Hewlêr (Rûdaw) - Fuara Pirtûkan a Amedê di sala xwe ya 10emîn de xwe amade dike ku hezkiriyên pirtûkan bîne ba hev.
Di Fuara Pirtûkan a Amedê de li gel 27 weşanxane û saziyên Kurdî dê 74 panel û nêzîkî 300 bernameyên îmzekirina pirtûkan bên lidarxistin.
Fuara Pirtûkan a Amedê di sala xwe ya 10emîn de deriyên xwe ji bo hezkiriyên pirtûkan vedike.
Fuar ji aliyê Koma Fuaran a TUYAPê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê lidarxistin.
Fuara Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Çiriya Pêşîn de li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê were lidarxistin.
27 weşanxaneyên Kurdî beşdar dibin
Yek ji beşên herî balkêş ên fuara îsal dê beşdariya berfireh a weşanxaneyên Kurdî be.
Di bin banê Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD), ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 27 weşanxane û sazî dê di fuarê de cih bigirin.
Tê çaverêkirin ku ev beşdarî bibe alîkar ku xwînerên Kurdî bi hêsanî xwe bigihînin berhemên nû yên wêje, dîrok û çanda Kurdî.
74 panel û nêzîkî 300 çalakiyên îmzeyê
Fuara Pirtûkan a Amedê ne tenê wekî cihekî firotina pirtûkan, di heman demê de wekî hevdîtineke çand û hunerê tê amadekirin.
Li gorî daxuyaniya organîzatoran fuar dê 9 rojan berdewam bike û 74 hevpeyvîn û panel werin lidarxistin.
Di çalakiyan de nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen dê beşdar bibin û li ser mijarên cuda biaxivin.
Ji bo anîna ba hev a xwîner û nivîskaran jî nêzîkî 300 çalakiyên îmzekirina pirtûkan hatine plankirin.
Tê çaverêkirin ku îsal jî bi deh hezaran xwendekar, xwîner û hezkiriyên pirtûkan biçin fuarê.



