Hewlêr (Rûdaw) - Romana nû ya nivîskar Elî A. ya bi navê “Reşbelek: Çend dilop ji jiyana Evdilrezaq” ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin.
Weşanên Avestayê ragihand ku pirtûka nû ya nivîskar Elî A. ya bi navê “Reşbelek” gihîştiye ber destê xwendevanan.
“Reşbelek: Çend dilop ji jiyana Evdilrezaq” ji 80 rûpelan pêk tê û ketiye nav refên pirtûkfiroşan.
Di danasîna romanê de bal tê kişandin ser guherînên li bajêr, hilweşîn, kavilbûn û rewşa derûnî ya lehengê pirtûkê Evdilrezaq.
Weşanên Avestayê di daxuyaniya danasîna pirtûkê de cih daye van hevokan:
“Bajar, piştî hilweşîn û kavilbûneke nîvco çawa ku reng û dirûvê wê vediguhere, kesên govendê digerînin diguherin û yek bi yek dimirin. Evdilrezaqê bi hişekî wêran û zimanekî kavil ê nîvcomayî, di nav parçecamên neynika şikestî re li şûnwar û mirovên tê de dinêre û zeman ditewe bi awira wî; kûçe û kolan kurt û dirêj dibin, ode piçûk û mezin dibin, ruh tarî û tarîtir dibe!.. Pê re çîroka xwekuştineke negotî wek reşbelek dimîne...”
Romana “Reşbelek” bi awayê vegotinê û kûrahiya xwe ya li ser derûniya mirov, rewşa piştî xirabûn û kavilbûnê tîne ber çavan.
Romana Elî A. li ser malpera weşanxaneyê û li pirtûkfiroşan ji bo xwendevanên wêjeya Kurdî amade ye.




