.
Welatî bersiva pirsa zêdebûn û kêmbûna xwendina bi Kurdî?
Suphî Îzol: “Bi nêrîna min her ku diçe kêmtir dibe. Çimkî em ciwanên xwe, derdora xwe dibînin.”
Derwêş Taniş: “Dema ku zext li ser civakê zêde be kêm dibe, dema zext kêm dibe xwendina Kurdî zêdetir dibe.”
Îbrahîm Xelîl Taş: “Xwendin û nivîsandina Kurdî zêde bûye, her ku diçe jî dê zêde bibe lê di nava civaka Kurdan de axaftin kêm dibe.”
Suzan Vejan Tatli: “Xwendin helbet kêm bûye. Sedema wê çi ye? Çimkî zarok naxwînin. Çimkî gelek zarok bi zimanê xwe nizanin.”
Weşanger: Xwendin her ku diçe zêdetir dibe
Li gorî Weşanxaneya Nûbiharê her çend pistepistek hebe ku dibêje xwendina bi Kurdî di nava xelkê de kêm bûye jî ew ne di vê baweriyê de ne.
Heta ew berovajî kêmbûnê, di xwendina Kurdî de zêdebûnekê dibînin.
Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Azîz Tekîn got:
“Bi ya min xwendin her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber ku derfet zêdetir bûne, gihîştina pirtûkan bi awayekî dîjîtal û bi awayên din bi pêş ketiye.
Her ku diçe teknolojî bi pêş dikeve. Malperên her weşanxaneyê hene, dikarin kargo bikin.
Bi vî awayî rêya xwendinê hêsantir bû.”
Pêwîstiya bi pirtûkên dîjîtal û bideng
Xwedî û berpirsên hinek weşanxaneyan jî di wê baweriyê de ne ku weşangerên Kurd hîn li gorî sedsala dîjîtal xwe neguncandine.
Eger ew dixwazin xwendina bi Kurdî qat bi qat zêde bibe divê hemû berhemên xwe dîjîtal bikin.
Xwedî û Berpirsê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran da zanîn:
“Pirtûkên bideng niha di nava weşangeriya Kurdî de nînin.
E-pirtûk hema bêje nînin lê cîhan diguhere.
Divê em jî hêdî hêdî di van qadan de cihê xwe çêbikin.
Tu wê çaxê sînoran derbas dikî.
Em bibêjin yek bixwaze li Ewropayê, yek bixwaze li Asyayê dikare xwe bigihîne hemû berheman. Ev tiştekî baş e.”
Fuara Pirtûkan a Amedê doh dest pê kir û dê heta 4ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.
Deriyê fuarê dê ji xwîneran re ji saet 10:00ê sibehê heta 19:00an vekirî be.



