Hewlêr (Rûdaw) - Elon Musk got ku çêkirina robotan a ji aliyê robotên ku dişibin mirovan ve dest pê kiriye û di paşerojeke nêzîk de dê hejmara robotan ji ya mirovan zêdetir bibe û ev yek dê hevsengiyên aborî yên cîhanê bi temamî biguhere.
Elon Muskê xwediyê şirketê Teslayê ragihand ku ew pêşbînî dike li cîhanê piştî 10 salên din bêhtirî milyarek robotên ku dişibin mirovan hebin.
Wî diyar kir ku heta sala 2040î dê hejmara wan robotan bigihe 10 milyaran.
Li gorî gotina Musk, ji bo jidayikbûna mirovekî neh meh pêwîst in lê ji bo çêkirina her robotekî bi modela mirovan tenê du meh û nîv pêwîst in û bihayê kirîna robotekî dê di navbera 20 û 30 hezar dolarî de be.
Musk amaje bi wê yekê jî kir ku lêçûna karkirina robotekî Optimus serê saetekê tenê dolarek e.
Ev yek dê wiha bike ku lêçûna karê mirovî yê klasîk gelekî pirtir bibe û di encamê de qîmetê wî nemîne.
"Dê dawî li xizaniyê bîne"
Li gorî Musk, ev bipêşketin dê dawiyê li xizaniyê bîne çimkî amûr û xizmetguzarî dê ew qasî pir û erzan bin ku karkirina mirovan dê tenê wekî daxwazekê bimîne, ne wekî neçariyekê.
Şirketê Teslayê niha li kargehên xwe girîngiyê dide hilberîna nifşê sêyem ê robotê Optimus û armanca wê ew e ku salane milyonek robot hilberîne.
Musk dibêje ev robot wekî "otomobîlên zîrek ên xwedî dest û pê" ne û dikare heman teknolojiya hêz û bataryayê ya Teslayê di nav wan de were bikaranîn.
Li gorî palên, ev robot dê dawiya 2027an yan jî 2028an ji bo firotinê amade bin.
Hişyariya krîza enerjiyê
Li hêla din, Musk hişyarî da ku cîhan dê bi "krîza enerjiyê" re rû bi rû bimîne çimkî torên karebayê yên cîhanê bi ti awayî ji bo dabînkirina wê enerjiya pir a ku bi milyaran robot û kompîterên hişê çêkirî dixwazin ne amade ne.
Elon Musk ji sala 2021ê ve projeya robotê Optimus ragihandiye ku dişibe mirovan.
Armanca wî ew e ku vê teknolojiyê ne tenê ji bo ser rûyê erdê, ji bo avakirina jiyana li ser gerestêrka Marsê jî bi kar bîne.
Musk di wê baweriyê de ye ku ji ber ku hemû cîhan û amûr ji aliyê mirovan ve ji bo mirovan hatine çêkirin, divê robot jî di heman şêwe û mezinahiya mirovan de bin da ku bi awayekî giştî sûd ji wan were wergirtin.



