Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Kulturî ya Avestayê ya ku ji bo bipêşketin û parastina çanda Kurdî hatiye avakirin ragihand ku ew dê ji sala 2026an pê ve her sal "Xelata Rûmetê ya Avestayê" bide.
Weqfa Kulturî ya Avestayê li ser hesabên xwe yên torên civakî daxuyaniyek belav kir û armanca vê xelatê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, armanca Xelata Rûmetê ya Avestayê darîçavkirina wan kesan e ku qedr û qîmetê çanda Kurdî parastine, xurt kirine û ew veguhastine ji bo nifşên paşerojê.
Her wiha xelat dê ji bo wan kesan be ku bi berhemdariya xwe ya fikrî ya di her qadê de bûne reng û dengekî nû.
"Em dixwazin qedrê pêşengan bigirin"
Weqfa Kulturî ya Avestayê destnîşan kir ku ew dixwazin bi vê xelatê wan kesên ku di qadên çandî yên cuda de berhem dane û ji bo xebatên Kurdî bûne pêşeng bêhtir derxin pêş û anî ziman:
"Em dixwazin kesên ku bûne parçeyek ji berdewamiya hizr û bîra Kurdî bêhtir derxin pêş û qedrê wan bigirin."
Mercên serlêdanê û xelat
Li gorî rênimayên Weqfê, her kes dikare ji bo weqfê namzedan pêşniyar bike û her wiha kes dikarin ji bo xelatê xwe jî wekî namzed nîşan bidin.
Biryara dawî ya li ser kesê ku xelat heq kiriye dê ji aliyê Komîteya Birêvebir a Weqfa Kulturî ya Avestayê ve were dayîn.
Xelat dê her sal li ser navê kesayetekî dîrokî yan jî navdar ê cuda ji bo kesekî were dayîn.
Merasîma yekem li Amedê ye
Merasîma yekem a xelatê dê meha Çiriya Pêşîn a sala 2026an li Ameda Bakurê Kurdistanê bi merasîmekê were pêşkêşkirin.
Ji bo kesê ku hêjayî xelatê were dîtin dê ev diyarî werin dayîn:
· Plaket
· 100 hezar lîreyên Tirkî (2 hezar û 143 dolarên Amerîkî)
· Seteke pirtûkan a taybet a li ser wê qadê.
Kesên ku bixwazin namzedan pêşniyar bikin dikarin heta 15ê Îlonê bi rêya emaila avestaculture@gmail.com daxwazên xwe bişînin.



